1. Ji du caran zêdetir bi telefonê li kesekî negerin. Ger ew bersiva banga we nedin, bifikirin ku lênihêrîna tiştekî girîng heye ku têlefonan we nanê re.
2. Pereyên ku we deyn kirine berî ku kesê din bîne bîra we ku wî/wê deyn daye we, deynî xwe pêdin. Ew duristbûn û karaktera we nîşan dide. Ji bilî pereyan ji bo tiştên din jî wisa ye.
3. Dema ku kesek ji we re firavîn/şîva êvarê îkramkir, qet xwarinên biha yên li ser menuyê nexwazin. Ger gengaz be, ji wan bipirsin ku xwarina bijareya wî/wê bila ji we re jî siparîş bike.
4. Ji ti kesî pirsên wiha xerîb nebipirse “Ax, ma tu hîn nezewicîyî?”, “Ma zarokên te nînin”, “Te çima mal/xwanî nekirî?” an “çima tu erebeyekê nakirî?”. Ev ne pirsgirêkên we ne.
5. Her tim derî ji bo kesê li pişt xwe veke. Kur be, keç be, pîr be yan ciwan be, ferq nake. Di nav gel de xweşbûna ji kesekî re, we piçûktir nake.
6. Heger hevalekî ji bo te dirav da, cara din heqê wî/wê tu bide.
7. Rêzgirtina ramanên cihêreng re raberkin. Bînin bîra xwe, tiştê ku kesek 6 dibîne dibe ku ji we re 9 xuya bike. Di heman demê de, ramana duyemîn ji bo alternatîfekê baş e.
8. Tu carî axaftina mirovan qut neke. Bila biaxivin. Tiştê ku ew dibêjin bibihîzin û wan hemî filître kin.
9. Di dema axaftinê de nekevin nav mijarên nehewce. Hewl bidin ku mijara sereke bi zelalî rave bikin.
10. Heger tu henekê xwe bi yekî bikî û ew jê hez neke, raweste û careke din vê yekê neke. Mirovan teşwîq bikin ku bêtir bila vê bikin û nîşan bidin ku hûn çiqas spasdar in.
11. Dema ku kesek alîkariya te dike bêje “spas”.
12. Di nav gel de pesnê hevalên xwe bidin. Dema ku hûn tenê ne kanin rexne bikin.
13. Qet sedem nîne ku meriv li ser giraniya/kîloya kesekî şîrove bike. Tenê bêje “tu xweş xuya dikî”. Ger ew bixwazin li ser windakirina giraniyê/kîloya biaxivin, ew ê bi her awayî biaxive.
14. Dema ku kesek di têlefona xwe de wêneyek nîşanî we dide, çep û rast neçin. Tu carî hûn nizanin ku di rêzê de çi ye.
15. Heger hevalek ji te re bêje randevûya doktor heye, nepirse ji bo çi ye, tenê bêje, “Ez hêvî dikim ku hûn baş in.” Wan mecbûr neke ku ji we re behsa nexweşiya xwe ya kesane bikin. Ger ew dixwazin ku hûn bizanin, ew ê ji we re bêjin.
16. Ji paqijker re heman hurmetê wekî CEO nîşan bidin.
17. Ger kesek rasterast bi we re dipeyive, hûn li têlefona xwe binêrin ew bêrûmetiye.
18. Heta ku ji we neyê xwestin qet ji kesî re şîretan nekin.
19. Dema ku ne hewce ye, temen û meaşê nepirsin.
20. Heya ku tiştekî ne hewce be ku rasterast we eleqedar dike li ser karê xwe bisekinin/karê xwe binêrin.
21. Heger tu li kolanê bi kesekî re dipeyivî, berçavkên xwe yên rojê/tavê derxe. Ev nîşana rêzgirtinê ye. Têkiliya çavan bi qasî axaftinê girîng e.
22. Di nava feqîran de qet behsa dewlemendiya xwe neke. Bi heman awayî, li ber kesên ku zarokên wan tune ne, behsa zarokên xwe nekin.
23. Piştî xwendina peyameke baş, hewl bidin ku bibêjin “Spas ji bo peyamê”.
Spaskirin riya herî hêsan e ku meriv tiştê ku bixwaze dest bixe.
Çandname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…