Şa Xoşên (1015-1074)

Navê wî Mubarek Şa ye û naznavê Şa Xoşênî lê hatiye kirin û hinek dibêjin Baba Xoşîn jî her ew e. Ew di sala 1015-yê de li Loristanê di malbateka dewlemend û ji serdarên Loristanê de ji dayik bûye. Li gor efsaneyên ola Yarsaniyê Şa Xoşîn ji dayika xwe Mama Celale keça Mîrza Emanayî, bê raketina wê bi mêrekî re, wek Îsayî, bi fermana Xudê û bê bab bûye.

Li gor efsaneyên Yarsaniyan demê Şa Xoşên di 32-saliya xwe de li serê çiyayê Yefteyê li Xurem Abadê li Loristanê li gel Kirdgarî (Xudê) diaxift nûrha Xudê hat xwarê û çû bo nav laşê wî û ew ji wê rojê bû rêberê ola Yarsaniyan. Ew di sala 1074-ê de li nêzîkî Hersînê mir, dibêjin ew ket ava rûbarî û tê de winda bû.

Şa Xoşênî şîirên dubeytî nivîsîne û ew şîir ji aliyê mirîd û pîrên ola yarsaniyan ve bi dengbêjî hatine gotin. Şîirên Şa xoşênî di naveroka xwe de girêdayî ola yarsaniyan in û bi şîretan ve dagirtî ne û baweriya Donadoniyê yan veguhastina rûhê ji laşekî bo laşekê din di şîirên wî de berçav e. Ew di şîireka xwe de dibêje ku ew niha bi Şa Xoşênî têt dunyayê, lê ew berî dused salan bi navê Mewlayî (Îmam Elî) li dunyayê bû. Ew herweha bi wê têt nas kirin ku wî qîmeteka mezin dabû dengbêjî û amrazên muzîkî, mîna tembûr, def û bilûrê, di vegotina şîretên ola yarsaniyan û jiyana mirêdên xwe de. Şîirên wî û yên wê demê yên olî yên Yarsaniyan bi şîirên »Dewrey Şa Xoşên«î, wate demê Şa Xoşênî hatine bi nav kirin. Ew di şîireka xwe de weha dibêje:

Yarsan wera, yarsan wera
way heq rasiyen, biranan wera

Wate:

Gelî yarsanan werin, yarsan werin
Rêya heqî rastî ye, birano werin

Şaxoşîn di dubeytiyeka dî de weha behsê xwe dike:

Mamam Celale ye, kakam rengî ne
Don ve don amam, çîne ve çîne
Ha îsa yûrt û namim Xweşîne
Herkes bişnasom, pakiş mekîne

Wate:

Dayika min Celale ye, kekê min rengîn e
Ez ji giyanekî bo giyanekî têm û diçim
Niha bi navê Xoşên derketim
Her kesê min biniyase dilê wî bê kîn e

Çavkanî:
— Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
– Gewre rabere dîniyekanî Yarsan, Eyûb Rostem,http://www.belxe.com/gawra_rabar.htm
– Pîrozî mosîqa lay şwênkewtuwanî ayîn û bawerî Yarsan, Sîrwan Elî Reza Hawarî, http://www.judinews.com/Direje.aspx?Cor=BirwrayNwseran&Jimare=269
– Efsanekanî heqîqet, M. Behroz,http://halabja.info/Govarihalabja17/afsana.htm
Amadekirin: Sidqî Hirorî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply