Li war û civakeke bindest wê çawa wêje û huner bikemile

Me ji pêşîyên xwe ji hêla wêjeyê ve mîrateyek zêde bedew û berbiçav wernegirtîye. Her çi hebû di kilam û stranên muzîka otantîk de hatîye heta îroj û meriv dikare bêje ew jî ne bi temamî hatîye. Ango wêjeya devkî jî bi temamî û bê kêmasî negîhaye heta îroj. Kes nizanin bê çend û çend hezar klam û stran wenda bûne û negîhaştine heta vê demê.

Ji ber rewşa em Kurd tê de; ziman û çanda Kurdan jî gelek lawaz û qels maye û meriv dikare bêje di vê sedsala dawî de hinekî di ber xwe dide û hewl dide ku xwe bikemilîne. Îcar çê xerab her kes ji hêla xwe de û li gora bîr û zanîna xwe hin tiştan hildibêrin, dinivîsin felan; lê kevneşopîyek wêjeyî hîn di nav me de saz nebûye û em hîn wek fêkîyên nestewîyayî virde wêde diçin û tên.

Heman rewş di şano û sînemayê de jî bi vî rengî ye. Heger ez di vê nerînê de şaş bim bera ciwanik û ciwanmêr min bibexşînin û şaşîya min bêjin; lê li war û civakek bindest wê çawa wêje û huner bikemile û wê çawa bi pêş bikeve gelo? Ya din; ji nava vê bi şûn ve mayînê wê çawa rexnegirîyek erênî û xweragirtina li himber rexneyê sadir bibe? Bi kurt û kurmancî; ji bo em hîn û fêrî rexnegirî û xweragirtina li dij rexneyê bibin û li gora rexneyan kêmasîyên hev temam bikin, hîn gelek û gelek û dîsa gelek divê.

Ez bi xwe wan roj û deman nabînim, lê hêvîdar im ku demek bê em bizanin hev û dû rexne jî bikin û li dij rexneyê kêmasîyên xwe temam û qusûrên xwe sererast bikin. Roja îroj ne rexnegir hene, ne jî yên li himber rexneyê bi qewlekî stewîyayî xwe radigirin hene. Hema bêje her kesên qaşo rexnegir, an pesnên berhem û kesan didin, an jî berhem û kesan dilewitînin û hev û du ne rexne; rêxne dikin. Ev ewş ne berbi xêr e û wek gotina dawî; rexneya herî qenc û sûdewer ew e ku tu tiştekî ji tiştê hatîye kirin çêtir bike.

Silav li hemu dil û destên berxwedêr…

Rojar Wenda

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply