Deqe Çîrok, Çîrokên Kurte an jî Çîrokên Dapalandî

Ev serdema ku teknolojî ew qas pêşketiye, dem bi lez diherike de jiyana mirovan jî li gor wî teşe girt. Pîvanê gelek tiştan jî guherîn. Bo minak: filmê metraj dirêj der dora 90 xulekê ne. Ev dem zêde hatiye ku çarenûsek geriyane û dest bi rêzefilma kirine. Her beşa rêzefîlma di navbera 20 û 45 xulekî hatiye pîvanekirin. Piştre kurtefilma destpê kir kû dema wan gelemperî 15 û 30 xulekin. Kurtefîlma herî kin a cîhanê 5 cirke domandiye. Ev rewş xwerinê bigire( têgehek wek xwarina lezgin- fast food- derxistiye holê.

Em dikarin vê cureyê wekî xwarina li ser piya jî bi nav bikin)gelek qadên jiyanê de rû daye. Helbet pîvanên metnên wêjeyî jî guherin. Roman guherin e çîroka, çîrok guherîn bûn kurteçîrok, çîrokê kurte kurt û deqe çîrok. Her wuha pênasaya van metnan jî hat kirin. Roman; Çawa kû yekî destê te girtiye û hemû malê gerandiye. Tu hemû malê (mekan, kesayet û bûyeran) dibînî û têdigijî ka rewşa van hemû tiştan çiye. Kurteçîrok; Çawa kû tenê li odekî bibînî. Tenê derbarê wê odê de agahî û têgihiştinê te çêdibin. Deqeçîrok an jî çîrokên dapalandî jî çawa ku tu qula mifta derî de li odê binerî.

Dema rewş tenê qula mifta derî de nêrandin be. Agahiyên te pir hindikin. Tu dikî bi wan agahiyên hindik bûyerê rave bikî. Ji ber wê neçar dimînî peyv û hevokên herî bi bandor kar binî. Divê ziman teqez helbestkî be. Dibe ku diyalog pir bin. Li ser hêjmara peyvan nîqaş pirin ber ku di edebiyata cîhanê de cureyek nû ye. Hîn pîvanek wî rengî tuneye.

Deqe çîrok an jî çîrokên dapalandî. Edebiyata cihanê de her çiqas cureyek nû be û hîn pênase lê nehatibe kirin jî em dibînîn kû zargotina Kurdî de ev cure ji berê de hebû. Di nava gel de him bi forma deqa (Bûka Ser Bi Xêlî, Zavayê Dest Bi Hine, Mêrê Bisaqal, Jina Reş Girêdayî, Kezî Kurkirin, Kitana Bêmorî hwd.) him jî bi forma diyalogan (metelok hikayet) çîrok hatin dapalandin û kurte kurt dihatin gotin. Çîrokên vî teşeyî yên Kurdî Mele Mehmudê Bazidî (1797, 1867) bigire Xelîlê Çaçan ( 1924, 1981) û heya roja îro alî nivîskarê Kurd ve hatine nivîsîn. Hebûna deqên zargotinê pir giringe. Ew çîrokên bi vê şêwazê werin ji nivisar re dibin palpişt.

Şanyar Adir

ÇAVKANÎ
– Bazidî, Mele Mehmudê. Cami’eya Risaleyan u Hikayetan Bi Zamane Kurmanci.; Amedekar Avci, Ziya(
2010) WEŞANÊN LÎS.

–  Çaçan,X.Cewahirên Kurdî;(2010) WEŞANÊN LÎS

– Ronî,M. Çîrok-Kurteçîrok-Deqe çîrok, Kovara Kurteçîrok, (Hejmar 5)2023. BERDAN MATBAA

– Korkamaz,R ve M, Deveci.Turk edebiyatında Yeni Bir Tür Küçürek Öykü ( 2018) WEŞANÊN AKÇAX
( https://jasstudies.com?mod=makale_tr_ozet&makale_id=26169)

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply