ŞAIRTÎYA ŞÊX ZÎYAEDDÎNÊ NORŞÎNÎ (HEZRET)

KURTE

Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî (Hezret) alim û miderisekî heyama dawî ya Osmanî ye. Zîyaeddîn 1856an de li navçeya Hîzana Bedlîsê hatiye dunyayê û bi leqeba “Hezret” hatiye naskirin. Zîyaeddîn herî pêşî li ba bavê xwe Şêx Ebdurrehmanê Taxî (w. 1886) perwerde bûye, paşê li ba hin alimên meşhûr ên mîna Şêx Fethullahê Werqanisî (w. 1899) perwerdeya xwe berdewam kiriye û xilafet jî ji wî wergirtiye. Di sala 1889an de Şêx Fethullah ew bî îrşadê wezîfedar kiriye. Hezret li Bedlîs û derdora wê dest bi îrşadê kiriye û paşê postnişînîya tekyaya Norşînê jî kiriye. Di silsileya terîqeta Neqşebendîya Xalidîtîyê de cihekî girîng digire û îcazeya ilm û terîqetê daye gelek kesan. Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî bi yekîneyên dildar re li dijî Rûsan şer kiriye û milekî wî jê bûye û bûye xazî. Herweha birayên wî Mihemmed Saîd û Mihemed Eşref jî di şer de şehîd bûne. Şêx Mihemed Zîyaeddîn di 1924an de wefat kiriye û gora wî li Norşînê ye. Li gorî agahîyên li ber destê me berhema ku ji nameyên wî pêk tên bi navê Mektûbatê hatiye weşandin. Heta niha ev helbest di lîteratûrê de cî negirtibû û hay ji hebûna helbestnûsîya Hezret tunebû. Di vê xebatê de em ê li ser helbesteke wî ku heta niha nehatiye weşandin bisekinin. Em ê di vê xebatê de vê helbestê ji alîyê ruxsarî û naverokî ve binirxînin û ligel destxetê metna transkirîbekirî pêşkêş bikin. Bi vê lêkolînê dê di çarçoveya Neqşebendîtîya Xalidîtîyê de alîyê wî yê edebî û tesewifî jî zelaltir bibe.

Peyvên Sereke: Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî, Neqşebendî, Tekyaya Norşînê, Hezret, Şêx Fethullahê Werqanisî

DESTPÊK

Roj bi roj berhemên nû yên di qada edebîyata Kurdî de derdikevin holê. Bi keşfkirina materyalên nû qada edebîyata Kurdî jî berfirehtir dibe û derfeta xebat û tesbîtên nû ji lêkoleran re çêdibe. Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî yek ji wan kesayetên edebî ye ku heta niha alîyê wî yê helbestnûsîyê nehatiye zanîn. Di vê xebatê de helbesteke Hezret dê bê pêşkêşkirin. Şêx Zîyaeddîn di serdema dawî ya Osmanî de jîyaye û ev yek jî rastî heyama Xalîdîtîyê tê. Piştî serdema mîrektîyên Kurd, Neqşebendîtîya Xalîdîtîyê jî rengê xwe daye edebîyata Kurdî û di edebîyata Kurdî de bizavek ava kiriye û heyamekê temsîl dike. Şêx Mihemedê Zîyaeddîn jî yek ji şêxên terîqeta Neqşebendîtîya Xalidîtîyê ye û murîdê Şêx Fethullahê Werqanisî (w. 1317/1889) ye ku ew jî muderîsekî mezin û murîdê Şêx Ebdurrehmanê Taxî ye.

Li derdora Tekyaya Norşînê bi dehan alim û helbestkar derketine û ev tekya di pêşketina ilmên dînî-tesewifî û edebî de roleke mezin bi cih anîye. Şêx Mihemed Zîyaeddîn jî ji ber ku murîd û xelîfeyekî vê tekyayê û paşê jî bûye postnişînê vê tekyayê di vê çarçoveya de weke alimekî vê tekyayê tê hesibandin. Lewra Hezret mehsûlê dergahên Neqşebendî-Xalîdîyê ye û ev helbesta wî jî mehsûlê edebîyata tekyayê ye.

Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî ev helbesta xwe ku bûye mijara vê xebatê bi mexlesa “Zîya” nivîsîye. Ev helbesta ku nû hatiye peydakirin dê ji bo edebîyata Kurdî ya klasîk jî bibe daneyeke girîng. Çarçoveya vê xebatê dê bi vê helbestê sînordar be. Lewra heta niha haya me ji helbestên wî yên dinê çênebûne û ger hebin jî hêj nehatine peydakirin. Beriya em derbasî nirxandina helbestê bibin em ê derbarê jîyan û berhemên Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî de kurteagahîyekê bidin.

1. Jîyana Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî û Berhemên Wî

1.1.            Kurtejîyana Şêx Mihemed Zîyaeddîn (Hezret)

Şêx Mihemed Zîyaeddîn li gundê Usba (Uvseb-Doğrular) nahîyeya Ispahirt[1]a Hîzana navçeya Bedlîsê di 7ê Cemîyel Axira 1272yan (1855/56ê miladî) de hatiye dinê[2] (Ardıç, 2009: 29; Korkusuz, 2010: 225; Baz, 2014: 89). Navê bavê wî Şêx Ebdurrehmanê Taxî (w.1886) ye û ew jî kurê Mela Mehmûd e ku bi eslê xwe Şîrwanî ye û ew jî kurê Mela Mihemed e. (Korkusuz, 2010: 225; Yücel, 2015: 3; Başar, 2018: 4).

Şêx Mihemed Zîyaeddîn pêşî li ba bavê xwe dest bi xwendinê kiriye û tehsîla medreseyê jî pêşî li gundê Helenzeyê li ba Mela Mistefayê Helenzeyê Bedewî dest pê kiriye û paşê bi birayê xwe Ebdurrahman re li ba Şêx Fethullahê Werqanisî xwendina xwe domandiye. Hemû tehsîla xwe li ba Şêx Fethullahê Werqanisî temam kiriye (Yücel, 2015, r. 5) û îcazeya xwe ya ilmî jî ji wî wergirtiye. Herweha dersên tesewifê jî pêşî li ba bavê xwe û paşê li ba Şêx Fethullahî girtiye û piştî temamkirina seyr û silûkê jî îcazeya xwe ya terîqê ji Şêx Fethullahê Werqanisî standiye. Şêx Fethullah di 1889an de, Şêx Zîyaeddîn ji bo irşadê belav bike wezîfedar kiriye.

Diya bavê Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî seyîdeyeke ku ji binemala Hz. Huseyn e.  Şêx Mihemed Zîyaeddîn di jîyana xwe de carekê zewicîye, ji jina wî ya Medîneyê lawekî bi navê Fethullah û keçeke bi navê Aîşeyê çêbûye. Kurê wî Fethullah berîya wefata wî bi 10-15 rojan wefat kiriye (Yücel, 2015: 117).

Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji murîdên xwe yekîneyên dildar ava kiriye û li dijî Rûsan şer kiriye û di vî şerî de milekî wî jê bûye û bûye xazî. Bi heman awayî birayên wî Mihemmed Saîd û Mihemed Eşref jî di şer de şehîd bûne. Piştî şer padişahê Osmanî Mehmed Reşad jê re madalya şandiye, ew pîroz û teqdîr kiriye. Bi minasebeta xazîbûn û xizmetên wî yên di şer de jê re berat û milekî protez jî şandiye. Herweha Mistefa Kemal Atatirk jî ji bo serfirazî û xizmetên wî behsa wî kiriye û jê re name şandiye (Yüksel, 2018; Başar, 2018: 7-9).

Şêx Mihemed Zîyaeddîn ders daye gelek kesan, herweha îcazeya terîqeta Neqşîbendîyê jî daye gelek kesan. Hezret li gorî çavkanîyên cuda di navbera 13-16 xelîfe li pey xwe hiştine[3], ew jî ev in; Mela Mihemed Emînê Qursincî (Melayê Mezin, w. 1352/1933), Mela Ebdulkerîmê Sipahirtî/Hîzanî (w. 1333/1914), Şêx Ehmedê Xiznewî (w. 1369/1950), Şêx Mehmûdê Qerekoyî (Warto-Mûş, w. 1372/1953), Şêx Mihemed Selîmê Hezanî (w. 1935-36), Şêx Mehmûdê Zoqeydî (Halenze-Sêrt, 1364/1944), Şêx Elaeddînê Werqanisî-Oxînî (Kurê Şêx Fethulahê Werqanisî, w. 1368/1948-49), Şêx Şehabeddînê Tîlî (nehîyeya Mûşê, w. 1326/1908), Mela Ubeydullahê Tîlî (kurê Şêx Şehabeddîn, 1345/1926), Mela Xelîlê Koxakî/Tîlî (gundê Kopa Mûşê), Mela Yûsifê Tekmanî/Hûrtî, Şêx Ebdurrehmanê Çoqreşî (w. 1929), Şêx Îbrahîmê Abirî, Mela Ebbas Şûşarî, Mela Xalidê Poxaşî (gundê Reşadîyeyê) (Oxînî, 2017:  177-180; Korkusuz, 2010: 249; Yıldırım, 2018: 149-150;Yüksel, 2018; Başar, 2018: 12-13; Yücel, 2015: 88-89).

Hezret berîya wefata murşîdê xwe 10 sal û piştî wefata wî jî 24 sal bi tevahî 34 salan wezîfeya irşadê kiriye (Ziyâuddin, 1977: 9; Haznevî, 2012:18).

Şêx Mihemed Zîyaeddîn, hicrî di sala 17ê Receba 1342yan[4] (23yê Sibata 1924) de li Norşînê wefat kiriye û di goristana bavê xwe de medfûn e (Oxînî, 2017: 177; Yüksel, 2018: Başar, 2018: 10).

Tarîxa wefata Hezret di mersîyeyên xelîfeyên wî de jî hatiye nivîsîn. Şêx Mihemed Selîmê Hezanî (w.1936) li pey wefata şêxê xwe Şêx Zîyaeddîn mersîyeyek nivîsîye. Hezanî tê de bi hesabê ebcedê dîroka wefata wî weke 1342yê hicrî bi vî awayî daye nîşandan:

Di sê sed ʿerbeʿîn bû zem digel isneyn fuzûn bû xem

Digel elfê elif bûn em ez im goyînê sehraʾê

Ev malik li gorî hesabê ebcedê dîroka wefata Şêx Zîyaeddîn dide me. Ew tarîx jî weha ye: sê sed (300) + ʿerbeʿîn (40) + isneyn (2) + elf (1000) = 1342yê hicrî (1923/1924 miladî). (Karak, 2021: 49). Ev agahîya di vê mersîyeyê de jî dîroka wefata wî ya 1924an piştrast dike.

1.2.            Berhemên Wî

Bi qasî em dizanin ji bilî berhema wî ya bi navê Mektûbat ku ji 113-114 nameyên wî pêk tên ti berhemên wî yên din tune ne. Heta niha em rastî ti helbestên wî jî nehatibûn ku li derekê behs jê hatibe kirin an hatibe weşandin. Lêbelê di encama xebatên me de em di mecmû‘eyekê de rastî helbestekê hatin ku ev helbest hem li ser navê wî hatiye qeydkirin hem jî mexlesa wî “Zîya” tê de heye. Ev helbesta wî jî di “mecmûeyeke helbestên muxtelîf” [5] de cî digire. Li gorî agahîyên li ber destê me wekî din ti helbestên wî neketine lîteratura Kurdî.

Di vê xebatê de dê li ser vê helbestê bê rawestîn û helbest dê ji alîyê ruxsarî û naverokî ve bê nirxandin û dê metna transkirîbekirî ya helbestê tevî destxeta wê bê parvekirin.

2.                  Vekolîna Helbestê

Şêx Mihemed Zîyaeddîn ev helbesta xwe bi teşeya murebbe‘ê ango çarîneyê û bi cûreya medhîyeyê nivîsîye. Li vir divê em pêşî vê termê bi kurtasî bidin naskirin.

Weke têgeheke edebîyatê ji wê teşeya nezmê re ku her bendeke wê ji çar risteyên hemkêş pêk tê “murebbeʿ” (çarîne) tê gotin (Saraç, 2013:111). Bi gotineke din menzûmeyên ku yekeya wan bend e, hemû bendên wan ji çar risteyan pêk tên û ji alîyê helbestkarekî ve bi heman kêşê û bi awayekî pirserwa hatibin nivîsîn, ew menzûme weke “murebbe‘” tê binavkirin. Di Kurdî de bêjeya “çarîne”yê ji bo murebbe‘e tê bikaranîn. Di edebîyata klasîk a Rojhilatî de serwaya murebbe‘ê bi awayekî giştî bi du şêweyan çê dibe: Şêweya yekem: “aaab, cccb, dddb…” e şêweya duyem jî: “aaaa, bbba, ccca…” ye. Eger murebbe‘ tenê bi rêya serwayên risteyên dawî bi hev ve werin girêdan, jê re “murebbe‘a muzdewic” û eger digel hevbeşîya serwayê bi rêya dubarekirina riste/risteyên dawî bi hev ve werin girêdan ji vê re jî “murebbe‘a mutekkerir” tê gotin (Adak, 2019: 371).

Di murebbeʿan de bi piranî benda pêşî di nava xwe de bi serwa ye û sê rêzên pêşî yên bendên dinê jî di nava xwe de bi serwa ne û herweha dîsa rêzên dawî bi benda pêşî re bi serwa ne (Saraç, 2013: 111).

Di edebîyata Kurdî de hem helbestkarên serdema mîrektîyan hem jî yên serdema Xalîdîtîyê murebe‘, medhîye û mersîye nivîsîne. Li derdora Tekyayên Neqşebendîya Xalidîyê jî kesên weke Seydayê Licî, Şêx Ebdilqadirê Hezanî, Şêx Mihemed Selîmê Hezanî, Şêx Fethullahê Hezroyî, Şêx Îsmetullahê Karazî, Seydayê Xasî û bi dehan helbestkarên din medhîye û mersîye (şînname) nivîsîne.

Di edebiyata klasîk a Îslamî de helbestên ku mijara wan pesn û sîtayîş e wek “medhîye” tên binavkirin. Di medhîyeyan de bi gelemperî pesnê kesên payebilind tên dayîn ku bi piranî ew kes ji desthilatdarên siyasî (şah, sultan, emîr û endamên malbatên wan ên wek xuşk, bira, dê û zarokên wan), burokratên dewletê (wezîr, serleşker, qadî û hwd.) kesayetên girîng ên civakê (dewlemend, pehlewan û hwd.) û kesayet û fîgurên dînî (Xweda, Pêxember, sehabî, ehlê beyta Pêxember, mela, şêx û hwd.) pêk tên (Adak, 2019: 135).

Di edebiyata Kurdî de ji bo mîrên mirektîyan medhîye hatine nivîsin. Piştî dawîlêhatina mîrektîyan ew valahî bi terîqetan hatine tijekirin û gelek medhîye û mersîye ji bo şêxên terîqetan hatine nivîsîn. Dema em li vê helbesta Şêx Mihemed Zîyaeddîn jî mêze dikin ev yek bi zelalî tê dîtîn. Ji ber ku Hezret jî şêxekî terîqetê û peyrewê terîqeta Neqşebendîtîyê bû ev yek bandor li ser helbestnivîsîna wî jî kiriye. Şêx Mihemed Zîyaeddîn jî helbesta xwe bi cûreya medhîye nivîsîye.

Em ê li ser vê helbesta Şêx Mihemed Zîyaeddîn lêkolîna xwe ji alîyê ruxsarî û naverokî ve bikin û nirxandinên xwe pêşkêş bikin.

2.1.            Ji Alîyê Ruxsarî ve

Di vê beşê de em ê ji alîyê ruxsarî ve lêkolîna xwe bikin û em ê li ser teşe, kêş, serwabendî û mexlesê bisekinin.

2.1.1.      Teşe, Kêş û Serwabendîya Helbestê

Ev helbesta Şêx Mihemed Zîyaeddîn bi teşeya murebbe‘ê ango bi çarîneyê hatiye nivîsîn û ji 16 çarîneyan pêk tê. Kêşa vê helbestê jî ji behra remelê fa‘ilatun / fa‘ilatun (fa‘ilatun / fa‘ilun) e. Bendên helbestê bi 8 kiteyan hatiye sazkirin. Lêbelê hemû risteyên dawîya bendan bi 7 kiteyan hatiye sazkirin.

  1. Sema eflakê eǾla î

            Kewkeba necma cela î

            Meŧlea usna buha î

            Her tu î durra beîn

Şêweya vê murebbe‘ê di nav şêweyên standart de şêweya “Murebbe‘a Muzdewica Bêmetle‘” e. Lewra her sê risteyên pêşî yên benda yekem hemserwa ne û risteya çarem cuda ye. Di bendên din de ji risteyên dawî bi risteya çarem a benda yekem re hemserwa ne û risteyên berî wê jî di nav xwe de hemserwa ne. Şemaya vê şêweyê aaab, cccb, dddb … ye (Adak, 2019: 371-376).

Em dibînin ku di vê helbestê serwaya bingehîn heye, lê paşserwa di hemû bendan de tune ye û di piranîya bendan de di her sê risteyên serê bendan de heye. Di risteyên dawî yên hemû bendên helbestê de “n” herfa rewîyê ye û “î” jî herfa rîdfê ye. Cureya serwaya vê helbestê jî “murdef” e. Ev serwa di dawîya riste û bendan de di navbera bêjeyên beîn, deranîn, kîn, semîn, evîn, dîn, Berîn, mubîn, kemîn, birîn, aferîn, tîn, mubîn, enwerîn û √enîn de pêk hatiye.

Tê dîtin ku di vê helbestê serwaya bingehîn “în” e û di dawîya hemû bendan de bûye serwabendî û helbest bi vê serwabendîyê bi hev ve hatiye girêdan.

2.1.2.      Mexlesa Helbestkar

Di edebîyata klasîk de mexles mîna îmzeya helbestkar e û bi piranî di dawîya helbestan de mexles tên bikaranîn. Hin helbestkaran navê xwe jî weke mexles bi kar anîne. Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî jî di helbesta xwe de mexles bi kar anîye. Di vê helbestê de mexlesa ku bi kar anîye “Żiya” ye ku ew jî ji navê wî yê rastîn pêk tê. Hezret mexlesa xwe di benda dawî ya 16em de û bi kar anîye:

  1. Her du birhan da ku birq e

Yek li ẋerbê yek li şerq e

Żiya’ bû mest û ẋerq e

Jê diçêt nal û enîn

Tablo 1: Hin taybetîyên ruxsarî yên helbestê:

Helbestkar Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî (1856 -1924)
Serdem Sedsala 19-20. (Serdema Osmanî ya Dawî)
Herêm Norşîn-Hîzana Bedlîsê
Ziman-Zarave Kurdîya Kurmancî
Teşeya Nezmê Murebbe‘
Yekeya Nezmê Bend
Hejmara Bendan 16 Bend
Kêş, Qalib û

Behra Erûzê

fa‘ilatun / fa‘ilatun (fa‘ilatun / fa‘ilun)

(Behra Remelê)

Serwa (Serwabendî) “în” Serwaya murdef e
Şemaya Serwayê aaab, cccb, dddb, …
Paşserwa Di her bendê de cuda ye
Mexles û Cihê Wê “Zîya”, Benda 16em a dawî

 

2.2.            Ji Alîyê Naverokê ve

Di vê beşê de jî em ê helbestê ji alîyê tema, ziman, uslûba helbestkar, hunerên edebî û ji alîyê kevneşopî û girîngîya wê ya di edebîyata Kurdî de binirxînin.

2.2.1.      Mijar û Cûreya Helbestê

Ji metna helbestê jî xuya dibe ku cûreya vê murebbe‘ê medhîye ye. Weke ku me li jor jî anîbû ziman ji helbestên ku ji bo pesn û medhê kesekî têne nivîsîn medhîye tê gotin. Ev helbest jî bi vê cûreya medhîyeyê û bi teşeya murebbe‘ê hatiye nivîsîn

Divê em ji bo cûreya vê murebbe‘ê şerhekê jî li wir deynin. Gava ev helbesta murebbe‘ li derdora tekyayê û bi hizra tesewifê li ser eşq, hesret û veqetîna ji bo murşîdan hatibe nivîsîn, belkî em jê re bikaribin bibêjin “çarîneya tekyayê” (murebbe‘a tekyayê). Lewra divê em bizanibin ku li derdora tekyayan li gorî xisûsîyetên tekyayê bi gelek teşeyan li ser şêx û murşîdan heman mijarên medh û şînê hatine nivîsîn.

Gava em bala xwe didin kategoriya helbestên li derdora tekyayan hatine nivîsîn; em dibînin ku teşe her çiqas ji hev cuda bin jî mijar pir zêde nêzî hev in û heta piranîya wan jî tekrarên hev in, tenê navên murîd û murşîdan guherîne. Abdurrahman Adak li ser murebbe‘ên Kurdî yên qonaxa edebîyata tekyayê weha dibêje; “Piştî ku di dawîya mîrektîyan de di çarçoveya Qadirîtî û Neqşebendîtîyê de edebîyata tekyayê dest pê kiriye, êdî helbestên ku nakevin kategorîya sebkê Iraqî jî hatine nivîsîn. Di helbesta tekyayê ya vê qonaxê de zimanê helbestê sivik bûye û hêmanên sebkê Iraqî hinekî hatine terikandin. Bi qasî ku tê dîtin di vê qonaxê de murebbe‘ jî wek teşeyeke nezmê belav bûye. Di van murebbe‘an de hinekî jî li pey şopa Feqîyê Teyran zimanekî sade hatiye bikaranîn. Lêbelê li ser mijarên bi tekyayê ve girêdayî hatiye rawestan ku di murebbe‘ên Feqî de nayên dîtin” (Adak, 2019:572).

Di ekola Neqşebendîya Xalidîtîyê de di navbera murîd û murşîdan de têkilîyeke cuda heye ku ev yek di helbestan de dişibe têkilîya di navbera ‘aşiq û me‘şûqan. Adak ji bo xezelên bi vî rengî dibêje “xezela tekyayê” (Adak, 2019: 227-229). Ger ev helbest jî li ser medh û hezkirina ji bo şêx hatibe nivîsîn û em vê binavkirina Adak jî li ber çavan bigirin, em dikarin ji vê cûreyê re jî bibêjin “murebbe‘a tekyayê”. Lewra di vir de jî em dikarin medh û hezkirina li ji bo murşîd bibînin û ev hezkirin di dereceya eşqê de, di asta eşqa tesewifî de tê xuyakirin. Di vê helbesta Zîya de mezmûnên tesewifî jî li pêş in. Lewra helbest mehsûleke edebîyata tekyayaê ye.

  1. Qibleya qible-nenasan

KeǾbeya KeǾbe-şinasan

Murema cinn û we nasan

Lê nežer √eddê mubîn

 

  1. Lê nežer ĥelle ĥelal e

Ew ĥeyata ruĥ li bal e

Pertewê nûr û cemal e

Lew di cebhe der kemîn

Şêx Mihemed Zîyaeddîn di vê medhîyeyê de mûhtemelen pesnê şêxê xwe daye, lêbelê ew bi nav nekiriye. Lê ev evîndara ku şair li ser dinale em texmîn dikin ku ew murşîdê wî ye ango şêxê wî yê terîqê ye.

  1. Dil ji bo wê dil-ruba’ î

Mebdeǿê cewr û cefa’ î

Menşea şewq û şefa’ î

Her bi cehd û seǾy û kîn

 

  1. Xesteǿê wechê di mest im

Bulbulê gulşen perest im

Ĥulleǿê fexrê dibestim

Min diye meyl û evîn

 

  1. Cubhet û dêmê bi xal e

Zilfê reş ser da bimale

Dil li ser da’im dinale

Ew tijî daẋ û birîn

 

  1. Ew tijî daẋ û elem bû

Lew śeîfe tev reqem bû

Ebr û mijganê qelem bû

Ĥerf û noqŧe aferîn

 

  1. Noqŧe û reyan û lale

Bisk û źilfan wê li bal e

Ew kemenda ibnî Źal e

În li Ĥeśen Ĥuśeyîn

Ji van benda jî bi zelalî xuya dibe ku murîd gava pesnê murşîdê xwe dide mîna ku teswîra keçeke delal dike û ew her tim li ser dinale. Bi îfadeya “Hesen Huseyîn”ê ve jî atifî ehlê beytê kiriye û me berê jî li jor behs kiribû ku diya Hezret ji vê binemalê ye.

Ev medhê li vir jî dîsa di çarçoveya têkilîya murîd û murşîdîtîyê de ye. Murîd murşîdê xwe weke dilberekê weke me‘şûqekê dibîne, lê ev dîtin di çarçoveya tesewifê de ye, ne mîna evîneke di navbera keç û xortekî de be.

2.2.2.      Ziman û Uslûba Helbestkar

Gava em li vê helbestê dinihêrin em dibînin ku zimanê wî zêde ne girîft e, lêbelê bêje û terkîbên biyanî jî tê de hene. Hezret ji bilî zimanê dayikê Kurdî zimanê Erebî jî dizanîbû û hay ji Farisî jî hebûye. Tesîra Farisî û Erebî kêm be jî di helbesta wî de xuya dibe. Zimanê wî yê di helbestê de ne zimanekî giran e, lewra helbest ji bilî çend bêjeyên Erebî û Farisî zimanekî sade û zelal e. Di hin risteyên helbestê de bêje û terkîbên Farisî û Erebî weha ne: “În li Ĥeśen Ĥuśeyîn”, “Tîn û wel-necm û subhan”.

Uslûba wî herikbar e û ev unsûrên ahengê jî mûsîqîyek xweş di helbestê de ava kirine. Em dikarin bibêjin pênûsa helbestkar xurt e û risteyên wî jî ji alîyê edebî ve têr û tîje ne. Lewra gelek cûre ji hunerên edebî ve di helbestê de hatine bikaranîn.

  1. Qibleya qible-nenasan

KeǾbeya KeǾbe-şinasan

Murema cinn û we nasan

Lê nežer eddê mubîn

Di van risteyan de jî hakimîyet û herikbariya zimanê helbestkar xwe dide der.

2.2.3.      Ciwankarîya di Helbestê de

Helbestkar bi uslûb û hunerên edebî yên weke telmîh, îstî‘are, teşbîh, telmî‘, nîda, alîterasyon û hwd. ve helbesta xwe xemilandiye. Di helbestê de gelek cûreyên ciwankarîyê hene, em ê ji wan çend nimûneyan li vir nîşan bidin:

  1. Noqŧe û reyan û lale

Bisk û źilfan wê li bal e

Ew kemenda ibnî Źal e

În li Ĥeśen Ĥuśeyîn

Di vê bendê de ji bo ew taybetîya Rustemê Zal ku bi mêrxasî û pehlewanîya xwe ve navdar e, atif heye ango li vê derê hunera telmîhê derketiye holê. Dîsa bi Hesen û Huseyîn jî dîsa atifek ji bo ehlê beytê heye. Herweha bi bêjeyên “reyhan û lale” û “bisk û zilf”ê jî hunera tenasubê pêk hatiye.

  1. Qibleya qible-nenasan

QeǾbeya QeǾbe-şinasan

Murema cinn û we nasan

Lê nežer eddê mubîn

 

  1. Lê nežer ĥelle ĥelal e

Ew ĥeyata ruĥ li bal e

Pertewê nûr û cemal e

Lew di cebhe der kemîn

Di benda 8an de bi tekrara herfên “q” û “b”yê û di vê benda 9an de jî bi tekrara herfên “h”, “l” û “r”yê alîterasyon çêbûye û bi herfa “e”yê jî asonans derketiye holê. Herweha di heman benda 8an de bi bêjeyên “Qible” û “Qe‘be”yê jî hunera tekrîr û tenasubê derketiye holê.

  1. Sema eflakê eǾla î

Kewkeba necma cela î

Meŧlea usna buha î

Her tu î durra beîn

Di vê bendê de jî şibandina bi asîman, eflak û stêrkên biriqandî heye, lêbelê kesê hatiye şibandî nehatiye bilêvkirin û îstîareya vekirî derketiye holê.

  1. Ew ciwan durra yetîm e

Śorgula baẋê cesîm e

Dilber î ‘erşê ‘ežîm e

Dil ji bonê deranîn

Di vê bendê de jî bi şibandina ciwan ya bi durra yetîm û baxê cesîm ve hunera teşbîhê derketiye holê. Dîsa di benda 11em de jî mijank û birûyên yarê bi qelemê hatiye şibandin. Di benda 15em de jî dêm ango hinarikên rû jî bi hilal ango bi heyvê re hatiye şibandin.

  1. Lew ew in miǾrac û mişkat

Hem li dil seyqal û miśfat

Wan işaret da gemişkat

Her ew in meǾnê ji tîn

 

  1. Tîn û wel-necm û suban

Tev bi wan remzan ku Ǿirfan

Ger hebit dê bit bi erfan

Žahirî xeŧŧê mubîn

Di navbera bendên 1, 2, 3, 4 û 8, 9, 10, 11, 12 û 15 û 16an de jî hunera îadeyê derketiye holê. Lewra bêje û îfadeya ku bend pê qediyaye dîsa ew bêje an îfade di serê benda peyrew de jî cî girtiye.

 

  1. Lê nežer ĥelle ĥelal e

Ew ĥeyata ruĥ li bal e

Pertewê nûr û cemal e

Lew di cebhe der kemîn

Pertew û nûr di heman maneyê de ne û hunera teradufê pêk anîne. Dîsa di vê bendê de bi “Ew ĥeyata ruĥ li bal e”yê ve hunera mubalexeyê jî pêk hatiye.

2.2.4.      Kevneşopîya Helbestê

Ev helbesta bi teşeya murebbe‘ê bi kevneşopîya têkilîya di navbera murîd û murşîdîyê de hatiye honandin. Di ekola Neqşebendîtîya Xalidîtîyê de têkilîyeke hêzdar a murîd û murşîdîtîyê heye û pîr û murşîdê terîqetê ji murîd re mîna evîndarekê ye, di vê helbestê de jî ev yek xuya dike. Helbestkarên ku li derdora tekyayan mezin bûne piranîya wan murebbe‘ û qesîdeyên medh û şînê yên bi vî rengî nivîsîne. Ev helbest yek jî nimûneya vê kevneşopîyê ye. Di helbestê de jî unsûr û mezmûnên tesewifî li pêş in û helbest li dora tekyayê hatiye nivîsîn û di kategorîya helbesta terîqî de dikare bê nirxandin.

2.2.5.      Girîngîya Helbestê

Ev helbesta Zîya heta niha nebûbû mijara lêkolînê û di nav lîteratura edebîyata Kurdî de cî negirtibû. Ev helbesta wî alîyê wî yê terîqetê yê di nav ekola Neqşebendîtîya Xalidîtîyê de jî nîşan dide û bi heman kevneşopîyê ve wî jî ji bo şêxê xwe medhîye nivîsîye û edîbbûna wî bi vê helbestê derketiye holê.

Ji vê helbestê jî tê fahmkirin ku Hezret jî weke alim û şairekî heyama xwe tevgerîyaye û di çarçoveya kevneşopîya ekola Neqşebendîtîya Xalidîtîyê de helbesta tesewifî-terîqî nivîsîye. Ji alîyê ziman û edebî ve jî helbesta wî serkeftî û herikbar e. Lewra hem unsûrên edebîyata klasîk û çanda kevneşopîya tekyayan di helbesta wî de bi zelalî xuya dibin, hem jî telmîh di serî de gelek hunerên edebî di helbesta xwe de bi kar anîne.

Tablo 2: Hin taybetîyên helbestê yên naverokî:

Helbestkar Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî (1856 -1924)
Cûreya Nezmê Medhîye
Ji Alîyê Naverokê Medh û pesnê şêxê xwe kiriye
Mijar Medhê şêxê xwe
Tema Pesn û hezkirina ji bo şêx

 

3.                  Metna Transkirîbekirî ya Helbesta Zîya

Me ji nusxeya destxet ev helbesta Şêx Zîyaeddîn (Zîya) bi elîfbêya transkirîpsîyona navneteweyî nivîsî. Ligel elîfbêya veguheztî me hin fikr, îzah û tesbîtên xwe jî di jêrenotan de nîşan dan.

El Mola Ĥeżret Żiya’eddîn (quddîsesirruh)

  1. Ŝema eflakê eǾla î

Kewkeba necma cela î

Meŧle√a √usna buha î

Her tu î durra beîn

 

  1. Ew ciwan durra yetîm e

Śorgula baẋê cesîm e

Dilber î Ǿerşê Ǿežîm e

Dil ji bonê deranîn

 

  1. Dil ji bo wê dil-rubaǿ î

Mebdeǿê cewr û cefaǿ î

Menşea şewq û şifaǿ î

Her bi cehd û seǾy û kîn

 

  1. Her bi cehd û seǾy û ŧelb e

Dil digel cisman bi √erb e

Śu√beta wî şerq û ẋerb e

Xesteǿê wechê semîn

 

  1. Xesteǿê wechê di mest im

Bulbulê gulşen-perest im

Ĥulleǿê fexrê dibestim

Min diye meyl û evîn

 

  1. Ĥulleǿê fexrê dipoşim

Lew ji meylê mey dinoşim

Her bi vî rengî dicoşim

Min çi ẋem dinya û dîn

 

  1. Min tu nîne xof û ŧirs e

Ger li min carek bipurse

Min qedem ew weqt li Quds e

Qibleya weqtê Berîn

 

  1. Qibleya qible-nenasan

QeǾbeya QeǾbe-şinasan

Mu√rema cinn û we nasan

Lê nežer √eddê mubîn

 

  1. Lê nežer ĥelle ĥelal e

Ew ĥeyata ruĥ li bal e

Pertewê nûr û cemal e

Lew di cebhe der kemîn

 

  1. Cubhet û dêmê bi xal e

Zilfê reş ser da bimale

Dil li ser daǿim dinale

Ew tijî daẋ û birîn

 

  1. Ew tijî daẋ û elem bû

Lew śe√îfe tev reqem bû

Ebr û mijganê qelem bû

Ĥerf û noqŧe aferîn

 

  1. Noqŧe û rey√an û lale

Bisk û źilfan wê li bal e

Ew kemenda ibnî Źal e

În li Ĥeśen Ĥuśeyîn

 

  1. Lew ew in miǾrac û mişkat

Hem li dil śeyqal û miśfat

Wan işaret da gemişkat[6]

Her ew in mi√nê ji tîn[7]

 

  1. Tîn û wel-necm û we sub√an

Tev bi wan remzan ku Ǿirfan

Ger hebit dê bit bi √erfan

Žahirî xeŧŧê mubîn

 

  1. Ger bixwahî xeŧŧ û xalan

Tu nežer de l’ dêm-hilalan

Neynika śahib-cemalan

Her du dêmê enwerîn

 

  1. Her du birhan da ku birq e

Yek li ẋerbê yek li şerq e

Żiya’ bû mest û ẋerq e

Jê diçêt nal û √enîn

ENCAM

Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî muderis û alimekî rojhilatî ye û di heyama dawî ya Osmanî de jîyaye. Wî jî di çarçoveya murîd û murşîdîyê de helbest nivîsîye. Heta niha ji bilî Mektûbata wî li ti derê em rastî ti berhem û helbesteke wî nehatibûn. Di encama lêkolînê de helbesteke wî ku berîya niha me ew li derekê nedîtibû ket destê me. Şêx Mihemed Zîyaeddîn di vê helbestê de pesn û methê şêxê xwe anîye ziman.

Di vê helbestê de bi zelalî xuya dibe ku ev helbest a Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî ye. Lewra ev helbest hem li ser navê wî hatiye qeydkirin û hem jî di benda dawî de mexlesa wî “Zîya” heye. Bi vê helbestê Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî jî weke şair kete nav lîteratura Kurdî ku wî jî bi şêweya klasîk helbest nivîsîye.

Helbest ji 16 bendan pêk tê û bi teşeya murebbe‘ê hatiye nivîsîn û şêweya vê murebbe‘ê di nav şêweyên standart de şêweya “Murebbe‘a Muzdewica Bêmetle‘” e. Cûreya wê jî medhîye ye, lêbelê em ji bo cûreya helbestê şerhekê datînin û em dibêjin ev dikare bibe murebbe‘a tekyayê jî. Çunkî ev yek dê bi xisûsîyeteke edebîyata tekyayê ve girêdayî be û em dibêjin çawa ku xezela tekyayê heye, bi vî awayî dibe murebbe‘a tekyayê jî hebe. Herweha helbestên bi teşeyên din ên weke terkîbbend, tercîbend û muxemmes jî li derdora tekyayan li ser murşîdan hatine nivîsîn û ew helbest jî li gorî cûreya xwe bi van navan dikarin bên binavkirin. Weke xezela tekyayê û çarîneya tekyayê.

ÇAVKANÎ

Adak, A. (2019). Teşeyên Nezmê di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de, Stenbol: Weşanên Nûbiharê.

Ardıç, M. (2009). Bidlis ve Çevresinde Yetişen Mutasavvıflar ve Tasavvuf Kültürünün Oluşması, Van: Basılmamış Yüksek Lisan Tezi, Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü, Temel İslam Bilimleri Anabilim Dalı, Tasavvuf Anabilim Dalı.

Başar, Y. (2018). Nakşibendi-Halidi Şeyhi Muhammed Ziyaeddin Nurşini’nin Hayatı ve Mektubatındaki Tasavvufi Görüşleri. Çorum: Basılmamış Yüksek Lisan Tezi, Hitit Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü, Temel İslam Bilimleri Anabilim Dalı.

Baz, İ. (2014). Osmanlı’dan Cumhuriyet’e Norşin Dergâhı ve Şeyh Abdurrahman-ı Tâğî, Tasaffuv Dergisi, (34), 75-110.

Ergin, S. (?). Fotokopîya Nusxeya Mecmû‘eya destxet (Amd. Miftiyê Çinarê Mela Seîd Ergîn, Mustensîx: Mela Ehmedê Cewzî), n. r. 234-235.

Haznevî, Ş. A. (2012). Hazret ve Şah-ı Hazne Hayat ve Menkıbeleri, İstanbul: Semerkand Yayınları.

Karak, M. Z. (2021). Qesîdeya Şêx Mihemed Selîmê Hezanî. Kurdiyat , (3) , 41-66.

Korkusuz, M. Ş. (2010). Nehri’den Hazne’ye Meşayihi Nakşibendi, İstanbul: Pak Ajans.

Oxînî, Ş. M. A. (2017). Birket’l-Kelimat Menkıbeler Havuzu, (Çev.: Kadri Yıldırım), İstanbul: Avesta Yayınları.

Saraç, Y. (2013). Klâsik Edebiyat Bilgisi; Biçim-Ölçü-Kafiye, İstanbul: Gökkubbe Yayınları.

Yıldırım, K. (2018). Kürt Medreseleri ve Alimleri-Tekkelere Bağlı Medreseler, Cilt: 2, İstanbul: Avesta Yayınları.

Yücel, Ö. T. (2015). Şeyh Muhammed Diyâuddîn’in Hayatı Ve Tasavvufî Görüşleri. Ankara: Basılmamış Yüksek Lisan Tezi,  Ankara Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Temel İslam Bilimleri (Tasavvuf Anabilim Dalı).

Yüksel, M. (2018). Şeyh Abdurrahman Et-Tahi Ve Şeyh Muhammed Ziyâuddin, (https://mufity.blogspot.com/2018/09/seyh-abdurrahman-et-tahi-ve-seyh.html)(Erişim:31.07.2022).

Ziyâeddîn, Ş. M. (1977). Mektûbat, (Trc. Hasib Seven), İstanbul: Yaylacık Matbaası.

PÊVEK

Pêvek 1: Destxeta helbesta Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî

 

[1] Ev navê mintiqeyekê ye ku gundê Tax û Nûrsê jî di nav de ye. Di hin çavkaniyan de weke Sibayert, Ispahart û Ispahirt jî derbas dibe. Bnr. (Başar, 2018.)

[2] Li gorî Şêx Mihemed Asimê Oxînî û Mufit Yüksel di 1273yan de hatiye dinê; li gorî Yeliz Başar 1274 (1858) de hatiye dinê. (Oxînî, 2017, r. 177; Yüksel, 2018; Başar, 2018, r. 4).

[3] Li gorî Şêx Mihemed Asimê Oxînî û Korkusuz yek ji16 xelîfeyên Hezret jî Mela Mistefa Zokî ye (Oxînî, 2017: 177-180).

[4] Li gorî Korkusuz; Hicrî 29ê Receba 1342 û Rûmî 9ê Sibata 1940î de; li gorî İbrahim Baz di 27ê Receba 1342 (1923)yan de; li gorî Ömer Tayful Yücel jî di 27ê Receba 1341ê (15ê Adara 1923yan) de wefat kiriye (Korkusuz, 2010: 249; Baz, 2014: 89; Yücel, 2015: 118).

[5] Li gorî agahiyên ber dest ev mecmûe weke ya Mela Seîd Ergin tê zanîn, mecmûe ji alîyê Mela Ehmedê Cewzî (w. 2010) ve hatiye îstinsaxkirin û tê de bi piranî helbestên Hecî Fettahê Hezroyî hene. Xebatên me yên li ser mecmûeyê didomin.

[6] Ev bêje tam nehat fahmkirin.

[7] Ev dibe ku “Her ew in meǾnê ji tîn” be jî.

M.Zana KARAK
Lîsansa Bilind a Kurdî, Lêkolerê Serbixwe, / MA in Kurdish, Independent Researcher, m.zana47@gmail.com, ORCID: 0000—0003-1681-4917

Karak, M.Z. (2022). Şairtîya Şêx Ziyaeddînê Norşînî (Hezret), The Journal of Mesopotamian Studies, 7 (2), ss. …- … , DOI: 10.35859/jms.2022.1152016

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply