Diwana Dildar: ”Ey Reqîb” ji 80 rûpelan pêk tê û 1000 heb hatine çapkirin”

Dîwana şaîrê sirûda neteweyî ya Kurdistanê Yûnis Raûf (Dildar) a bi navê “Ey Reqîb” bi amadekariya Şiyar Şerîf Berazî ji Weşanên Avestayê bi alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî derket.
Diwana Dildar “Ey Reqîb” ji 80 rûpelan pêk tê û 1000 heb hatine çapkirin. Ew pirtûk hemû helbestên Dildar li xwe digire.

Amadekarê Dîwana Dildar “Ey Reqîb” Şiyar Şerîf Berazî li ser armanca amadekirina vê berhemê ji bo Kurmancî ji Ajansê Tora Medyayî re got, “Di serî de min dixwest ku ez Dîwana Dildar a ku bi zaraveya Soranî hatiye nivîsandin wergerînime Kurmancî lê ez wek nêrîn hinekî li dijî wergerandina helbestan im, her çend ji zaraveyekê ji bo zaraveyeke me ya din be jî. Loma ez rabûm bêyî ku destkariyê tê de bikim, min ew wek xwe ji elfabeya Aramî/Erebî wergerande elfabeya Latînî. Hêvî dikim em wek netewe hewl bidin ji hev fem bikin û ji hev hez bikin.”

Yûnis Raûf dibêje, ”Şaîrê sirûda neteweyî Ey Reqîb Dildar (Yûnis Raûf) di 20ê Sibata 1918an de li Koyeyê ji dayik bûye. 1948an li Hewlêrê koça dawî kiriye.”

Remezan Hemedemîn ê ku Dîwana Dildar a bi zaraveya Soranî amade kiriye li ser Yûnis Raûf dibêje, “Şaîrê sirûda neteweyî Ey Reqîb Dildar (Yûnis Raûf) di 20ê Sibata 1918an de li Koyeyê ji dayik bûye. 1948an li Hewlêrê koça dawî kiriye. Dildar di serdema guherînan û derketina rêbazên edebî de jiyaye. Di nav Kurdan de amadehiyeke Klasîzm, Romantîzm û Realîzmê hebû, yanî ew di di qonaxa dawî ya Klasîzmê, naverasta Romantîzmê û di destpêka Realîzmê de jiyaye. Ji ber vê, bi zelalî krokiya van rêbazan di şi‘rên wî de têne dîtin. Dema meriv li şi‘rên Dildar dinêre meriv bi zelalî tevliheviyeke van her sê rêbazan dibîne, loma diyarkirina rêbaza edebî ya şi‘rên Dildar ne hêsan e. Hinek ji şi‘rên wî bi temamî realîst in û ligel rastiya civaka kurdan ya wê demê re li hev dikin. Ew li gor serdema ku tê de jiyaye mînaka wan şaîran e ku şi‘rên nû yên kurdî ceribandiye. Li gor lêkolînên li ser nûkirina şi‘ra kurdî, ku Dildar ne yek ji damezrênerê dibistana Romantîzm û Realîzmê be jî bi dilniyayî ew yek ji wan edîbên ku şi‘ra kurdî di warê giranî, serwa, awaz, wate û peyvan ve nû kiriye. Heger meriv bi hûrî Dîwana Dildar bixwîne, meriv dibîne ku îdeolojiya wî, ji bingehê ve îdeolojiyeke pêşketî ya neteweya Kurd e. Di şi‘rên wî de mebest û armanca sereke, hişyarkirina neteweya Kurd e ji paşvemayîn, nezanî û nedadperweriyê ye.”

Dildar kî ye?
Yûnis Raûf, bi nasnav Dildar di 20ê Sibata 1918an de li Koye ya Silêmaniyê ji dayik bûye. Piştî ku bavê wî dibe karmendê serjimêriya Ranyeyê, ew jî bi malbata xwe re diçe wir. Dildar di deh saliya xwe de li Ranyeyê dest bi dibistanê dike û polên yek û duduyan li wir temam dike. Piştî ku bavê wî ji kar tê derxistin, ew neçar dimînin ku vegerin Koyeyê û dibistana seretayî li wir bi dawî bike. Xwendina xwe ya navîn jî li Hewlêrê dixwîne. Di sala 1940an de li Kerkûkê lîseyê temam dike û ji bo xwendina hiqûqê berê xwe dide Bexdayê. Li Zankoya Bexdayê di sala 1945an de beşa hiqûqê diqedîne û dibe parêzer. Ew di dema xwendina xwe ya li Bexdayê dibe endamê Partiya Hîwayê, piştî demekê ji ber xebatên siyasî tê zindanîkirin. Ew helbestvan, parêzer û çalakvanekî siyasî bû. Helbesta wî ya herî navdar Ey Reqîb a sirûda neteweyî ya kurdan e ku di 28 saliya xwe de nivîsîbû, du sal berî mirina wî, bû sirûda neteweyî ya Komara Kurdistanê û hîn jî ji aliyê kurdan ve wek sirûda neteweyî tê qebûlkirin. Dildar di sala 1948an de li Hewlêrê ji xwarinekê jehrî dibe û koça dawî dike. Ew li goristana mezin a Hewlêrê hatiye binaxkirin.

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply