Ehmedê Xanî (1651-1707)

Ehmedê Xanî, di sala 1651ê de li gundê Xanê ji dayik bûye û di heman gundî de zarokatiya xwe borandiye. Ew “î”ya li dawiya “Xanê” ve girtiye û bûye “Xanî”. Ew “î”ya peywendiyê ye. “Xan” him navê eşîra wî û him jî nave gundê wî ye û li ser Colemêrgê ye. Di temenê şeşan de, li bal bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Dû re derketiye medreseyên Kurdîstanê. Xwendina xwe domandiye, bûye zana û wêjekarekî pirr mezin. Medreseyên Xelat, Bedlîs û Botanê xwendiye. Ew heyranê Feqiyê Teyran û Mele Ehmedê Cizîrî bûye. Berhema wî ya yekemîn Nûbihara Biçûkan e û bi vê pirtukê armanc wî ew e ku kurdî fêrî zarokan bike. Eqîda Îmanê nivîsandiye. Berhema wî ya sereke Mem û Zîn e. Ji bilî van berheman, 74 helbestên wî yên ku bi dest ketine hene. Wiha tê zanîn ku berhemeke wî ya din a bi navê “Erda Xwedê” ya li ser astronomî û erdnîgariyê jî heye. Ew, tenê bi fikr û ramanên xwe jiyaye û qet nezewiciye.

Ehmedê Xanî yek ji fîlozofên Îslamê ye. Dîroka ramanê û felsefeya baweriyê gelek baş fêm kiriye û baş analîz kiriye. Kurdî, Erebî, Farsî û Osmanî gelekî baş zanibûye. Hin helbestên xwe jî bi Osmanî nivîsandine. Helbesteke wî ya ku bi çar zimanan nivîsandiye jî heye. Xwestiye ku hest û fikrên xwe ragihîne gel. Xanî berhemên xwe, ne bi zimanê dewleta demê, bi zimanê gelê xwe nivîsîne. Bi ser de jî dibêje ku “heger ev berhem bi mohra padişah bihata neqişandin, bi vê rewşê bêrewac û perkande nedima”. Ev bûyera girîng a watedar bi van helbestên jêrîn raberî ber çavên me dike:

Neqdê me mebejê kêmbuha ye Bêsikkeê şahê şehrewa ye

Ger dê bibûya bi derbê menqûş Ned’ma wehe bêrewac û mexşûş

Mehbûb e, bi kes ne namîzad e Lew bextesiyah û namirad e

 

Xanî, derbarê dewlet û padişahan de, hê pêşvetir diçe û tanga berheman derbasî hemû deverên jîn û rûmet dike. Her wekî ku hemû karan bi dest wan, radixe ber çavan. Di vê mijarê de, helbestên hêja wiha pêşkêşî me dike:

Sed bar hebin fulûsê ehmer Derhal diket bi yek nezer zer

E’layê diket bi qehrê, edn Ednayê diket bi lutfê e’la

Paşan digirit wekî esîran

Aza diketin wekî feqîran

 

Ehmedê Xanî, careke din jî, bi awayekî wêjeyî, vê rewşê tîne zimên:

Ger dê wî nezer bida me carek Îksîrê tewecciha mubarek

Ev qewl hemî dikir’ne eş’ar Ev pol hemî dibûne dînar

 

Ehmedê Xanî, piştî qedandina dersan û standina icazê derbasî bajarê Bazîdê dibe û li wir medreseyeke tekûz vedike û dersa feqiyan dide. Di heman demê de, pirtûkxaneyekê jî ava dike. Ew pirtûkxane heta sala 1926an jî di xizmeta gel de bû. Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ya ku li bajarê Bazîda Kevn hatibû çêkirin û ketibû bin xizmeta gel, gelek ronahî dida Kurdan. Ew pirtûkxane, bi kêrî Mirad Xan jî hatiye û li ber ronahiya wê pirr xweşik meşiyaye. Mele Seîde Kurdî jî, bi qasi 40 rojî di heman pirtûkxaneyê de maye û li ser zanînên têvel xebatên pirr hêja pêk anîne. Ji gelek herêmên alema Îslamê, bi sedan kes dihatin serdana pirtûkxaneya Ehmedê Xanî.

Ehmedê Xanî, di sala 1707an de, di temenê pêncî û şeş salî de, li Bazîdê koça dawî kir. Gora wî li goristana Bazîda Kevn, li nêzikî medrese û mizgefta wî zatî hate veşartin. Gora wî serdangeha gel e. Him ji aliyê turîstên biyanî him ji aliyê turîstên herêmî ve eleqeyeke mezin dibîne. Em rêz û hurmeta xwe jê re pêşkêş dikin…

 

Çavkanî:

  • Dîroka Wêjeya Kurdî, Feqî Huseyn Sağniç, Enstîtuya Kurdî, Stenbol 2002
  • Kürd ve Kürdistan Ünlüleri, M. Emin Zeki, Apec, Sweden 1998
  • Tarîxê Edebê Kurdî, Prof. Qanatê Kurdo, Özge Yayıncılık, Enqere 1992
  • Dîwana Kurmancî, Evdireqîb Yûsîf

 

Ezîzxan Altûntaş* Berpirsiyarê Kovara pênGAV a Îzmirê/Xwendekarê Zanîngeha Dokuz Eylülê

Kovara Pêngav – Hejmara 5an (2011)

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply