Derbarê Zimanê Kurdî de

“Ev meywe eger ne abidare
Kurmanciye ew qeder li kar e”
Ehmedê XANî

Di rojhilata navîn û Asyaya nêz de piştî Erebî, Tirkî û Farsî zimanê herî zehf tê axaftin zimanê Kurdî ye. Kurdî di malbata hind û Ewrupayê de, zimanekî ji navenda îranê ye. Bi peyv, têgih,biwêj û rêzimanê xwe ya resen, Kurdî di nava wan zimanên ku herî kêm ji eslê xwe dûrketî de xwedî cîhekî girîng e. (1)

Kurdî li hember Sanskirîtî û Hîndî, bin navê zimanên îranî de xwedî temenekî dirêj e. Gorî Robert Stockwell û Donka Mînkova dîroka zimanê kurdî pênc hezar sal berê dest pê dike. ( bnr: the IE family of languages, rp.23 ). (2) Bi vê kesayetê, zimanê Kurdî xwedî temenekî dirêj û mîratekî kavnar e. Rojhilatnas Prof. Says derheqê Kurd û zimanê Kurdî de waha dibêje: “ Kurd bi nîjadî mensûbê nîjada Arî ne. Zimanê Kurd jî yek zimanê ji malbata Hînd û Ewrûpayê ye.

Geştyarê navdar Marco Polo jî di bîranînên xwe de behsa Kurd û Kurdîstanê dike, dibêje di warê îranê de heyşt keyîtî hene, yek ji wan jî keyîtîya Kurdîstanê ye.(3)

Li gorî dîroknas û lêkolîneran; wekî kalikên Kurda, behsa Medyayê, Kassîtîyan, Kîmmerîyan, Mîttanîyan, Hûrrî û Gûtîyan tê kirin. Lê avakirina dewletê di nava Kurdan de nebûye kevneşopîyeke navdar. Ji ber vê sedemê zimanê Kurdan statuyeke fermî dest nexistîye. Bê fermîyet û dewlet zîman tenê bi xîret û xebatên kesane ve rê diçe û zindîtîya xwe dewam dike. Derbarê vê mijarê de nivîskarekî mezin ê zaravayê Soranî Hecî (4) waha dibêje

(soranî)
“Be şîr û xame dewlet payedare,
Emin xanem heye, xîr nadîyare,
Ne beydaxî heye ne tepl û kûsî,
Emendey pêykira bêçare nûsî.
Wezîfey xom be cê hêna temamî
Be şîrî dewlete millet nizamî.” (5)

(kurmancî)
Bi şûr û pênûs dewlet payîdare,
Pênûsa min heye,şûr nedîyare,
Ne beydaxî heye ne dahol û deng
Çi dest tê, vî bêçare nivîsî.
Wezîfeya xwe bi cîh anî temamî
Bi şûrê dewletê millet tê nîzamê.

Lê belê hemî nivîskarên Kurdan ku bi kurdî binivîsîya nav û şanên wan ê niha
bi dinyayê bihata nasîn.derheqê vê mijarê de Hecî wiha dibêje;

Kitêb û defter û te‟rix û kaxez
Be Kurdî ger benûsraye zubanî
Mela w Zana w Mîr û padşaman
Heta meşher dema naw û nîşanî (6)

Nivîskar û ronakbîrê Kurda yê mezin Xanî (7) armanca nivîsandina destana Mem û Zînê wiha tîne zimên:

Hasil ji înad eger ji bêdad
Ev bîd‟ete kir xilafê mû‟tad
Safî şumurand vexwar durdî
Manendê derî lîsanê Kurdî
Înaye nizam û intizamê
Kêşaye cefa ji bo ‘amê

Bi van risteyên xwe Mamoste Xanî xessasîyeta xwe ya ji bo kurdî tîne zimên û dersa têkoşîn û xîretê dide nivîskarên Kurdan. Her çiqas jî ziman were qedexekirin, lîstikên asîmîlasyonê li serên Kurda werin leyîstinê, qelem werin girêdanê ji, divê em mîrata ku kalên me ji me re hîştîye xwedî derkevin û guh bidin şiretên Xanî.

_____________________
1 Bedirxan, Celadet Ali û Lescot,Robert (2009, Stenbol) Weşanên Avesta, Grammaire Kurde.
2 (bnr: 3)
3 Stockwell, Robert, Mînkova Donka (1989, USA) Cambridge Unîversîty Press, Lexîcology: history and
structure of English words.
4 Hacî Qedirî Koyî (1817-1897)
5 Hassanpour, Amîr(1997, Stenbol) Weşanên Avesta Kurdistanda milliyetçilik ve dil.
6 (bnr:5)
7 Ahmedê Xanî (1650-1706)

Nivîskar: Cumalî Guler

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 1em

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply