Erdeşêr Reşîdî Kelhor: ”Li du zanistê herin”

Mirovahî li valahiya esman li dû gelek pirsên bêbersiv digere ku ji bo vê pêwîstî bi bi alavên nû û pêşkeftî ye. Hinek ji wan alavên ku niha li esman hene, ji aliyê Kurdekî li Amerîkayê dijî ve hatine çêkirin.
Erdeşêr Reşîdî Kelhor endazyar û zanyarekî Kurd e ku di dîzaynkirin û çêkirina parçeyeke mûşeka Artemîs de cihê xwe girtiye ku NASA di dawiya sala borî de şandibû esman û biryar e di pêşerojê de mûşekên din ên bi vî rengî bişîne.
Erdeşêr Reşîdî Kelhor xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û di sala 1970an de ji bo berdewamiya xwendina xwe çûye Amerîkayê.
Erdeşêr Reşîdî Kelhor got, “Ez hatim Amerîkayê û li vir ez çûme Zanîngeha Illinois a li Champaign-Urbana ku min li wir beşa fîzîk û endezyariya mekanîkî xwend. Ev nêzîkî 40 salan e ez di pîşesaziya valahiya esman de dixebitim û karê dîzaynê dikim.”
Di warê endezyariya valahiya esman û mekanîkê de nêzîkî 40 salan ezmûna wî heye û heta niha bi çend ajans û kompanyayên navdar ên Amerîkî re ku di nav wan de NASA, Jaxa û Lockheed Martin xebitiye.
Lockheed Martin yek ji çar kompanyayên berpirsiyar ê ji mûşeka Artemis e û kompanyaya Erdeşêr jî berpirsiyarê valve e ku ji bo kontrolkirina tevgera neasayî ya serê mûşekê pêwîst e.
Erdeşêr Reşîdî Kelhor li ser destpêkirina kar bi NASAyê re got, “Lockheed Martin peywendî bi min re danîn û got ku hewcedariya wan bi min heye ku ez valve ji wan re çê bikim. Wê demê kompanyaya min nebû. Ez tenê şêwirmendek bûm. Wan got pirsgirêk tune, em dikarin alîkariya te bikin ku tu kompanyaya xwe durist bikî û çi hewcedariyeke te hebe em dikarin alî te bikin. NASA û Lockheed Martin alîkariya min kirin ku em laboratuarekê ava bikin ji bo wê amûra ku pêwîstiya Lockheed Martin pê heye.”
Weke ku Erdeşêr Reşîdî dibêje, ew valve “Ji bo kontrolkirina zexta li ser pergala kontrolkirina reaksiyonê ya zextê ye ji bo ku serê mûşekê li esman bihêle tê bikar anîn. Li gorî giranî û dijwariya çêkirinê ew perçeyeke pir biçûk e lê bi bextewarî me karîbû vê valve çêbikin û peymaneke me bi Lockheed Martin re heye ku ji bo Artemis 6, 7 û 8 jî çê bikin.”
Erdeşêr Reşîdî Kelhor anî ziman, “Heger tevahiya firînê asayî be wate her tişt bi awayekî asayî birêve çûye, ne hewce ye ku ev valve were bikar anîn, ji ber ku ev valve bi xwe ji bo ewlehiyê ye, heger Artemîs ji ber zexta li ser wê ji armanca xwe dûr bikeve, valve tê vekirin û zexta li ser tê kontrolkirin û dixe wê rêya ku dixwaze biçe.”
Heta niha kompanyaya Erdeşêr Reşîdî Kelhor ev valve ji bo mûşekên Artemis 1, 2, 3, 4 û 5 çêkirine û radestî Lockheed Martin û NASAyê kirine.
Erdeşêr Reşîdî Kelhor di sala 2015an de li ser daxwaza Lockheed Martinû NASAyê ev kompanya ava kir, ji ber vê yekê ew tenê dikare valve bifiroşe NASA û Lockheed Martin û nikare bifiroşe ajansên valahiya esman ên li derveyî Amerîkayê.
Erdeşêr Reşîdî Kelhor got, “Min kompanyayek ji bo dîzayn û analîzê ava kir, bi kompanyayên din re li ser rawestgeha valahiya esman bi qasî 16 salan xebitîm, bi gelek kompanyayên cihêreng ên wek JPL û NASA re xebitîm û di 2015an de Lockheed Martin peywendî bi min re danî ku hewcedariya wan bi wê parçeyê heye, ji ber vê yekê wekî fîzîkî me di sala 2015an de ev kompanyaya saz kir.”
Erdeşêr Reşîdî Kelhor destnîşan kir, “Li gorî qanûnên Amerîkayê, em nikarin parçeyan bifiroşin Ewropa, Japon, Hindistan an Çînê an jî cîhekî din ji ber ku ew parçeyeke hestiyar e lê heger hewcedariya wan hebe, NASA bixwe dikare bi wan re mijûl bibe.”
Mûşeka Artemîs ji çend beşan pêk tê, serê wê Orain, modula xizmetguzariyê ya li binê serê mûşekê, beşa sereke û du mûşekên biçûk ên alîkar ku her yek ji wan ji aliyê kompanyayên mezin ên Amerîkî ve têne çêkirin û kompanyayên mezin jî girêbestan bi kompanyayên biçûk ên wek Erdeşêr Reşîdî Kelhor îmze dikin.
Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply