Di mamikan de Daçek

Daçek hêmaneke hevoka kurdî ye ku bêyî wê mane kêm dimîne û tevilhevî pêk tê.

Her çiqas di hin dever û devokên kurdî de daçek winda bibin jî bi temamî ji holê ranebûne û di wan devokan de jî li hin deran heke daçek neyê bikaranîn kêmasî xuya dibe. Em dikarin ziman bişibînin malekê û hêmanên wek gihanek, daçek û hwd. jî bişibînin odeyên û beşên vê malê. Ew mal ji derve ve her çiqas wek avahiyek bixuyê jî dema ku tu ketî navê û te beş û jûrên wê nedîtin tu yê wek avahiyeke vala bibînî. Ziman jî eynî wisa ye. Dema ku tê de kêmasiya van hêmanan hebe wek avahiyeke vala dê bixuyê. Ji ber vê yekê daçek jî ji bo zimanekî tekûz û ji bo pêşketina hizra wî zimanî yek ji hêmanên herî girîng e.

Di mamikên kurdî de daçekên ku em li ser rawestan û bikaranîna wan bi
mînakekê nîşan da, ev in:

(Bi) Bi şev bi roj mezin dibe, damarê wî heye, xwîna wî tune ye? (Dara ku şîn dibe 5/101)

(Bê) Qesra sipî bê derî. (Hêk 8/5)

(Di) Xalê min Emer e, sê kurtekên di ber e, du sipî ne êkê zer e. (Hêk 8/2)

(Ji) Rûto ji pûrto dibit, pûrto ji rûto dibit. (Hêk 8/16)

(Li) Tiştekî min heye, şêrîno li darîno. Ev çi ye? (Hingiv 8/36)

(Bi…re/ra) Uşe keru, bi dû min ra weru.  (Bagurdan/Pangor 9.3/27)

(Bi…ve/va) Ker bi bar ve çû di şkeftê ve. (Kefçik 9.2/30)

(Bi…de/da) Kalê rû bi dar de çi ye? (Derî 9.3/194)

(Di…de/da) Serî li derve, binî di erdê de? (Sing 9.3/210)

(Di…re/ra) Serî yek e binî du, di qûna bab û bapîran ra çû. (Şerwal 9.4/11)

(Ji…re/ra) Wekî pirpel e, nivîs lê bel e, bi bend û bal e, ji te re heval e. (Pirtûk 9.5/10)

(Ji…ve/va) Belot belot, ji ser ve req e, ji bin ve pot. (Berîk 11/20)

(Ji…de/da) Ji hire û wê de, sed mal û mezel, di nav sima ga da? (Kunmêwî 11/115)

(Li ber…) Pişo pişo nêrgiz, li ber ava dengiz, ne gur dixwe ne jî dibe diz? (Pir 11/127)

(Di ser…re/ra) Di ser avê ra diçit sihê nakit. (Deng 1.1/24)

(Li ba/bal…) Çil mêvanê şûştî, li ba hev rûniştî? (Neftik-Kîbrît 9.2/166)

(Ji ber…) Hûr e wekî kirzin, reş e weku bizin, hakim ji ber dilerizin. (Kêç 2.1/54)

(Bi ser…) Mamikê mino, guhbelo bi rê ket, girovero bi ser ket, xeftanzero bi pey ket. Çi ye? (Ker, barê tirî, moz 7/45)

(Bi wî/wê (Pê)) Tiştekî min heye, pê digirim tere axir, pê nagirim naçe axir. Ev çi ye? (Kevçî 9.2/95)

(Ji bilî…) Mamikê mino mamanî, yê li bin mêwek sadanî, ji bilî Xwedê kes nizanî. Çi ye? (Jina bihemle 1.1/76)

(Li bin…) Şiva ter e, li bin axê. (Mar 2.3/17)

(Di bin…ve) Hizar mirovêt di bin lihêfkekê ve. (Hinar 3/5)

(Di bin…de) Minara sor e di bin erdê de çi ye? (Gêzir-gizêr 4/49)

(Ji bin…) Mamikê mino, deng ji bin têt, ser diçemît. Çi ye? (Tir û fis 1.1/94)

(Ji bin…ve) Ji ser ve hosî, ji bin ve pirasî. (Belgêt çolî 5/32)

(Ji bo…) Tiştekî min heye, ji bo dinyayê hemiyê lazim e. Çi ye? (Nav 1.1/98)

(…cem…) Ji hire û cem te, çip li qûna te? (Kêç 2.1/44)

(li dor…) Mamikê mino, li dor te dîzivire, lê nagihîte te. Çi ye? (Doxîn 9.4/27)

(bi dor…) Çarnig bi rê ket, dunig bi pê ket, çîzo vîzo bi dorê ket. (Çerçî 1.1/50)

(Li dûv…) Gayê li nav govê nivistî, pezê li dûv qûnê ve damiştî. (Dolab 9.3/49)

(Li hindav) Behrek av, marek li nav, teyrek li hindav. (Lempe/Çira- Momik-Fanos-Lox 9.2/12)

(Li jêr) Teq û req li jor, li ban dixe li jêr û jor? (Çeqçeqa aş 11/134)

(Li jor) Li jor disekine, mirov ji berf û baranê diparêze? (Sîwan 9.3/200)

(Li kêlek) Cêwî ne li kêlek in, ne goşt in, lê nermik in, ev çi ye dê fêm bikin? (Guh 1.2/16)

(Li mal) Mamikê mino, min kirrî yek, li mal bû sed û yek. Çi ye? (Hinar 3/63)

(Li nav) Mamikê mino, firto fiyo, li nav deviyo. Çi ye? (Qîvar 5/87)

(Li paş) Tasa danya, li paş xanya. (Kirmorî 2.1/65)

(Li pey) Çûme çolê çolbeyarekî, heft dûv li pey beranekî. (Şitî/Zebeş 3/20)

(Li pêş) Mamikê mino, aş e aşe çend xeraş e, du li paş du li pêş e. Çi ye? (Guhan 2.8/44)

(Li pişt) Xana li pişt malan e, dibe kinc bi însan e? (Pembû 5/145)

(Li ser) Tiştekî min heye, sindoqa xilqandî, li ser darê daliqandî. Ev çi ye? (Gûz 6/20)

(Mîna…) Nav mîna navê tazî, toponî mîna topono xîştiro? (Terazî 9.3/203)

(Nav) Hade û made, korîka xo bade, here di nav zevîka bi qurad e. (Coka avê 12/14)

(Ji nav) Tebeqa li ser tebeqê, ji nav da marê gezekê, di ser da konên rûvîya, di ser da çirayên nebiya, di serda dehlên hûta. (Lêv, ezman, difin/poz, çav, por 1.2/10)

(Di nav…de/da) Wî lay pêjan, vî lay pêjan, di nav da morî û mercan. (Çav 1.2/25)

(Nik) Mamikê mino, şev têt şemal têt, gah têt gopal têt, nik padîşah û sultan têt. Çi ye? (Heyv 16/75)

(Li pişt) Du rêz giya, li pişt çiya. (Kezî/Gulî 1.2/43)

(Bi pişt) Tiştekî min heye, ji tiştan tişt e, bi parsî ye û bi pişt e, bê xwîn û bê goşt e? (Pel 5/140)

(Pişt) Xalkî xala, çû pişt mala, şingîn kete ezmana? (Birûsk 16/108)

(Bi rex) Tiştek min ê bêhnxweş e, dara qudretê, xizêmeke bi rex ketê. Çi ye? (Nêrgiz 5/84)

(Rex) Mamikê mino, vî rexî kaş wî rexî kaş, di nav da topek qumaş. Çi ye? (Kitêb 9.5/22)

(Heya) Pîrikek min heye, ji sibê heya êvarê pîna (pehînan) li xwe dixe. (Sêla Nan 9.3/100)

(Heta) Dirêj, dirêj, dirêj, ji vir heta serê dinê, nagêyê boça kerê. (Rê 11/44)

(Hetanî) Pîrê tê nava civatê, hetanî mîza xwe neke naçê? (Çaydan 9.3/205)

 

Nivîskar: Kenan Subaşi

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply