Weşangerî

Ji bo zarokan pirtûkek nû!

Ji bo zarokan pirtûkek nû! 📚Heyvîn Çima Ranazê? ✍Nivîskar:Siya Sîtav @siya_sitav 🛒www.nayayinlari.com “Dîya Heyvîn dixwaze Heyvînê bike xewê. Lê Heyvîn digirî ranazê. Ajalên cîran,Alîkariya diya Heyvînê dikin ku Heyvînê bikin xewê. Gelo Heyvîn wê  çawa razê?” #siyasîtav #zarok #pirtûk

Bêhtir »

Weşanxaneyê Roşna ra Hîrê Kitabî

Weşanxaneyê Roşna ra hîrê kitabî weşanîyayî. Hetanî nika 69 Zazakî, 6 Kurmancî û 2 zî Tirkî, pêro piya benê 77 kitabî ke Weşanxaneyê Roşna ra Weşanîyenê. Kitabo yewin roman o, 294 rîpelî yo. Yew romano biyografîk o, eynî wext de merdim eşkeno vajo yew romano dokumanter o zî. Meselaya romanî serra 1925 ra dest pê kena. Badê ke dewa Dara …

Bêhtir »

Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket!

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmera xwe ya 16an li ber destên xwînerên xwe ye. Kovara Derûnnasiyê ku ji her çar mehan carekê diweşe di vê hejmara xwe ya nû de weke dosyeyê cih daye ‘derûnnasiya klînîkî û erdhej’ê. Kovarê di vê hejmarê de cih daye van nivîs û nivîskaran;   📌Erdhej û Trawma: An Polîtîka an Psîkolojî Erdoğan Özmen …

Bêhtir »

Di vê sedsalê de wateya “Romana Gerdûnî” çi ye?

Cîhana edebî ya gerdûnî, di sedsala 16an de dema wêje wekî qada tekoşînê derketîye holê, hatîye avakirin. Çawa ku bazara neftê û zêran heye, bi demê re bazara edebîyatê jî hêdî hêdî geş bûye. Piştî xebatên wergerê (sedsala 19an) zêde bûn, sînorê edebiyata cîhanê berfirehtir bû û Parîs di sedsala 19an de bû paytexta yekem a komara edebî ya cîhanê. …

Bêhtir »

Ji Hunermend Aslîka Qadir Pirtûka ‘Welatê Me Kurdistan e’

Hunermenda Kurd Aslîka Qadir ku bi strana xwe ya bi navê ‘Welatê me Kurdistan e’ bi navûdeng e, vê carê jî bi heman navî pirtûkek li ser jiyana xwe nivîsand ku ji bîranînên wê pêk tê. Weşanên Avesta do (Çarşemê 5ê Nîsana 2023an) ji Rûdawê re ragihand ku pirtûka bi navê ‘Welatê me Kurdistan e’ ya Hunermenda Kurd a ji …

Bêhtir »

Romana “Dilara-Hêstirên Xerîbiyê” derket

Romana “Dilara-Hêstirên Xeribiyê” cihanek pêşkêşî xwendevanan dike ku tê de qencê û xerabî têkelî hev in, ku rastî û xewn tevlihev dibin û pirsên ji bersivan pirtir in. Ev roman di weşana Sîdarê de derket Nivîkar : Lokman Polat Weşanxane : SİDAR YAYINLARI Rûpel : 121

Bêhtir »

Hejmara Hevdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Hevdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya vê hejmarê “Wêjeya Berxwedanê” ye. Ji ber girîngiya wê di jiyana civak û gelên ku dikevin ber dijwarî û metirsiyên çarenûsî de. Ji pêşekiya hejmarê: “Wêje beşeke ku girîngiya wê ji ya sektorên din ne kêmtir e, bi taybetî di qonaxên …

Bêhtir »

Hejmara 162an a Nûbiharê derket!

Ji edîtorê Kovarê: Ji jimara 162an merheba. Dema me ev jimar amade dikir 6ê sibatê, li du navçeyên bajarê Meraşê, destê sibê li Bazarcikê, nîvro jî li Elbîstanê du erdhejên gelek bi şîdet çêbûn. Bi sedema van felaketên li pey hev, ezê di vê nivîsa edîtor de bi awayekî din derkevim pêşberî we: Ezê weke jimarên berê, li vir behsa …

Bêhtir »

Pirtûka “Henek Menek” Weşiya

Pirtûka sêyemîn a nivîskar, akademisyen û mamoste Zîwer Îlhan bi navê “Henek Menek” ji alîyê 40 Kitap Yayınevi ve hate weşandin. Berhem, bi şêweya dram û komedi hatîye nivîsandin û ji şano û kurteşanoyan pêk tê. Şanoyên di berhemê de: Pênç Dahn Mahne, Xistexane, Mîrqendo, Zirfeqe, Têkoşîna Komelê. Kurteşanoyên di berhemê de: Azmûn, Xwazginî, Dikana Peyasê, Qandîla Bizikreşî, Şaşomaşo, Destê …

Bêhtir »

Çandname e Kovar – 6 Derket

Xwendevanên hêja û birûmet; Bi derengî be jî ji hejmareke nû merheba, Kovara Çandnameyê bi jimara xwe ya şeşem dibêjê merheba, ev merheba li kovargeriya kurdî pîroz be. Dîsa kovara me bi mijarên curbicur û rengînbûna xwe bûye keşkuleke kelepora modern û ya klasîk. Em ji hemû nivîskarên xwe re sipasîyên xwe dişînin. Di nav bazarek ewqas kesat de bi …

Bêhtir »