Dildarekî gotina nivîskî Mehmed Emîn Bozarslan

Dema em li dîroka Kurdan mêze dikin, em dibînin ku mele û medreseyên Kurd ji vê pêşketinê re bûne alîkarên mezin. Ew kesayetiyên ku ji derdorê olî (dînî) dihatin alîkariyeke bêhempa dane pêşketina fîlolojiya Kurdî. Van kesan çar stûnên vê folklor, edebiyat û dîrok gelek xurttir kirine. Bi saya vê keda xwe, wan ev kevir yek bi yek danîn ser hev, ev netewebûn stûn bi stûn înşa kirine. Bi kurtî dikarim bêjim ku ew ziman û edebîyata ku me winda kiribû, mele û medreseyan şunda dane me!

Yek ji wan Kur­dên Kurdistana Tirkiyê ku bi kar, lêgerîn û berhemên xwe ve gelek alî­kariya pêşketina çand Kurdî kiriye, Mehmed Emîn Bozarslan e. Salên 1960-1980yî dema ku Bozarslan dest bi alîkariya pêştabirina çanda Kurdî kiriye, çawa tê zanîn li ser Kurdan zordestî û zilmeke mezin hebû. Hejmara Kurdan wan salan qasî 15 mîlyonan bû. Lêbelê tenê wî ev cûret (cesaret) nîşan da, di van salên zordariyê de tenê wî turiş kir. Ew tenê bû, kesê duwem tune bû. Ji ber vê yekê jî di dîroka çanda Kurdî de rola Bozarslan her diçe mezintir dibe. Kovara Nûbiharê wek hûn jî dibînin ev hejmara xwe ji Bozarslan re veqetandiye. Gaveke gelek di cih de ye. Bi dîtina min dereng jî maye.

Dildarekî gotina nivîskî Mehmed Emîn Bozarslan

Mirov dikare bêje ku Bozarslan ev nêzîkî 50 salan e bûye hostayê gotinê, evîndarê gotinê, melayê gotina nivîskî. Bi enerjîyeke mezin, bi sebir û bîneke fireh, bênavber kar dike. Ji salên 1960î heta sala 1978an xebatên xwe li Kurdistanê pêk anîn. Piştî sala 1979an hate Swêdê û heta niha jî karên xwe li vir berdewam dike. Swêd jê re bû welatê duwem, ew bi xwe jî bûye perçeyekî Kurdên Swêdê û niha li jî bajarê Uppsalayê dimîne.

Bozarslan cara pêşîn bi ana­lîzkirina civata Kurd ve dest bi nivîskariya xwe kiriye. Xwestiye vê civata Kurd baştir nas bike û bide nasîn. Di pirtûkên xwe yên bi navên Şêxtî Axatî (1964) û Pirsên Rohilatê (1966) de civata Kurdan analîz kiriye. Di avakirina (înşakirin) bîr û baweriyên neteweyî de, di neteweparêziyê de, di çareserkirina pirsên etnîkî de wî dîtiye ku rola çanda Kurdî bi tevayî gelek mezin e, bi taybetî jî rola zimên.

Bozarslan yek ji wan kesan e ku cara pêşîn di pêkanîna neteweyan de rola zimîn a bi efsûnkiri, dît. Cara yekem Alfebeya Kurdî bi tîpên latînî amade kir û li Tirkiyê belav kir (1968). Mirovan, zimanê xwe vê carê bi çavên xwe, bi nivîskî dîtin. Ev yeka tiştekî nedîtî, tiştekî ecêb bû! Weşandina vê pirtûka ABCyê, bû sedemê kêfxweşiyeke mezin. Kurd li vî beşê Kurdistanê çawa tê zanîn bi salan ji hebûna xwe, ji ziman, edebiyat, çand û dîroka xwe pêpar mabûn, Kurdbûn ji wan re hatibû qedexekirin. Eger zimanek neyê bi kar anîn û pêşnekeve, ber bi mirinê diçe, di dawiyê de dibe zimanekî mirî, êdî wê demê kes nikare wî zimanê careke din şunda jî bîne. Bozarslan ev rastiya gelek zû keşf kir. Dawiya xe­batên wî yên ji bo zimanê Kurdî êdî nehat, heta niha jî berdewam in. Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Yûsuf Ziyaeddîn Paşa ku di sedsala nozdehan hatibû weşandin, berî ku derkeve dervayî welêt ji nû ve li Tirkiyê weşand (1978). Li Swêdê jî xebatên xwe yên zimîn ligel xebatên din berdewam kir. Projeyeke mezin da ber xwe. Dest bi amadekirina Ferhenga Kurdî kir. Ev ferhenga, Kurdî-Kurdî hate amadekirin. Cildê yekem di sala 2011an de derket, tenê peyvên A-D tê de cih girtine. Ez bawer dikim dema hemû pênc cildên vê ferhengê temam hatin weşandin, xwendevanên Kurd wê bigihêjin defîne û xizneyek mezin a zimîn. Wê demê, ew zimanê qedexekirî, zimanê zincîrkirî, “zimanê çiya” û ew “zimanê nenas”, wê bi xwe bê zimîn!

Bozarslan di sala 1968an de sertaca edebiyata Kurdî, ew berhema Ehmedê Xanî ango Mem û Zîn ligel wergera Tirkî weşand. Weşandina vê berhemê derbeyeke mezin li wan hêzan xist ku hebûna edebiyata Kurdî înkar dikirin, Kurd wek neteweyekî nezan, paşmayî û koçer dihesibandin. Mirovên me dîtin ku Kurd xweyê ziman û edebiyatekê ne. Vê yekê di pêvajoya xwebaweriyê de bandoreke bêhempa nîşan da.

Bozarslan her wisa jî girîn­giyeke mezin daye berhevkirin, şîrovekirin û amadekirina folklora Kurdî. Dema hate Swêdê bi dehan pirtûkên lawiran û pirtûkên pêkenokên gelî berhev kirin û ev hafiza gel rokire ser kaxiz, wek rêze-pirtûk ew bi pergal hemû bi Kurdî weşandin. Ez hejmara wan nizanim, refên pirtûkan jî têra wan nekirin. Ev pirtûkan him ji bo zarokên Kurd bûne materyalên perwedegariyê, hîndekariyê, him jî bi çapbûna wan beşeke folklora Kurdî ji windabûnê xelas bûn. Ji aliyê din van pirtûkan wek tekstên folklorîk û edebî ji zimanzanan re îmkan û firsendeke mezin peyda kir. Hejmara wan tekstên ku lêkoler bikaribin li ser kar bikin, bi saya van pirtûkan zêdetir bûn. Çawa tê zanîn pêyekî folklora Kurdî ziman xurt dike, pêyê din edebîyatê.

Bozarslan di hebûna neteweyan de rola dîrokê jî wek ziman zû keşf kir. Nifşên ku li Kurdistana Tirkiyê bi salan di sazî û dibistanên Tirk de bi bi Tirkî perwerde bûbûn, ji hînbûna dîroka xwe bêpar mabûn. Bozarslan bi amadekirina çapên çend xebatên dîrokî bi rastî jî gaveke gelek dîrokî avêt. Bi hezaran mirovan, xwendevanan mêze kir ku Kurdan wek mînak bi navê Mîrîtiya Merwaniyan û Komara Mahabatê di dîrokê de dewlet saz kirine. Ew herdu pirtûkên li ser van dewletên Kurd, kelacana evîndarên dîroka Kurdan yekcar bilind kir. Cara pêşîn bi saya Bozarslan, Şerefname ku sertaca dîroka Kurd dihate hesibîn, hate weşandin (1971) û xwebaweriya mirovên me dîsa xurt bû.

Bozarslan bi dîroka rojnamegerî û çapemeniya Kurdî re jî mijûl bû. Wî, koleksiyonên wan rojnameyên Kurdî ku berî sedsalan hatibûn weşandin, peyda kirin û ji nû ve weşandin. Kovara Jînê, rojnameya Kurdî ya yekem Kurdistan piştî xebateke dûr û dirêj pêşkêşî xwendevanan kir. Bozarslan, bi weşandina kovara Jînê xizmeteke mezin kir, gelek rûpelên dîroka Kurdan ku di nav tariyê de mabûn, derketin rûyê rojê. Nivîsîna dîroka Kurdan a sedsala 20an hêsantir bû. Sîstema kronolojîk û hevgirêka çend mijaran ji nû ve hate nivîsîn yan jî hate diyarkirin. Bozarslan, ev kovara bi navê Jîn ku di navbera salên 1918-1919an de li Stenbolê derketibû, bi jêrenot, bi vegotinên curbecur, bi werger û bi kedeke mezin weşand. Bi zimanekî din mirov dikare bêje ku Bozarslan kovara Jînê bi vê çapa nû bi rastî careke din jiyand!

Bozarslan hin tekstên di derbarê Kurd û Kurdistanê de ku kêm dihatin dîtin, hin tekstên dûrîdest di ansîklopediya yekem a Tirkî de cîh girtibûn, berhev kirin, di dawiyê de wek pirtûkeke cihê weşand (2001). Ev ansîklopediya bi navê Kamus-ul Alam (1889-1898) ji aliyê Şemseddîn Samî ve amade bûye. Şemseddîn Samiyê ku bi koka xwe Arnawûd bûye, maddeyên vê ansîklopediyî gelek objektîv û bêalî nivîsîne. Ev tekstan gelek kêrî Kurdnas, lêkoler û nivîskaran hatin.
Bi kurtî, gotin, vegotin, xet, herf, kaxiz, nivîs û tekst ji bo Bozarslan hertim çend peyvên şirîn û berdilk (ezîz) pêk anîne. Ew, bûye dildarekî gotinê, gotina nivîskî. Bozarslan pir zû û baş têgihiştiye ku pêşketina ziman, folklor, edebiyat û dîrokê wek çar stûnên xurt, di pêşeroja neteweyan de, neteweyên wek Kurdên bindest de roleke sereke dilîzin.

Rohat Alakom
Nûbihar, Jimar: 123, Sal: 2013, Bihar 

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply