Li welatên me berfeke zêde bariya gelek pirsgirêk bi xwe re anîn. Kesên ku jiyana xwe ya rojane didomînin û jiyana xwe ya karsaziyê didomînin li rêyên ku bêyî ketina berfê bimeşin digerin. Li vir em ê teknîkên rêveçûna berfê bidin we…
1- Destên xwe ji bêrîkên xwe derxin
Di demê gengaz de, destên we ne di berîkên we de bin a hûn ê ketineke dijwar û bi xeternak bifilitin. Ku hûn bikevin jî hûn ê xwe rehettir komehevkin.
2- Teknîka Penguenan
Hûn dikarin bi avêtina gavên hêdî û piçûk rîska xweya ketinê kêm bikin. Gavên ku hûn bavêjin divê tu carî ji firehiyên milê we mezintir nebin.
3- Rêyên bi derence/nêrdiwanî û hevrazî tercîh nekin
Ger gengaz be, ji rêyên asê dûr bisekine, heta ku hûn ne neçar bin riya xwe dirêj bikin. Ketin, nemaze li ser derenceyan, dikare bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên mezin.
4- Tûr û çenteyên zêde li xwe re negerînin
Çentêyê xwe ne di destê xwe de li ser milê xwe re kin. Ger ku hûn dikarine çenteyên xwe cihekî bihêline qet bi xwe re negirînin.
5- Bala xwe bidin pêlavên ku hûn li xwe dikin
Pêlavên we bila bi qaûçûkî û tirtiqî/biniqirik bin, ew pêlavan hîn rind erdê digrin.
6- Li cihên ku hûn pêlê dikin haydar bin
Destpêkirina li ser çîpek berfa ku nû ketiye dikare di pêşîlêgirtina we de ji leyizandin û ketina we de bi bandor be. Cihên dûzbûyî û qerimî dibe sedem ku lingên we bişemitin.