ELAEDDÎN SECCADÎ Û NIRXANDINA ÇÎROKÊN WÎ YÊN JI BO ZAROK Û NÛCIWANAN LI GOR PÎVANÊN EDEBÎYATA ZAROKAN

KURTE

Edebîyata zarok û nûciwanan weku binbeşeke edebîyata modern digel vebûna dibistanên modern dest pê kir û amanca sereke di serî da her çiqas perwerdekirina zarokan û hînkirina wan a xwendinê be jî îroj bi gelek rîş û şaxên xwe ev celeb edebîyat bûye qadeke berfireh û pirberhem. Ji ber ku mafê Kurdan ê perwerdeyê heya îroj jî nehatîye dayîn yan jî lokal û parçekirî bûye, xwînerîya di temenê zarokatîyê da jî gelek qels maye. Bivê nevê vê yekê tesîreke nerênî li geşekirina edebîyata zarokan a bi Kurdî kirîye. Digel vê tesîra nerênî  bi taybetî li başûrê Kurdistanê ji ber hebûna perwerdeyê ya bi zimanê Kurdî hin rê û derî li pêş afirandina vê qadê vebûne û xisûsen ji alîyê helbest û çîrokan ve. Di nivîskarîya çîrokên zarokan da Elaeddîn Seccadî çîroknûsekî pêşeng e ku bûye mijara vê meqaleyê. Wî di salên 1940î da şeş çîrok ji bo zarokan nivîsîne ku di vê meqaleyê da ev şeş çîrok li gorî pîvanên edebîyata zarokan hatîye nirxandin. Berî nirxandinê pêkarên edebîyata zarokan, mijar û rêbaza xebatê jî hatiye neqilkirin. Di encama nirxandinê da kifş bû ku Seccadî, li gorî ruhê serdema xwe di nav qalibên rastbînîya şikilî ya zarokan da çîrok nivîsîne ku em bi rahetî dikarin bibêjin hemkûfê çîroknûsên neteweyên di dewra xwe da bûye.

Bêjeyên Sereke: Edebîyata Zarokan, Çîrok, Elaeddîn Seccadî, Perwerde, Rastîya Zarokan.

DESTPÊK: EDEBÎYATA ZAROKAN Û PÊKARÊN WÊ

Edebîyata zarok û nûciwanan, ji hêla amancên xwe ve ji edebîyata mezinan[1] cuda ye. Di edebîyata mezinan da amanc ne ew e ku kesayetinan ji serî de saz bike, lê di ya zarokan da mebest ew e bêyî ku xweserîya zarokan xerab bike, wan ji hêla ziman, etîk, xwenasîn, civakîbûn û afirînerîyê ve bi pêş da bibe. Dema ku xebat ji bo vê amancê hatin kirin, divê naveroka pirtûkan ji hêla bedewkarîyê ve hêja be û li gorî rastî û îzafîyeta zarokan be.

Rastî û îzafîyeta zarokan du têgehên sereke ne. Ev her du têgeh bingeha edebîyata zarokan saz dike û ji bo nivîskar, rexnegir û xwîneran dibe rêberek[2]. Nivîs û edebîyata ji bo zarokan bêyî nasîna zarokan serkeftineke mayînde bi xwe ra nabe serî. Dîtin, hezkirin, helwest û tevgerên zarokan xwedîyê taybetmendîyên xwemal in. Nêrînên otorîter, amojgar û nêzîkbûna li gorî aqlîyeta mezinan, zarokan ji xwe dûr dike. Ji ber wan sedem û rewşan, nivîskarên ku amanca nivîsîna ji bo zarokan danîne pêş xwe divê zarok, zarokatî, ziman û ramanên zarokan ji nêz ve nas bikin. Heya ji wan hat divê nêzî hîs û helwesta zarokan bibin di dema nivîsandina berhemekê da.

Edebîyata zarokan, divê kesayetên wisa biafirîne da ku bikarin bi xwe biryarên xwe bidin û bikarin berpirsîyarîya biryarên xwe jî ragirin. Herwiha di biryardayînê da xeta hîs û aqil ji hev derînin (Sever, 2003: 14-15). Yanî dema zarokan berhemeke edebîyata zarokan xwend, divê di wan da tovê kesayeteke bi vî rengî şîn bibe.

Norton dibêje ne mimkûn e heya ku têgihiştina dîtbarî û bihîzbarî bi pêş nekeve meriv ji peyamên edebiyatê têbigihêje û herwiha heya zêhn û bîra meriv nekemile jî peywendîya di nav rûdan û karakteran da zehmet e saxlem bê sazkirin. Li gorî wî di pêşveçûna ramanî da rol û erka edebîyatê giring e. Bi taybetî edebîyata zarokan derfeta “çavdêrî”, “berawirdkarî”, “dabeşkirin”, “peyikîn” û “rexnekirin”ê dide zarokan da ku ji hêla muhakeme û fikirîn û tiştên bingehîn ve bi pêş da biçin. (Norton, 1999 vghz. Sever, 2003: 39)

Edebîyata zarokan divê bi mebesteke taybet bê afirandin. Ev mebest divê ne tundîperest, rêzikperest û derûnîkuj be. Weku prosesekê divê kesayet û xwenasîna zarok û zarokatîyê berdewam xurtir bike an jî bibe arîkar ku zarok jê sûd wergirin û xwe xurttir bikin. Herwiha divê bingehek ava bike da ku zarok li ser wî bingehî fikirek û helwestekê bo xwe peyda bike û di tevgerên xwe da wê xwemalîbûna xwe bide der. Bêguman amanceke din a edebîyata zarokan avakirina civateke serbixwe, azad û hilberîner e ku ev jî bi rêya zarokên wê civakê mimkûn e. Berhemên serkeftî yên ji bo zarokan li dor van amancan û li ser esasê rastî û îzafîyeta zarokan li gorî demê divê bên afirandin.

Amanca edebîyatê ne ew e ku helwesteke yekreng a zanistî daîne. Edebîyata zarokan jî nabe ku tu kesî bixe bin dest û nêrînên teng, fikirên otorîter û yekalî (Dilidüzgün, 2007: 20).

Naveroka berhemên zarokan divê li ser hezkirin, hevaltî, aştî, dostanî, tifaq, arîkarî û hestên netewî û hwd. be. Esil li ser hemû babetan be ku zarok bixwe rûbirûyê wan dibin. Lê ya herî muhim rêbaza derbirîn û ristina van babetan e ku divê ji navenda hîs û hestên zarokatîyê dûr nekeve. Helbet ne ku li ser pesinandina hesûdî, neyarî, dijminatîyê be. (Yurttaş, 1997 vghz. Sever, 2003, 112-113). Bêguman neyarî, hesûdî û dijminatî jî di îzafîyeta zarokan da heye. Lê bes divê edebîyata zarokan teşwîqkera van yekan nebe. An jî qet nebe bi zarokan bide zanîn ku çi encamên kambax ên van hîsan hene. Lê dema rasterast van babetan bi şêwazeke dîdaktîk bide pir mimkûn e ku tesîrê li muxatabê xwe neke (Nas, 2004, 87). Yan negihêje amanca xwe yan jî ne ku zarokên afirîner belkî teqlîdker biafirîne.

Her çiqas bawerî ew e ku hemû mijar di edebîyata zarokan da neyên nivîsîn jî li gorî me ev şaş e. Çimkî zarok ne ew heyîn in ji vê dinyaya ku tê da dijîn nehaydar bin yan jî ne muxatabê rastîyên dinyaya xwe bin. Zarok haydar in ji rûdan û meseleyên derdora xwe, heta bi rêya dîjîtalîzasyonê haydar in ji yên gelek dûrî xwe jî û ev yek kêm û zêde li ser wan karîger e. Loma divê rûdan, raman, çalakî û serpêhatîyên ku rasterast û nerasterast di jîyana zarokan da diqewimin, di pirtûkên zarokan da hebin.

Divê nivîskarê edebîyata zarokan asta ziman a muxatabên xwe li ber çavan bigire û hewl bide muxatab an xwînerên xwe jî tevilî prosesa têgihiştin û manakirinê bike. Ev yek ji bo sûdwergirtin û netengijîna xwîneran a ji berhemekê pêwîst e. Sêwirandina ku ji alîyê ziman û watayê ve li gorî asta zarok serkeftî hatibe hûnandin, dê xwe bide xwendin û balê bikişîne (Sever, 2013: 38)

Di geşedana serdema zarokatîyê da bi awayekî lez û pirreng guherîn pêk tên. Çand, civak û malbat di geşedana zarokan da karîger in û tesîrê li jîyana wan a paşerojê jî dikin. Loma her çiqas geşedana ziman a zarokan li gorî rêzeke gerdûnî pêk bê jî li gorî welat, çand, malbat û heta zarokan bixwe jî mimkûn e ji hev cuda be. Loma divê tesnîfkirina berhemên zarokan li gorî asta zimanê wan be û berhem ji hêla zarokên wî temenî ve rewan, fambar û edebî bê nirxandin. Divê bê zanîn di wan berheman da ku ziman ne li gorî pîvanekê lê bi awayekî kêfî hahibe bikaranîn yan jî vegêran ne edebî lê bi temamî teknîk, rijî û çêkirî be ew berhem dê muxatabên xwe ji xwendinê sar bike (Sever, 2013: 93).

Di navbera zimanê zarokan û geşedana wan a zêhnî da peywendîyeke xurt heye. Li gorî têgihiştina zêhna wan zimanê wan teşe digire. Di berhemeke zarokan da bi awayekî giştî tesnîfa zarokatîya pêşdibistanê (4-6 salî), dibistanê (6-12) û nûciwanîyê (12 û jortir) weku bingeh bê qebûlkirin û ziman jî li gorî van serdeman weku têgehên şênber, şênber û razber têkelhev, bêtir razber bê helsengandin dê heya astekê ji kêmasîya ziman bêrî be.[3] Mesela xisûsen ji bo zarokên pêşdibistanê zimanê berhemekê divê bi peyvên şênber û nêzî zarokan dagirtî be, hevok kurt bin û ji alîyê hejmara peyvan ve jî zêde bi ser xurcika wan a peyvan da nebe. Herwiha dîsa ji bo heman serdema zarokatîyê teswîr û tehlîlên leheng û cih lazim e ku ne dirêj bin, ger hebin jî pir kêm bin. Helbet divê ev denge û aheng li gorî serdemên zarokatîya dibistanê û nûciwanîyê bê kontrolkirin û parastin.

Hest û fikirên zarokan û nêzîkbûna wan a li tiştan ji mezinan cuda ye. Divê zarok ji hêla zimanî, derûnî, gîyanî û tevgerî ve bi awayekî zanistî bê naskirin. Ev yek jî bi alîkarîya pedagojîyê dibe ku edebîyata zarokan heya astekê arîkarîyê jê digire. Lê ev nayê wê manayê ku divê edebîyat di nav qalibên pedagojîyê da bê helandin.

Leheng di edebîyata zarokan da bo wan weku model in. Pir mimkûn e ku zarok wan nemûşên lehengan bo xwe mînak bigirin. Loma divê leheng hem gelekî nêzî alem û rastîya zarokan bin hem jî wesfên weku tundî, zilm û zordarî, derew û reftarên xerab ji pênaseya wan dûr be. Carinan ev şaş tê famkirin herweku divê ev mijar bi tu awayî di berhemên zarokan da tunebin. Ne wisa ye. Esil ya muhim ev babet çawa tên sêwirandin. Loma ya sereke divê leheng di hişê zarokan da hestên baş û bixwebawerîyê biçînin (Kardaş ve Alp, 2013: 32).

Lehengên yekalî, monoton û statîk ji hêla zarokan ve nayên hezkirin. Herwiha şaşîyeke din jî ew e herweku divê lehengên edebîyata zarokan, zarok bin. Çawa dibe ku mijar piralî bin, leheng jî divê eynî wisa bin ne îllim ku zarok bin. Lê divê em ji bîr nekin leheng dixwazî bila ajel, heyînên fantastîk yan jî zarok bixwe bin dîsa jî divê muheqeq di şûna zarokan da bin. Yanî ji hîs û tevger û nêrîna wan ne dûr bin. Ger mezin bin jî divê weku mezinên bi çavên zarokan bin.[4]

  1. MIJARA LÊKOLÎNÊ: ELAEDDÎN SECCADÎ Û ÇÎROKÊN WÎ YÊN JI BO ZAROKAN

Herçend sala jidayîkbûna Elaeddîn Seccadî tam ne kifş be jî li gorî hin lêkolîneran ew di sala 1907an da hatîye dinê (Xeznedar, 2006: 55; Rûhanî, 2003: 516) û li gorî hin lêkolînerên din jî ew di sala 1917an da hatîye dinê (Shakely, 2012: 8; Borekeyî Sefîzade, 2008: 286). Ferhad Shakely li gorî hin çîrok û nivîsên wî digihêje wê qenaetê ku ew ne di sala 1907an da lê di sala 1917an da hatîye dinê. Ew li Senendeca rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û ji nesla seyîdên Kelcî û binemala Seccadîyan bûye. Ew di serî da di nav çerxa perwerdeya klasîk a medreseyan da perwerde bûye û hêj zêde mezin nebûyî berê xwe daye medreseyên cuda yên devera rojhilat û başûrê Kurdistanê û feqîtî kirîye. Herî dawî li Silêmanîyê di sala 1937an da îcazeta xwe wergirtîye û di sala 1939an da li Bexdayê di Mizgefta Ne‘îme Xatûn da dest bi melatîyê kirîye. Peywendîyên Seccadî û Îbrahîm Ehmed xurt bûne. Dema ku Kovara Gelawêjê dest bi weşanê dike Îbrahîm Ehmed jê rica dike ku ew bibe birêvebirê kovarê û Seccadî di bihara sala 1940î da dibe birêvebirê kovarê. Di Gelawêjê da cara ewil di sala 1944an da nivîseke wî ya edebî weşîyaye ku ew jî wergêrana çîrokeke Hans Christian Andersenê (1805-1875) Danmarkî ya bi navê Kejserens Nye Klæder e ku Seccadî ew bi navê Kallay Ballay Şa ji Erebî wergêraye û çap kirîye. Piştî wê di sala 1946an da yekem çîroka xwe bi navê Ronezengî Hemesen (Rûnê Heliyayî yê Hemesen) di Gelawêjê da belav kirîye û heya sala 1949an ku weşana Gelawêjê berdewam bûye Seccadî hem birêvebirîya wê kirîye hem jî bi giştî diwazdeh çîrok nivîsîne û belav kirine ku şeş ji van çîrokan ji bo zarokan nivîsîne û çîrokeke wergêranê ya zarokan e ku me qal kir û pênc çîrok jî ji bo mezinan nivîsîne.

Seccadî ji salên 1940î bigire heya 1949an bi kovargerî û rojnamegerîyê ra mijûl bûye û ji bilî Gelawêjê di nîsana 1948an da kovareke du heftane ya bi navê Nizarê jî derxistîye û piştî salekê 22 hejmar jê derçûne û paşê digel Gelawêjê ji hêla hikûmeta Iraqê ve weşana wê hatîye rawestandin. Seccadî piştî vê ezmûnê êdî bi rojnamegerîyê ra mijûl nebûye, lêbelê weku Îbrahîm Ehmed amaje pê kirîye ew neh salên wî yên di nav rojnamegerîyê da jê ra bûye derfet û îmkaneke pir giring ku xwe di warê Kurdî da pêş bixe (vgz. Shakely, 2012: 11). Jixwe ji sala 1950yî û şûnda wî dest bi xebatên xwe yên lêkolînî yên di warê mêjû, edebîyat û çandê da kirîye û heya sala wefata xwe ya 1984an bê navber xebitîye. Herwiha divê em destnîşan bikin ku ew di navbera salên 1959 û 1974an da li Zanîngeha Bexdadê di Fakulteya Edebîyatê di Beşa Zimanê Kurdî da mamosta bûye. Piştî salên 1950yî heya wefata xwe di wê maweyê da heşt berg bi navê Riştey Mirwarî (1957-1983 Bexda) berhemek nivîsîye ku bi piranî gotin û vegêranên gelêrî yên di nav xelkê da bûne. Dîsa berhemên bi navê Mêjûy Edebî Kurdî (1956 Bexda), Geştêkî le Kurdistana (1956 Bexda), Şorrişekanî Kurd (1959 Bexda), Hemîşe Behar (1960 Bexda), Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî (1961 Bexda), Edebî Kurdî û Lêkolînewey Edebî Kurdî (1968 Bexda), Nirxşinasî (1970 Bexda), Du Çamekey Nalî û Salim (1973 Bexda), Kurdewarî (1974 Bexda), Deqekanî Edebî Kurdî (1978 Bexda), Xwoşxanî (1978 Bexda) xebatên wî yên di wê maweyê da bûne (Xeznedar, 2006: 56-58).[5]

Di nav van xebatan da ya ku em ê li ser bixebitin şeş çîrokên zarokan e ku di Hemîşe Behar da çap bûne. Esil di berhemê da bi giştî diwazdeh çîrok çap bûne ku ev çîrokên wî yên di Gelawêjê da bûne ku belavkirina wan dikeve navbera salên 1944-1949an. Ji van çîrokan çîroka Kallay Ballay Şa her çiqas wergêrana çîroka Andersen be jî nehatîye dîyarkirin ku ev wergêran e. Lê pir eşkere ye ku ji çîroka navborî ya Andersen hatîye wergêran. Loma em ê vê çîrokê di vê xebata xwe da nexine nav nirxandinê. Ji bilî vê pênc çîrok ji bo mezinan nivîsîne ku ev weku Ronezengî Hemesen, Le Pênawî Afreta, Şayîyekey Reşey Xecellaw, Bo Çî Neçûyn Bo Koêstan? û Cewher Axa hatine binavkirin. Herweku wî bixwe jî di pêşgotina Hemîşe Beharê da gotîye wî çîroknûsî sûdewer nirxandîye û biryar daye weku neteweyên din Kurd jî ji vî warî bê par nemînin û loma ew nivîsîne û dîsa derbarê naveroka çîrokên xwe da jî li ser bergê çapa yekem wiha dibêje: “Ev komele çîrokên han her celeb kurdewarîyê di xwe da dihewînin û ji nav nax û cîgera wî miletî hatîye der ku her yek ji wan perdeyek in weku perdeyên dêwcamewane.[6]” (Secadî, 1960).[7]

Seccadî di Hemîşe Beharê da şeş çîrokên zarokan jî belav kirîye û esil ev şeş çîrok di sala 1949an da ji meha Adarê bigire heya meha Tebaxê her mehê çîrokek di Gelawêjê da belav kirine. Jixwe berî Seccadî di warê çîroknûsîya zarokan da yê ku berhem dabû Şakir Fettah bû û meriv bi rahetî dikare bibêje ku piştî Fettah, Seccadî çîroknûsê duyem bû ji bo zarokan çîrok nivîsîne. Ji van her şeş çîrokan pênc heb bi teknîka çîrok di nav çîrokê da hatine nivîsîn û bi piranî çîrokên di nav çarçoveya çîroka giştî da ji folklora Kurdî hatine qerzkirin. Di serê hemû çîrokan da lehengên çîrokan zarok in û bi awayekî rû bi rûyê hin kêşeyan dibin. Ji bo helkirina kêşeyan serî li mezinan (dê, bav, kek, bapîr, dapîr) didin û mezin jî ne ku rasterast kêşeyên wan hel dikin, lêbelê çîrokek ji bo wan vedigêrin. Esil ji alîyê fikirandin û çalakkirina zarokan di helkirina kêşeyên xwe da teknîkeke serkeftî û nûjen e. Ev çîrok bi navên Rawejîşk (Nêçîra Jûjîyan), Gurg û Berxeke (Gur û Berxik), Sêweng û Mam Rêwî (Sêweng û Mam Rêvî), Dû Birake (Du Bira), Rêwîyekey Qemçoxe (Rovîyê Qemçoxeyê), Bizin û Meymûneke (Bizin û Meymûn) hatine belavkirin. Bi piranî navên çîroka di nav çîrokê da li wan kirine. Çimkî di zîncîreya rûdanê da vegêrana ku girêya çîrokê çareser û bi encam dike ew çîrok in ku gewdeyên çîrokan ava dikin. Bi vî rengî em ê di vê meqaleyê da li ser nirxandina van her şeş çîrokan li gorî pîvanên edebîyata zarokan rawestin.

  1. RÊBAZA LÊKOLÎNÊ

Em di vê xebatê da van şeş çîrokên zarokan yên Seccadî li gorî binyata vegêranê û li gorî pîvanên edebîyata zarokan a nûjen dinirxînin. Berî ku em derbasî nirxandinê bibin derbarê Elaeddîn Seccadî û çîroknûsîya wî û dewra wî da me xwendineke giştî kir. Ji ber ku bi giştî şeş çîrokên wî yên ji bo zarokan hene xebata me jî li dor van şeş çîrokan teşe girtîye. Îcar di nirxandinê da bêguman serdema ku Seccadî tê da jîyaye giring e. Giring e hem ji bo têgihiştina nêzîkatîya Seccadî ya li çîroknûsîya zarokan hem jî ji bo têgihiştina zarok û mefhûma zarokatîyê ya li gorî wê serdemê. Helbet ev têgihiştina serdemî di çarçoveya çîrokan da jî hatîye şênberkirin. Ev xwendin û raçavkirina serdemê ji alîyê rastî û îzafîyeta zarokan ve ku du nêrînên sereke yên edebîyata zarokan a modern in, guncavbûna çîrokan a li gorî zarokan yan neguncavbûna wan bi me bide zanîn.

Ji alîyekî din ve çîrok li gorî esasên vegêranê û hin esasên pedagojîk hatine nirxandin. Yanî ziman, karakter, zincîreya rûdanê û babet yek bi yek hatine nirxandin. Me her çîrokek bi serê xwe li gorî esasên ku me li jor destnîşan kirin, nirxandin û di dawîyê da bi giştî ji bo şeş çîrokan em gihiştin encamekê. Di nirxandina çîrokan da krîterên ku me ji bo xwe esas girtin li gorî lîteratura vegêrannasî, pedagojî û pênasekirinên zarok û zarokatîyê bûne. Herwiha me xisûsen nirxandina zimanê çîrokan li gorî rêbaza Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyeyê û li gorî formulasyona Dale-Chall pêk anî.

Li gorî pîvanên lêkolîn û nirxandina pirtûkan a Lijneya Talîm û Terbîyeyê ya Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê me dirêjîya hevokan nirxand ku divê di pola yekem a dibistana seretayî da hevokek herî zêde 6-7 peyv; di pola duyem da 8-9 peyv; di pola sêyem da 10 peyv; di pola çarem da 12 peyv; di pola pêncem da 14 peyv be (Güleryüz,  2013: 269).

Li gorî formûla Dale – Chall, sed peyvên pêşîn ê metnê tê wergirtin û tê da hejmara hevokan û peyvên zehmet û nenasyar (peyvên ku kêm tên bikaranîn) tên kifşkirin. Dirêjahîya hevokê wiha tê kifşkirin: hejmara peyvan li hejmara hevokan tê parvekirin û paşê encam tê dîyarkirin. Rêjeya peyvên nenasyar jî wiha tê kifşkirin: hejmara peyvên nenasyar li hejmara peyvên mayîn tê parvekirin û paşê bi 100î tê carandin. Encam çi be rêje ew e (vgz. Çetinkaya, 2010: 57).

Tablo 1: Astên Xwendinê li gorî Formûla Dale-Chall

Rêjeya Peyvên Nenasyar di Xwendinê de Asta Xwendinê Asta Perwerdeyê Temen
4,9

 

 

 

Asta 1. Dibistana Seretayî 5-10   Salî
Asta 2.
Asta 3.
Asta 4.
5,0-5,9 Asta 5.  

 

 

Dibistana Navîn

Û

Amadehî

10-12 Salî
Asta 6.
6,0-6,9 Asta 7. 12-14 Salî
Asta 8.
7,0-7,9 Asta 9. 14-16 Salî
Asta 10.
8,0-8,9 Asta 11. 16-18 Salî
Asta 12.
9,0-9,9 Asta 13. Zanîngeh 18-22 Salî
Asta 14.
10+ Asta 15. û jortir   22+
  1. NIRXANDINA ÇÎROKAN

Çarçoveya nirxandinê ya her çîrokekê weku hev e. Pêşî kurteya çîrokan hat veguhastin. Di pêngava duyem da zimanê çîrokê ji alîyê peyv û hevokan ve hat nirxandin. Di pêngava sêyem da karakter û lehengên çîrokê hatin nirxandin. Paşê zincîreya rûdanê û sêwirandina çîrokê hat nirxandin. Herî dawî babeta çîrokê hat destnîşankirin û nêzîkatîya li babetê ya nivîskar li gorî rastî û îzafîyeta zarokan hat nirxandin.

3.1. Rawejîşk

Kurteya Çîrokê

Rawejîşk yanî Nêçîra Jûjîyan bi teknîka çîrok di nav çîrokê da hatîye nivîsîn. Di çarçove an jî çîroka sereke da du xwîşk û birayên bi navê Nesrîn û Newzad hene. Dema ku Newzad carinan ji Nesrînê aciz dibe wê bi nêçîra jûjîyan ditirsîne û Nesrîn jî tênagihêje nêçîra jûjîyan çi ye û şevekê ji bavê xwe dipirse hal û meseleya wê û Newzad ev e û nêçîra jûjîyan çi ye bila jê ra rave bike. Li ser vê yekê bavê Nesrînê dibe çîrokbêj û çîroka di nav çîrokê da dest pê dike û ev çîrok jî derbarê xapandina kalemêrekî saf ê bi navê Mame Hemed (Ehey Caw) da ye. Çar hevalên fêlbaz bi navê Ehey Kirnû, Reşey Xecelaw, Mecolî Xame û Arifê Elî fêlek tînin serê Mame Hemed û qaşo wî dibin nêçîra jûjîyan û li serê Girê Zêrînokê ku li devera Silêmanîyê ye heya serê şefeqê li wir didin sekinandin û jê bê xeber tên qutîka wî ya helawê dixwin û sibetirê tên temaşeya karesata fêla xwe.  Piştî ku bavê Nesrînê çîroka di nav çîrokê da xelas dike, dîyar e nivîskarê çîrokê di rola vegêrê çîroka sereke da dikeve dewrê û peyama xwe dide û çîrok temam dibe.

Zimanê Çîrokê

Pîvera Dirêjahîya Hevokê: Hejmaran Peyvan (a)/Hejmara Hevokan (b): (a)/(b)= 100/7=14.28

Li gorî encama pîvanê rêjeya peyvên di hevokê da 14.28 e. Ev rêje li gorî zarokên di temenê 11+ da ye.[8] Lê ji ber ku li gorî hevoksazîya Kurdî hin morfemên neleksîkal jî wek peyvekê ji hev û du cuda tên nivîsîn ev rêje di metnên Kurdî da li gorî zimanên din bilindtir derdikeve. Dema ku em vê taybetîya Kurdî jî bihesibînin, dibe ku çîroka Rawejîşk ji bo zarokên di temenê 9+ jî guncav be.

Pîvera Peyvên Nenasyar: [Hejmara Peyvên Nenasyar (a)/Hejmaran Peyvên Nasyar(b)]*100: [(a)/(b)]*100 = [2/100]*100=2

Li gorî pîvanê hejmara peyvên ku ji hêla zarokan ve bi awayekî hêsan neyên famkirin, gelekî kêm in. Ev jî nîşaneya zimanekî hêsan û rewan a metnê ye.

Hejmara peyvên nenas yên di sed peyvên pêşî da: pêsîr, rade.

Karakter û Lehengên Çîrokê

Di çîroka sereke da karakter Nesrîn, Newzad û Bavê wan ê çîrokbêj e. Nesrîn û Newzad zarok in û xwîner li bendê ye ku çîrok bi giştî li derdora alema wan biherike. Lêbelê em vê yekê nabînin. Ev her du karakter hema hema bê fonksîyon in. Tenê yê ku girêya rûdanê diafirînin ew in ku ew jî meseleya rewejîşk e ka çi ye. Esil di serî da tirsandina Nesrînê ji hêla Newzad ve bi çîroka rawejîşk li gorî îzafîyeta zarokan e. Çimkî xisûsen zarokên hêj negihiştine fikirîna razber mimkûn e ji tiştên ku haya wan pê nebe, bitirsin. Lê ji bilî vê em ji alema zarokan tiştekî din di çîrokê da nabînin. Esil girêya rûdanê ne ku bi vegêrana çîrokeke din ji hêla mezinekî (bavê zarokan) ve lê ji hêla zarokan ve bihata encamkirin dê karîgertir bûya li ser xwînerên zarok. Em li vir bi nêrîn û hîsên Nesrîn û Newzad nahesin. Çimkî ya ku di navenda çareserkirina girêyê da ye çîroka duyem a çar hevalan û Mame Hemed e. Li vir karakterê bav jî bi zanetî ji bo ku bixwe bikeve dewrê û muşkîleya wan hel bike, hatîye hilbijartin. Karakterê bav ne tesaduf e, nêrîna nivîskar a li helkirina muşkîleyên zarokan e ku mezin otorîteyek e ji bo vê.

Esil amanc her çiqas analojîya di navbera her du çîrokan da be jî em ferqeke mezin di navbera karakterên çîroka yekem û duyem da dibînin. Di vê vegêranê da analojîyek di navbera Newzad û çar hevalan (Ehey Kirnû, Reşey Xecelaw, Mecolî Xame û Arifê Elî) da ye û analojîyeke din jî di navbera Nesrîn û Mame Hemed da ye. Lê gelo Newzad û Nesrîn dê weku wan karakterên çîroka duyem tevgerîyana, heke muşkîleya di navbera xwe da çareser kiribana? Ev pirs di çîrokê da bê bersiv e. Loma karakter ji karakteran bêtir weku fîguran û tîpîk in ku nivîskar ew bi kar anîye da ku ya di dil û hişê xwe da bibêje.

Zincîreya Rûdanê

Teknîka çîrok di nav çîrokê da hatîye bikaranîn. Di vê vegêranê da du çîrok hene û çîroka sereke ji bo afirandina meraqa çîroka duyem weku destpêkekê hatîye veguhastin. Yanî girêya çîrokê bi peydabûna çîroka duyem eşkere dibe û girê an jî muşkîle di nav çîroka duyem da tê helkirin. Paşê dîsa vegêran derbasî çarçoveya sereke ango çîroka yekem dibe û di wir da digihêje encamê. Rûdana çîroka yekem jî û ya duyem jî bi awayekî kronolojîk diherike û bi encam dibe. Ev zincîreya rûdanê teknîkeke klasîk e û xisûsen çîrokên gelêrî bi piranî bi vê şêwazê tên veguhastin. Ev zincîre ji ber sadebûna xwe bêtir ji bo zarokên pêşdibistanê (4-6 salî) û zarokên dibistanê (6-12 salî) guncav e. Çimkî zêde muhakemeyeke têkel ne lazim e bo têgihiştina rûdanê. Lê em xisûsen di çîroka sereke da zêde bi honandin û tevgerekê nahesin, bêtir weku destpêk û encamek e ku vê yekê jî kirîye ji hêla zîncîreya xwe ve pir lawaz be.

Babeta Çîrokê û Rastî û Îzafîyeta Zarokan di Çîrokê da

Babeta çîrokê ji çîroka duyem tê famkirin ku ew jî li ser fêlbazî, xapandin û safbûnê ye. Ev babet di rastîya zarokan da heye û ji sê çar salî heya dawîya temenê xwe rûbirûyî vê babetê dibin. Lê di vir da ya ku kêmasîyê diafirîne ev babet ne li gorî îzafîyeta zarokan yanî ne li gorî hîs, nêrîn û mejîyê wan li gorî otorîteyekê tê veguhastin ku ew jî çîrokek e tê da şîreta mezin, civak û nivîskar tê hîskirin. Loma li gorî me ev çîrok di asta rastbînîya şikilî ya zarokan da maye. Yanî amanc bêyî ku hîs û tevger û nêrînên zarokan bê zanîn ji hêla otorîteyekê ve şîretek lê bê kirin û bi rêya şîretê bi zarokan bidin famkirin ku fêlbazî, xapandin tiştekî xerab e û safbûn tiştekî masûmane ye. Bêguman wisa ye. Lê em vê yekê ji deng û tevgerên Nesrîn û Newzad tênagehin, heta em hîç bi îtiraz û fikir û rexneyên wan jî nahesin. Çimkî dengê zal di çîrokê da dengê nivîskar e ku çîroka duyem bo xwe kirîye perdeyek. Loma jî her çiqas babet di cih da be jî ji ber nebûna deng û hîsên zarokan em dibêjin ev çîrok di asta rastbînîya şikilî da maye.

3.2. Gurg û Berxeke

Kurteya Çîrokê

Bi teknîka çîrok di nav çîrokê da hatîye vegêran. Di çarçoveya sereke da çîroka Azad û kekê wî heye. Rojek Azad dersa xwe dixebite û dixwaze kekê wî jê ra qala çîroka gur û berxikê bike. Li ser vê kekê Azad dest pê dike çîroka gur û berxikê dibêje ku ev çîrok jî behsa zilma gurekî li berxeke biçûk dike. Lê di çîrokê da gurê zilimkar nagihêje amanca xwe û berî ku berxikê bixwe marekî reş xwe lê dialîne û ew dikuje. Piştî ku kekê Azad çîroka di nav çîrokê da diqedîne û li ser zilm û nebaşîya wê jî dîyalog di nav wan da çê dibe û çîrok bi dawî dibe.

Zimanê Çîrokê

Pîvera Dirêjahîya Hevokê: Hejmara Peyvan (a)/Hejmara Hevokan (b): (a)/(b)= 100/7=14.28

Ev çîrok li gorî asta zarokên di temenê 10-11 salî da ne. Lê weku me di çîroka pêş da jî amaje pê kir, çîrok ji hêla xwendin û famkirinê ve hêsan e.

Pîvera Peyvên Nenasyar: [Hejmara Peyvên Nenasyar (a)/Hejmaran Peyvên Nasyar(b)]*100: [(a)/(b)]*100=[2/100]*100=2

Di 100 peyvan da 2 peyvên ku ji hêla zarokan ve neyên naskirin kêşeyeke famkirinê çênake. Zarokên di temenên biçûk da bi hêsanî dikarin vê çîrokê bixwînin.

Hejmara peyvên nenas yên di sed peyvên pêşî da: tenişt, şibake.

Karakter û Lehengên Çîrokê

Di vê vegêranê da jî du çîrok hene. Di çîroka yekem da karakter Azad û Kekê wî ne û di çîroka duyem da gurg, berx û mar in. Di çîroka Gurg û Berxeke da tu muşkîleyek di navbera Azad û Kekê wî da tuneye. Tenê em pê dizanin ku Azad xwendekarek e û dersa xwe dixebite û dixwaze Kekê wî jê ra çîroka Gurg û Berxeke vegêre. Loma tenê li vir Azad ew fîguran e ku daxwaza çîrokê dike û herwiha di encamê da dîsa ew fîguran e ku guh dide şîreta çîroka duyem a gurg û berxikê. Loma em ji çîroka Azad bêhtir bi çîroka Gurg û Berxeke dihesin ku di wir da jî sê karakterên tîpîk ên çîrokên gelêrî xuya dibin ku gurg weku zalim, berx weku bêguneh, mar yê ku ji teref îradeyeke kullî (Xweda) ve tê şandin.

Di vê çîrokê da analojîyek jî tuneye di navbera karakterên her du çîrokan da. Azad zarokek e û guh didêre bi qiseta Gurg û Berxeke. Azad çi hîs dike, çawa dibîne, çawa dinirxîne an jî ji bo vê yekê çi dike kes pê nizane. Ji ber ku pasîf e û tu roleke wî nîne. Tenê em pê dihesin ku ji alîyê çîrokbêj (Kekê Azad) ve tê manîpulekirin û dikeve aleyhê gurgî da. Herî dawî bêyî ku bixwe bigihêje hin qenaetan, ji alîyê nivîskar bi fîgurana çîrokbêj ve digihêje hin qenaetan. Loma karakter çi zarok çi mezin bin çi jî ajelên tîpîk bin eleqeya wan bi nêrîn û hisîyata zarokan tuneye.

Zincîreya Rûdanê

Rûdan di vê çîrokê da kronolojîk e. Lêbelê em di vê rûdanê da bi girêya rûdanê nahesin. Tenê daxwaza guhdarîkirina çîroka gurg û berxikê dibe nihiçka destpêka çîroka duyem û ew jî bi awayekî klasîk ku di çîrokên derasayî yên gelêrî da çawa be wisa dest pê dike. Berxik ji malê dûr dikeve, Gurg xerabîyek tîne serî, Mar bi xerabîyê dihese alîkarîya Berxikê dike û rûdan temam dibe. Zincîreya rûdanê ya çîroka duyem li gorî rêbaza Vladimir Propp a zincîreya çîrokên derasayî diqewime ku ew jî kronolojîk e û li ser fonksîyonên karakteran dabeş dibe. Çîroka sereke ya ku bi Azad û Kekê wî dest pê kirî, bi dîyalogeke di navbera wan da bi encam dibe. Em ji vir têdigehin ku zincîreyeke rûdanê ya çîroka sereke tuneye û tenê destpêk û encama wê weku hin nihiçkan e ku yan çîroka di nav çîrokê da bide destpêkirin yan jî peyama çîrokê ragihîne. Ji alîyê teswîrê ve jî karakterên çîroka yekem qels in. Em nizanin Azad û Kekê wî karakterên çawan in. Loma ji vir jî meriv têdigihe ji karakteran bêtir fîguran in.

Babeta Çîrokê û Rastî û Îzafîyeta Zarokan di Çîrokê da

Babet ji çîroka duyem a gur û berxê tê zanîn ku ew jî fêlbazî, zilm, derew û encama wan a xerab e. Lêbelê di rastîya zarokan da gelek caran zilim û derew bi vî şikilî naxuye. Zilim û derew gelek caran felaketan jî tînin serê mirovan (zarokan). Yanî alîyê pûçbûna derew û zilmê ne tenê rastîya zarokan e û alîyê texrîbkar jî rastîya wan e ku zarok bixwe dijîn gelek caran. Li vir jixwe Azad û Kekê wî bi tu awayê di nav peywendeke wiha da naxuyên, bi tenê bi awayekî teorîk nirxandinekê li ser babetê dikin ku ev jî midaxaleya nivîskar nîşanî me dide. Herwiha çîroka duyem a ku tê da ev temasîla babetê derbas dibe dîsa bi çavê mezinek, civatek an jî qebûleke giştî babetê dide û yekalî ye. Loma dubare otorîter e. Otorîter e ji ber ku Azad û Kekê wî bixwe tiştek wiha di çîrokê da tecrube nekirine û negihiştine encamekê. Dîsa otorîter e ji ber ku bi rêya temsîlekê tên manîpulekirin ber bi fikirekê ve. Loma her çiqas babeteke li gorî rastîya zarokan be jî ji ber ku îzafîyeta zarokan hatîye binpêkirin di nav rastbînîya şikilî da maye û di vê çîrokê da mebest perwerdekirina zarokan bi rêya temsîleke otorîter û yekalî ye.

3.3. Sêweng û Mam Rêwî

Kurteya Çîrokê

Ev vegêran tenê ji çîrokekê pêk tê. Sêweng û Tara xwîşk û birayên hev in û lehengên sereke yên çîrokê ne. Sêweng xwendekar e û dema dersa xwe ya cografîyayê dixebite bala wî dikêşe ku welatê wî pir zengîn e ji alîyê siruşta xwe ve û li ser vê yekê bi xwişka xwe Tarayê ra sohbet dike û biryar didin ku dê û bavên xwe qanih bikin û biçin bi çavên serê xwe van zengînîyên welat bibînin. Çîrok li mintiqeya Kifrîyê, li gundê Dirozneyê û cihekî bi navê Ava Spî derbas dibe ku ev der li başûrê Kerkûkê û bakurê Bexdayê dikevin. Sêweng û Tara dê û bavê xwe qanih dikin û diçin li Ava Spî û Madenên Dirozneyê digerin û bi çavên xwe dibin şahidîya zengînîya sirûşta welatê xwe û dîsa bi peyameke bi devê her du lehengan çîrok diqede. Ev peyam derbarê giringîya siruşta welat da ye. Esil piştî vê encamê sekanseke din di çîrokê da vedibe. Di vê sekansê da dema vedigerin mala xwe di rê da rovîyek dibînin û Sêweng pê ra sohbetê dike û di vê sohbetê da rovî qala nebûna întizam û edaleta li welêt bi metaforekê dike.

Zimanê Çîrokê

Pîvera Dirêjahîya Hevokê: Hejmara Peyvan (a)/Hejmara Hevokan (b): (a)/(b)= 100/4=25

Dîyar e ku hevok dirêj in û bi rêjeya 25 peyvan saz bûne. Ev rêje ji bo şopandina naverok û manaya çîrokê rêjeyeke pir bilind e. Ji bo xwînerên zarok û nûciwan ev rêje ne guncav e û ji bo ku xwînerên di van temenan da metnekê bi hêsanî fam bike divê hevokên herî dirêj ji 10-15 peyvan pêk bê. Loma mimkûn e xwîner û guhdêrên zarok û nûciwan di xwendin û guhdarîkirina vê çîrokê da zehmetî bikêşin.

Pîvera Peyvên Nenasyar: [Hejmara Peyvên Nenasyar (a)/Hejmaran Peyvên Nasyar(b)]*100: [(a)/(b)]*100 = [8/100]*100=8

Li gorî pîvanên Dale-Chall, encam li gorî kesên di temenê 16-18 salî da ne. Bêguman ev rêje bilind e û ne li gorî xwînerên zarok û nûciwan e.

Hejmara peyvên nenas yên di sed peyvên pêşî da: xêr, çavkanî, binirx, bêhempa, berav, neft, element, kêrhatî.

Karakter û Lehengên Çîrokê

Sêweng û Tara du bira û xwişk û lehengên sereke yên çîrokê ne û dê û bavê wan û Mam Rêwî jî karakterên din ên di nav çîrokê da ne. Her çiqas di vê çîrokê da rûdan serdanpê li derûdora Sêweng biçe û bê jî Sêweng û Tara ne bi zanîn, hîs û helwesta xwe bêtir bi zanîn û helwesteke otorîter a nivîskar dipeyivin û tevdigerin. Li vir dê û bav zêde otorîter nînin û bêtir di çarçoveya rola dayîktî û bavtîyê da û herî zêde rêbertîyê da cih digirin. Bav erebe kirê dike, rêberîya zarokan dike û wan dibe û tîne. Dayîk digel vê çîrokê di çîrokên din da jî digel bavan di biryaran da şirîk in an jî karîger in. Lê hema hema di her çîrokê da bêtir ê otorîter bav e. Mam Rêwî tîpeke karîkaturîstîk e di vê çîrokê da jî ku di sekansa dawî da xuya dibe. Li gorî me Mam Rêwî ne karakterek e ewqas karîger e ku navê xwe bide çîrokê. Heta sekansa dawî ya ku Mam Rêwî tê da xuyaye hebkî ji rûdana sereke ya çîrokê dûr jî ketîye. Çimkî heya sekansa dawî babet li ser giringîya zengînîyên welêt û mêtingerîya kolonyalîstan e. Di sekansa dawî ya ku Mam Rêwî weku metaforek tê da xuyaye li ser nebelîbûna çep û rastên birêvebirên welêt e. Bi giştî karakterên ku tevdigerin Sêweng û Tara ne. Dengê zal ê bavê wan û herwiha nivîskar e.

Zincîreya Rûdanê

Ev çîrok ji sê sekansan û bi tenê ji rûdanekê pêk tê. Teknîka çîrok di nav çîrokê da tenê di vê vegêranê da nehatîye bikaranîn. Sekansa sêyem a dawî ji alîyê babeta xwe ve ji herdu sekansên ewil qut bûye û bê eleqe xuya dike. Ev piçekî ji ber dawîya sekansa duyem e jî ku herweku encamê lê tê. Xwîner tê digihîje ku çîrok bi encam bûye û lê dinêre ku sekanseke din dest pê dike. Ev yek însicama rûdanê xerab dike û herwiha sekansa sêyem di valahîyekê da dihêle. Ji alîyê demê ve jî kronolojîk e her sê sekans. Zincîreyeke rûdanê ya klasîk e û ne aloz e. Loma ji bo xwînerên zarok ne zincîreyeke girift e.

Babeta Çîrokê û Rastî û Îzafîyeta Zarokan di Çîrokê da

Babet di vê çîrokê da zengînîyên welêt, giringîya wê zengînîyê û rexneya bikaranîneke ne durust a vê zengînîyê an jî bikaranîna ne bi destê xelkê welêt e. Nêzîkbûna li zengînîyên welêt, rexneya li serdestan ne li gorî îzafîyeta zarok û nûciwanan bêtir bi îzafîyeta mezinan hatîye veguhastin. Esil di rastîya zarokên di temenê Sêweng û Tara da zengînîyên welêt û rexneya li serdestan mimkûn e bibe babetek. Lêbelê awayê hûnandin û nêzîkbûna li babetê ji helwesta zarokan (4-12 salî) pir û ji helwesta nûciwanan (12-15 salî) kêmek dûr e. An jî meriv dikare bibêje ev babet ger bê hûnandin jî di metneke edebî da bêtir li gorî nêrîn û helwesta nûciwanan ji bo zarokên 12 salî û jortir guncav e. Lê ya muhim li vir zarokên di wê serdemê da van zzengînîyên welêt û midaxaleya bîyanîyan a li welêt çawa hîs dikin an jî bi kîjan rê û argûmanan van yekan hîs dikin? Divê meriv bersivên van pirsan baş bizane û li gorî wê vê babetê bihûne. Belkî wê çaxê çîrokeke serkeftî jê derkeve. Lê bi vî rengî Seccadî gelek ji rastî û xisûsen ji îzafîyeta zarokan dûr ketîye. Jixwe babeta di sekansa dawî da ku Mam Rêwî lê xuya dibe bê eleqe ye û di nav heman rûdanê da babetên bêeleqe ne tenê xwînerên zarok hemû xwînerên edebîyatê ji metnê sar dike ku li vir şaşîyeke bi wî rengî hatîye kirin.

3.4. Dû Birake

Kurteya Çîrokê

Di vê çîrokê da dubare teknîka çîrok di nav çîrokê da hatîye bikaranîn. Çîroka sereke ya Hêlo û Şaho ye ku ev du bira ne. Hêlo hin fêlan li birayê xwe Şaho dike û piştî demekê Şaho vê yekê ferq dike û diçe ji bavê xwe ra dibêje hal û meseleya min û Hêlo ev e. Bavê wî li wir ji wan ra dibêje meseleya we jî weku ya her du birayan e û li ser vê Şaho vê meseleya her du birayan meraq dike û ji bavê xwe rica dike ku jê ra bibêje. Bavê wî jî dest pê dike ji wan ra qala çîroka Gerdalî û Seferalî dike ku du bira ne û mîrasa bavê xwe di nav xwe da parve dikin. Lê Gerdalî di parvekirina mîrasê da fen û fûtan li Seferalî dike û hemû tiştên bi qîmet û bi kêr tên ji xwe ra digire û yên ku bêqîmet û zikê meriv têr nakin dide Seferalî. Piştî ku çîroka wan diqede Şaho ji bavê xwe ra dibêje erê rast e Gerdalî jî weku Hêlo kirîye û di çîrokê da hem li ser heqxwarinê hem jî li ser ferqa ‘emel û axaftinê peyam hene. Ev peyam bi devê zarokan tê dayîn.

Zimanê Çîrokê

Pîvera Dirêjahîya Hevokê: Hejmara Peyvan (a)/Hejmara Hevokan (b): (a)/(b)= 100/5=20

Di metnê da digel ku peyvên nenas kêm in jî hevoksazî li ser 20 peyvan hatîye danîn û ev yek têgihiştinê zehmettir dike Çimkî digel hêsanîya ziman rewanî jî muhim e di têgihiştinê da û nexasim bo xwînerên zarok û nûciwan. Mimkûn e metneke mezinan li gorî vê rêjeyê ava bibe, lêbelê ji bo zarok û nûciwanan rêjeyeke bilind e.

Pîvera Peyvên Nenasyar: [Hejmara Peyvên Nenasyar (a)/Hejmaran Peyvên Nasyar(b)]*100: [(a)/(b)]*100=[2/100]*100=2

Zarok vê çîrokê bêyî ferheng û arîkarîya mezinan bi rahetî dikarin têbigihêjin. Peyvên nenas ji ber ku kêm in dikare li gorî peywendê jî mana jê derîne.

Hejmara peyvên nenas yên di sed peyvên pêşî da: berbang, xurînî.

Karakter û Lehengên Çîrokê

Ji ber teknîka çîrok di nav çîrokê da karakter jî ji hev cuda dibin. Hem ji alîyê xisûsîyetên karakteran ve hem jî ji alîyê zîncîreya rûdanê ve analojî di navbera van her du çîrokan da hene. Di çîroka sereke da Hêlo û Şaho di çîroka duyem da Gerdalî û Seferalî karakterên sereke ne û herwiha ew karakter in yên ku di navbera wan da analojî hatîye avakirin. Di vê çîrokê da ji alîyê nasîna karakteran ve hin teswîrên nerasterast hene çawa ku Hêlo werzişê dike û Şahoyê ku birayê wî yê biçûk e çav didê û ew jî dixwaze werzişê bike. Herwiha fêl û fenên Hêlo û safbûna Şaho dîsa ji van teswîran çendek in ku em vê teswîrê di karakterên Gerdalî û Seferalî da jî dibînin. Ji bo çîroka duyem bê vegêran mîna di çîrokên din da karakterên sereke yên çîroka yekem serî li mezinekî didin ku di vir da jî ew kes bavê Hêlo û Şaho ye. Ji bilî vegêrana çîroka duyem û dayîna hin peyamên rasterast tu fonksîyoneke bav tuneye. Dengê nivîskar ji dengê karakteran zaltir e û heta hin peyamên ku gelek dûrî îzafîyeta zarok û nûciwanan bin di çîrokê da tên neqilkirin herweku di dawîya vê çîrokê da Şaho dibêje:

“Bavocan, ez gelek tiştan ji vê meseleya te gotî hîn bûm. Tu bo çi ev qas dûr diçî. Ne tenê di navbera min û Hêloyê birayê min de, îroj temamê alemê ev lê hatîye. Hinek weku Gerdalî goştê ser birincê dixwin hinek jî weku Seferalî binê beroşê vedirojin. Nexasim ev mesele di nav qewmekî weku me kurdan da pir diqewime, aşê me didizin û me bi çeqçeqokê dixapînin.

Belê bavocan, qiseta Gerdalî û Seferalî hatîye serê me; Hin kes xêr û bêra tiştan dixwin, hin kesên bi taybetî weku me jî binê beroşê dialêsin. Lê mixabin bavocan, hezar galgal bi qasî panotekî pere nakin.” (Seccadî, 2012: 150-151)

Zincîreya Rûdanê

Bi şêwaza çîrok di nav çîrokê da hatîye vegêran. Girê di çîroka yekem da ava dibe bi fêlbazîya Hêlo. Jixwe ev yek dike ku qiseteke analojîk bê vegêran da ku girê çareser bibe. Wisa jî dibe. Çimkî ji alîyê bavê Hêlo û Şaho ve çîroka di nav çîrokê da ya Gerdalî û Seferalî tê vegêran. Hem di vê çîrokê da hem jî di çîrokên din da çîrokên di nav çîrokan da bi piranî ji qiset û çîrokên gelêrî hatine neqilkirin. Ji alîyekî ve meriv tê digihêje ku dayîna peyama rasterast bi rêya wan çîrokan xurt e. Lê ji alîyekî ve rûdan û karakterên çîroka yekem lawaz dikevin û hûnandina çîroka yekem qels dimîne. Bivê nevê pirs li cem me çê dibe: Gelo Seccadî di çîroknûsîyê da nû bû, ji dêvla ku hûnandineke nû bike loma serî li rêyeke wiha dida? Em tam nikarin bersiva vê pirsê bigirin. Lê dema em tecrubeya Seccadî ya nivîskarîya edebî dinêrin û herwiha li van çîrokan dinêrin li cem me gumaneke heqdar a bi vî rengî çê dibe. Li gorî me ji bo edebîyata zarokan digel avantajên weku zindîgirtina meraqê û çêkirina analojîyê dezavantajên weku pasîfmayîna karakteran, guhdêrîya şîretan a vê şêwaza ku Seccadî bi kar anîye jî heye.

Babeta Çîrokê û Rastî û Îzafîyeta Zarokan di Çîrokê da

Babet fêlbazî û heqxwarin e. Dîsa du babetên razber bi rêya çîrokekê heya ji nivîskar hatîye şênber kirîye. Ev alîyê erênî yê çîrokê ye ji bo edebîyata zarokan. Lêbelê xisûsen babeta çîroka duyem a ku li ser parvekirina mîrasa bavê Gerdalî û Seferalî ye ji alema zarok û nûciwanan dûr e. Esil ev şêwaza analojîyê ji bo gihandina peyamên çîrokê bo xwîneran e. Her çiqas ev şêwaz bo edebîyata zarokan mifadar be jî divê nivîskarê edebîyata zarokan baldar be dê kîjan babet û mijaran berawird bike û analojîyek di navbera wan da daîne. Xapandin û heqxwarina Hêlo ya ku li Şaho dike li gorî rastîya zarokan e. Lêbelê mijara mîrasê ji bo şênberkirina vê babetê dûrî alema zarokan maye. Loma Seccadî di şûna çîroka parvekirina mîrasê da dikaribû rûdaneke din hilbijarta. Ji alîyê nirxandina babetê ango heqxwarinê ve jî ji nirxandina bi çav û hîsên zarokan dûr maye ku ev jî dûrbûna ji îzafîyeta zarokan e ku em di kelamên dawî yên Şaho da şahidîya vê dikin.

3.5. Rêwîyekey Qemçoxe

Kurteya Çîrokê

Ev çîrok jî bi teknîka çîrok di nav çîrokê da hatîye vegêran. Çîroka sereke ya Pişko, Pûşû, Hello, Zanzad, Perîzad û Sewllê sê kur sê keçikên heft salî ye ku tê da çîrokbêjeke wan a bi navê Nene Pîrûz heye. Di serî da zarok bi hev ra dilîzin û Pûşû dexelî û fêlbazîyan dike û Nene Pîrûz vê yekê dibîne û dibêje tu weku Rovîyê Qemçoxeyê yî. Li ser vê gotina Nene Pîrûz zarok meraq dikin ka meseleya Rovîyê Qemçoxeyê çi ye? Ji Nene Pîrûz rica dikin ku ji wan ra vegêre û ew jî dest pê dike qala çîroka Rovîyê Qemçoxeyê dike. Li gundekî bi navê Qemçoxe ya bi ser welatê Allan nêçîrvanekî bi navê Hemey Baram Rûte heye û ew nêçîra rovîyan dike. Paşê tîne post dike û goştê wan dixwe û postê wan jî hiltîne da ku paşê bifiroşe. Rojekê rovîyeke fêlbaz xwe di nav wan postan da vedişêre û her şev mirîşkên gundîyan dixwe. Herî dawî pê dihesin ku yê ku vê fêlê dike rovî ye û ew ceza dikin û çîrok xelas dibe. Piştî xelasbûna vê çîrokê dubare derbasî çarçoveya çîroka sereke dibe û li wir Nene Pîrûz dubare peyama neduristîya fêlbazîyê dide Pûşû û zarokên din û çîrok xelas dibe.

Zimanê Çîrokê

Pîvera Dirêjahîya Hevokê: Hejmara Peyvan (a)/Hejmara Hevokan (b): (a)/(b)= 100/8=12,5

Ev çîrok li gorî zarokên di temenê 10 salî da guncav e. Heta ji bo zarokên du sê sal biçûktir jî dibe. Ji ber ku peyvên nenas jî kêm in, meriv bi rahetî dikare ji bo zarokên heft salî û jortir pêşnîyaz bike.

Pîvera Peyvên Nenasyar: [Hejmara Peyvên Nenasyar (a)/Hejmaran Peyvên Nasyar(b)]*100: [(a)/(b)]*100 =[3/100]*100=3

Hejmara peyvên ku ji hêla zarokan ve îhtimal e neyên famkirin, hindik e û di asta zarokên 5-10 salî da ye û ev çîrok li gorî pîvanên Dale-Chall minasib e ji bo xwînerên zarok.

Hejmara peyvên nenas yên di sed peyvên pêşî da: firişte, tinaz, mest.

Karakter û Lehengên Çîrokê

Mîna çîrokên din ev vegêran jî bi şêwaza çîrok di nav çîrokê da hatîye hûnandin. Di çîroka sereke da her çiqas bi navê Pişko, Pûşû, Hello, Zanzad, Perîzad û Sewllê sê kurik û keçik hebin jî em bêtir bi hebûna Pûşû û Perîzadê dihesin. Karakterên din bêtir weku karakterên folyo ji bo derxistina pêş a her du karakterên sereke ne. Ev karakter zarokên şeş heft salî ne. Pûşû kesekî fêlbaz e û Perîzad jî kesa herî şîrîn a li ber dilê Nene Pîrûz e. Nene Pîrûz di vê çîrokê da vegêra çîroka di nav çîrokê da ango Rovîyê Qemçoxeyê ye. Li gorî çîrokên din cara ewil em dibînin ku çîrokbêjê ku ji mezineke civatê ye tê teswîrkirin. Nene Pîrûz berî ku dest bi çîrokbêjîya xwe bike ji vegêrê çîroka sereke ve tê teswîrkirin. Karakterên di çîroka di nav çîrokê da jî nêçîrvanekî bi navê Hemey Baram Rûte ye û rovîyeke fêlbaz e ku navê wî bûye Rovîyê Qemçoxeyê. Li vir analojîyek di navbera Rovîyê Qemçoxe û Pûşû da heye ku jixwe ev weku îthamek di serî da ji devê Nene Pîrûz tê arastekirin. Lê dema meriv bi cezakirina Rovîyê Qemçoxe dihese ku cezakirineke gelek dijwar e mimkûn e li cem zarokên xwe bixin şûna Pûşû an jî hevalên wî travmayekê biafirîne. Jixwe em di dawîya vegêrana çîroka temsîlî da bi dengekî nizm ê teslîmbûyî yê bindest ê zarokan dihesin ku li gorî me ev ji bo bixwebawerîya zarokan ne durust e.

Zincîreya Rûdanê

Du çîrokên di nav hev da bi şêwaza analojîyê bi hev ve hatine girêdan ya ku girêyê çê kirîye çîroka sereke ye û ya ku girêyê çareser dike çîroka Rovîyê Qemçoxeyê ye. Her du çîrok jî bi awayekî kronolojîk rêz bûne. Rûdanên her du çîrokan jî di nav sekansekê da pêk tên. Ev zincîre ya herî sade ye. Lêbelê sadebûna zincîreyê nayê manaya serkeftîbûnê. Bi tenê belkî têgihiştinê hêsantir bike ev zincîre.

Babeta Çîrokê û Rastî û Îzafîyeta Zarokan di Çîrokê da

Babet li ser fêlbazî û encama wê ya xerab e. Mîna çîrokên din di vê çîrokê da jî Seccadî babetê bi awayekî otorîter nîşan daye. Loma deng û helwesta karakteran a li dijî fêlbazîyê nexuyaye. An jî çareserkirina kêşeyê ne bi destê karakteran e. Loma ji çîrokeke bo zarokan bêtir meriv pê dihese ku weku qiseteke pend û şîretan hatîye vegêran. Loma her çiqas babet di rastîya zarokan da hebe jî çareserîya babetê ji îzafîyeta zarokan gelekî dûr e. Çîrok di rastbînîya şikilî ya zarokan da tenê ji bo agahdarkirina xwîneran a encama bedbext a fêlbazîyê ye. Gelo Pûşû û Perîzad dê çawa vê kêşeyê hel kiribana, nayê dîtin di çîrokê da.

3.6. Bizin û Meymûneke

Kurteya Çîrokê

Di vê vegêranê da sê çîrok peyda ne. Teknîk dîsa çîroka di nav çîrokê da ye. Çîroka sereke ya çend hevalên bi navê Dana, Nerîman, Neşmîl û Xeramanê ye. Ev heval dixwazin goganê bilîzin û Xeraman bê destûr diçe goga hevalekî xwe yê din Zana tîne digel ku Nerîman li dijî wê jî derdikeve û paşê Zana pê dihese û wan şermezar dike. Li ser vê yekê Xeraman bêbextîyan li Nerîman dike û sûc dixe stûyê wê. Dema ev mesele diqewime li wir karakterekî din ê bi navê Xalê Menûçehr heye û ji kurê xwe yê Felemez ra dibêje qiseta van weku ya Bizin û Meymûnê ye. Li ser bihîstina dengê Xalê Menûçehr Neşmîl û hevalên xwe jê rica dikin ku meseleyê ji wan ra vegêre. Xalê Menûçehr dema dest bi vêgerana çîroka Bizin û Meymûnê dike pêşî behsa çîroka Mîrê Botan dike û di nav çîroka Mîrê Botan da behsa çîroka Bizin û Meymûnê dike. Mîrê Botan nexweş dikeve û dermanê nexweşîya wî jî ken e û rojekê bi rê dikeve diçe Hewlêrê û li bazarê çavên wî li Meymûn Bizinekê dikeve ku li cem xwedîyê xwe yê mastfiroş sekinîne û xwedîyê wan mast teslîmî wan dike û heya tê meymûn mast xelas kirîye û satilê danîye ber bizinê û bêbextî lê kirîye ku bizinê mast gişî xwarîye. Mîrê Botanê li ser vê meseleya ku dibe şahid gelek dikene û ji nexweşîya xwe xelas dibe û çîroka Xalê Menûçehr jî diqede. Li ser vê yekê Nerîman ji Xeraman ra dibêje ev meseleya min û te bû û çîroka giştî bi vî rengî bi dawî dibe.

Zimanê Çîrokê

Pîvera Dirêjahîya Hevokê: Hejmara Peyvan (a)/Hejmara Hevokan (b): (a)/(b)= 100/14=7,14

Ev rêje di asta zarokên 6-7 salî da ye û zarokek hêj hînî xwendinê nebûbe jî mimkûn e pir baş ji vê çîrokê tê bigihîje. Hevok kin in û ziman hêsan û rewan e.

Pîvera Peyvên Nenasyar: [Hejmara Peyvên Nenasyar (a)/Hejmaran Peyvên Nasyar(b)]*100: [(a)/(b)]*100 =[0/100]*100 = 0

Li gorî rêjeya peyvên nenas di nav çîrokên Seccadî da ya herî hêsan ev çîrok e. Peyv û gotinên ku hatine bikaranîn ji zimanê rojane ne û zarokên di temenên biçûk da jî dikarin bi awayekî rehet vê çîrokê têbigihîjin.

Hejmara peyvên nenas yên di sed peyvên pêşî da:

Karakter û Lehengên Çîrokê

Di vê vegêranê da sê çîrok hene. Di çîroka yekem da çar hevalên bi navê Dana, Nerîman, Neşmîl û Xeraman cih digirin û Zana jî dîsa hevalekî wan ê din e û piştî ku hebkî rûdan bi pêş ve diçe dikeve nav çîrokê. Motîvasyona van karakteran çêkirina girêyek e bo rûdanê ku wisa jî dibe. Weku din em di dawîya çîrokê da bi dengê Nerîmanê dihesin ku peyama qisetê bi dengê xwe vediguhêze bo Xeraman. Analojîya tevgeran di navbera tevgerên Nerîman, Xereman û Bizin û Meymûnê da ye. Çîroka Bizin û Meymûnê çîroka di nav çîroka duyem a Mîrê Botanê da ye. Vegêrê van her du çîrokan Xalê Menûçehr e ku ew jî mîna mezinên di çîrokên din da rola çîrokbêjîyê pêk tîne. Seccadî vê rêbazê di hemû çîrokan da bi kar anîye. Mezin yanî temsîlkarê otorîteyê û xwedîyê nesîhet û şîretan e û divê zarok guh bidine wan. Esil her çiqas di çîrokan da rasterast ev neyê teswîrkirin jî ji rola wan mezinên di çîrokan da peyameke veşartî ya bi wî rengî heye. Ev bixwe jî tesewura rastbînîya şikilî ya zarokan e. Yanî nivîskar hebûna serdema zarokatîyê qebûl kirîye û gelo zarok çi hîs dikin û dibêjin zêde ne di bala nivîskar da ye. Amanca nivîskar li gorî zanîn û nesîhetên mezinan perwerdekirina zarokan e. Dengê karakteran lawaz e û heta hîç tuneye. Ev bi giştî îşaretî rastbînîya şikilî dikin.

Zincîreya Rûdanê

Zincîre bi sê çîrokên di nav hev da hatîye avakirin. Loma hêmana meraqê bêtir xurt bûye. Çîroka sereke peydabûna kêşe û girêya çîrokê dihewîne û her du çîrokên din jî ji bo çareserîya kêşeyê vegêranên temsîlî ne. Çîroka duyem a Mîrê Botanê esil binesazîya çîroka sêyem ango ya Bizin û Meymûnê ye. Çimkî her çiqas çîrokeke cuda be jî em bi dengê Xalê Menûçehr û bi çavên Mîrê Botanê dibin şahidê rûdana Bizin û Meymûnê. Bi dorê her du çîrok tên vegêran û paşê çarçoveya çîroka sereke bi axaftineke kurt a Nerîmanê û Xereman bi dawî dibe. Esil ev çîrok dibe ku bêtir komplîke xuya be jî lê ji ber ku bi awayekî kronolojîk û bi teknîka rawestandina dema rûdanên çîrokên din têgihiştin bi serkeftî çê dibe û ne dûrî konsantreya zarokan e.

Babeta Çîrokê û Rastî û Îzafîyeta Zarokan di Çîrokê da

Babeta sereke ya çîrokê bêbextî ye. Her çiqas amanc peyama nedurustbûna bêbextîyê be jî bi hûnadineke saxlem ev nayê dayîn. Çimkî Mîrê Botan dema bêbextîya Meymûnê ya li Bizinê kirî dibîne, dikene û herweku kêfa wî pê ra hatibe. Lêbelê di çîroka sereke da esil bêbextîya ku Nerîman li Xeraman dike cihê şermezarîyê ye ne ku cihê kenê. Li gorî me ji ber vê honakê analojîya babetê her çiqas bi devê Nerîman di dawîyê da hatibe dûpatkirin jî ferqek û rîskek heye di wê analojîyê da. Ev rîsk kena Mîrê Botan a li beramberî bêbextîya Meymûnê ye. Ji astengkirinê bêtir dibe ku teşwîqker be ew kena Mîrê Botan. Di vê çîrokê da digel van qisûr û lawazîyan mîna çîrokên din karakter di helkirina kêşeyê da ne di navendê da ne. Li vir jî statîk û li benda peyam û nesîhetan e. Loma di rastbînîya şikilî da û ji îzafîyeta zarokan dûr hatîye nirxandin ev çîrok.

ENCAM

Piştî xwendin û nirxandina şeş çîrokên zarokan yên Elaeddîn Seccadî em gihiştin çend encaman. Berî her tiştî divê em destnîşan bikin ku Elaeddîn Seccadî di serdemeke beyar a edebîyata Kurdî ya modern da jîyaye û xisûsen ji hêla metnên pexşankî û vegêranî ve. Loma li gorî me bîrbirina nivîsîna çîrokan ji bo zarokan jî helwesteke gelek rewşenbîrane û li gorî dema xwe li pêş e. Îcar dema em bala xwe didin ziman û naveroka çîrokan em dikarin van çend xalên jêrîn weku encam bi dest bixin.

Ji hêla bikaranîna ziman ve ji bilî çîroka Sêweng Mam Rêwî di piranîya çîrokên din da zimanekî hêsan û rewan tercîha Seccadî bûye. Bi giştî pênc çîrokên mayîn ji bo zarokên di navbera 7-15 salî da guncav in ji alîyê ziman ve. Ev yek jî nîşanî me dide ku Seccadî di wê ferqê da bûye ku divê hay ji zimanê çîrokan hebe. Belkî ev hêsanî û rewanî bi tesîra çîrokên gelêrî jî bûbe, ji ber ku di nav her pênc çîrokên destnîşankirî da ji çîrokên gelêrî hatîye îstifadekirin.

Ji alîyê karakter û lehengên çîrokan ve Seccadî xwe neêşandîye û bo xwînerên zarok neketîye nav teswîr û afirandina karakteran û karakteran gelek pasîf hiştîye û ev yek li gorî me empatîya di navbera xwînerên zarok û karakterên çîrokê da dişikîne. Seccadî karakterên wisa afirandine ku ew bêtir li benda pend û şîretan bin û herwiha di çareserkirina kêşe û girêya çîrokan da hema hema hîç fonksîyonekê li karakterên sereke bar nekirîye. Kesên temenmezin di çîrokên Seccadî da weku otorîte hatine nîşandan ku li gorî me ev ji ber nêrîna rastbînîya şikilî ya edebîyata zarokan e. Çimkî li gorî vê rastbînîyê zarok muhtacê mezinan an jî otorîteyeke li ser wan in ku bêne perwerdekirin û nesîhetkirin. Vê nêrînê tesîrê li afrandina karakterên çîrokan jî kirîye.

Ji alîyê zincîreya rûdanê ve dîsa çîroka Sêweng û Mam Rêwî ne tê da gişt bi teknîka çîrok di nav çîrokê da hatine sêwirandin. Her çiqas ev teknîk ji bo zindigirtina meraqê û konsantrasyonê hêja be û li edebîyata zarokan bê jî çîroka di nav çîrokê da çîroka sereke lawaz kirîye û Seccadî herweku çîroka sereke weku destpêkekê bi kar anîye ku xwe bigihîne çîroka di nav çîrokê da. Vê yekê çîrokên sereke ji hêla zîncîreya rûdanê ve lawaz kirîye. Çimkî em tu fonksîyon û tevgereke karakterên sereke yên çîrokan nabînin. Dîsa di zincîreya rûdanê da kronolojîya dema rûdanê hatîye parastin û ev teknîk jî ya herî sade û klasîk e ku em vê yekê bi çîroknûsîya Seccadî ve jî girê didin. Çimkî ev çîrok yekem tecrubeyên wî yên nivîsîna edebî ne. Lê li gorî me li hev hatîye. Çimkî parastina kronolojîya dema rûdanê di edebîyata zarokan da tê parastin.

Babetên çîrokan bi piranî li ser fêlbazî, bêbextî, zilim, heqxwarin û nerastîyê ne. Ev babetên razber in û herwiha di rastîya zarokan da û di jîyana wan a rojane da heye û zarok liqayî van babetan tên. Lê di hemû çîrokan da nêrîna li van babetan û hîs, helwesta li beramberî van babetan ji nêrîn, hîs û helwesta zarok û nûciwanan dûr e ku ev jî li derveyî îzafîyeta zarokan dimîne. Bi giştî bi rêya pend û nesîhetan li derveyî alema zarokan bi zimanekî otorîter bo wan hin telqîn hatine kirin. Yanî em bi tu awayî nabînin ku Seccadî bi çavê zarokên 7-15 salî li kêşeyan nêrîbe, nirxandibe, rexne kiribe û gihiştibe encamekê.

Em bi giştî dikarin bibêjin ku çîrokên Seccadî ji ber endîşeya perwerdekirina zarokan hatîye nivîsandin ku tê da zarok bixwe nayên hîskirin. Ev yek jî di nav edebîyata zarokan da di qonaxa rastbînîya şikilî da tê nirxandin. Loma li gorî nêrîna serdema me û zarok û nûciwanên serdema me çîrokên lawaz û ne balkêş in. Her çiqas babet yên îro bin jî nêzîkbûna li babetan dûrî mantalîteya îro ye an jî dûrî rastbînîya hunerî û rexneyî ya vê serdema dawîn e.

ÇAVKANÎ

Borekeyî Sefîzade, S. (2008). Mêjûy Wêjeyî Kurdî. Bergî Sêyem, Hewlêr: Aras.

Çetinkaya, G. (2010). Türkçe Metinlerin Okunabilirlik Düzeylerinin Tanımlanması ve Sınıflandırılması. Yayımlanmamış Doktora Tezi. Ankara: Ankara Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü.

Dilidüzgün, S. (2007). Çağdaş Çocuk Yazını; Yazın Eğitimine Atılan İlk Adım. İstanbul: Morpa Kültür Yayınları.

Güleryüz, H. (2013). Yaratıcı Çocuk Edebîyatı. Ankara: Edge Akademi.

Kardaş, C., Alp, D. (2013). Çocuk Edebîyatı ve Medya. Ankara: Eğiten Kitap.

Meral, A. (2016). Ömer Seyfettin Öykülerinin Çocuk Edebîyatı Ölçütleri Açısından Değerlendirilmesi. Yayımlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Çanakkale: Çanakkale Onsekiz Mart Üniversitesi Eğitim Bilimleri Enstitüsü.

Nas, R. (2004). Örneklerle Çocuk Edebîyatı. Bursa: Ezgi.

Rûhanî, B. M. (1382/2003). Tarîxî Meşahîrî Kurd. Cildê Duwom, Çapê Duwom, Tehran: Surûş Întişaratê Seda ve Sîma.

Seccadî, E. (1960). Hemîşe Behar. Çapî Yekem, Bexda: Çapxaney Me’arif. https://books.vejin.net/en/book/132 (03.08.2022)

Seccadî, E. (2012). Hemîşe Behar. Çapî Duwem, Hewlêr: Aras.

Sever, S. (2003). Çocuk ve Edebîyat. Ankara: Kök Yayıncılık.

Sever, S. (2013). Çocuk Edebîyatı ve Okuma Kültürü. Ankara: Tudem.

Shakely, F. (2012). Elaeddîn Seccadî: Zanayekî Klasîk Projeyekî Ferhengî. Hemîşe Behar. Elaeddîn Seccadî, Çapî Duwem, Hewlêr: Aras.

Subaşı K. (2021b). Mamik bo Zarokan di Fêrkarîya Ziman de. Wan: Peywend.

Subaşı, K. (2021a). Nirxandina Helbestên Zarokan ên Kurdî li Gorî “Rastîya Zarokan” û “Îzafîyeta Zarokan”.  Mukaddime, 12(1), 220-248.

Xeznedar, M. (2006). Mêjûy Edebî Kurdî. Bergî Hewtem, Hewlêr: Aras.

PÊVEK

Wêne 1: Bergê Çapa Yekem a Hemîşe Behar, 1960, Bexda: Çapxaney Me’arif.

Wêne 2: Sê Wêneyên Elaeddîn Seccadî[9]

[1] Dabeşkirin û binavkirina edebîyatê ya bi van navan, bi salan bûye mijara nîqaşan gelo hewce ye meriv wiha bi nav bike yan na. Me li vir ji bo jihevderxistinê ev nav danîne. Xisûsen dema em dibêjin edebîyata mezinan. Bêguman li gorî muxatabê sereke navdanîna bi vî rengî jî nîşankirinek e. Nexwe li gorî me jî edebîyat bi form û naverok û estetîka xwe yekpare ye çi ji bo mezinan, çi ji bo zarokan çi jî ji bo çîneke din a civatê bê afirandin.

[2] Ji bo agahîyên berfirehtir derbarê rastî û îzafîyeta zarokan da li xebata Kenan Subaşı (2021a: 225-229) a bi navê Nirxandina Helbestên Zarokan ên Kurdî li Gorî “Rastîya Zarokan” û “Îzafîyeta Zarokan” binêrin.

[3] Ji bo qonaxên geşedana ziman a zarokatîya pêşdibistanê li xebata Kenan Subaşı (2021b: 12-15) ya bi navê Mamik bo Zarokan di Fêrkarîya Ziman de binêrin.

[4] Derbarê pêkarên edebîyata zarokan da ji bo agahîyên berfirehtir li teza Aydın Meral (2016: 23-89) a bi navê Ömer Seyfettin Öykülerinin Çocuk Edebîyatı Ölçütleri Açısından Değerlendirilmesi (Nirxandina Çîrokên Ömer Seyfettin ji Alîyê Pîvanên Edebîyata Zarokan ve) binêrin.

[5] Ji agahîyên berfirehtir derbarê jîyana Elaeddîn Seccadî da binêrin: (Rûhanî, 2003: 516; Xeznedar, 2006: 55-60; Borekeyî Sefîzade, 2008: 286-291; Shakely, 2012: 5-69)

[6] Dêwcamewane: Nemûşeke perdeyan e ku bi resm û nîgaran xemilandî.

[7] Ji bo xwendin û nirxandina çîrokên wî yên ji bo mezinan li xebata Shakely (2012: 39-54, 73-130) binêrin.

[8] 11+: Mebest ji vê formûlasyonê ev e: ji yazdeh salî û jortir.

[9] Agahîyên li ser Wêneyan: 1. Wêneyê jor li milê rastê: “Mamosta Elaeddîn Seccadî be bergî nuwêwe le salî 1949 da” 2. Wêneyê li jêr: “Polî Duwemî Qutabîyanî Beşî Zimanî Kurdî 1965, Muehedu’l Lugati’l ‘Ûla-Camiet Bexdad”. Mamosta: Elaeddîn Seccadî. Navên xwendekarên rûniştî li rêza ewil ji rastê ber bi çepê: “Muxtar, Ebdulresûl, Kurdistan, Xulle, Sebrîye, ?”. Navên xwendekarên rûniştî li rêza duyê ji çepê ber bi rastê: “Omer, Mecîd, ?”.

Kenan Subaşı
Dr., Zaningeha Mardîn Artukluyê, Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî. kenansubasi@artuklu.edu.tr ORCID: 0000-0001-7744-1646

 Aydın Meral
Xwendekarê Lîsansa Bilind, Zaningeha Mardîn Artukluyê, Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî. meralofmeral@hotmail.com ORCID: 0000-0003-0015-7705

 Bahattin Akhan
Xwendekarê Lîsansa Bilind, Zaningeha Mardîn Artukluyê, Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî. bhdnkhn@gmail.com ORCID: 0000-0003-3600-9050

Subaşı, K.; Meral, A.; Akhan, B. (2022). Elaeddîn Seccadî û Nirxandina Çîrokên Wî Yên Ji Bo Zarok û Nûciwanan Li Gor Pîvanên Edebîyata Zarokan, The Journal of Mesopotamian Studies, 7 (2), ss. …- … , DOI: 10.35859/jms.2022.1156114.

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply