Pirtûka sêyemîn a nivîskar, akademisyen û mamoste Zîwer Îlhan bi navê “Henek Menek” ji alîyê 40 Kitap Yayınevi ve hate weşandin.
Berhem, bi şêweya dram û komedi hatîye nivîsandin û ji şano û kurteşanoyan pêk tê.
Şanoyên di berhemê de:
- Pênç Dahn Mahne,
- Xistexane,
- Mîrqendo,
- Zirfeqe,
- Têkoşîna Komelê.
Kurteşanoyên di berhemê de:
- Azmûn,
- Xwazginî,
- Dikana Peyasê,
- Qandîla Bizikreşî,
- Şaşomaşo,
- Destê Xwe Nede Qur’anê,
- Tu Çi Yî?,
- Şerê Kemençê.
Di van lîstikên şanoyê de nivîskar; bêtir bawerîyên çewt yê dînî, gelemora nasnameyê û kesên durû derdixe pêş. Nivîskar reheke xwe berdaye dîrokê, mijar û bergehên modern bi dest xistiye û wan tîne ber motîfên niştecih ku nakokî derkevin holê. Bi vî awayî nivîska xwestiye ku bikenîne û perwerde bike.
Nivîsa li ser berg
Henekên rexneyî, hilbijartineke hebûnî ye. Peyv û hevokên edebî bi xêra honaka şanoyê dest bi guhertina hiş, hest û derdorê dikin. Temaşevanên şanoyê perçek ji civakê ne û ku berhema edebî bandorê li wan dike êdî guhertin ji wê şanogehê dest pê dike.
Kurd rexnok, ji dil û henekvan in. Helbet wê şanoya Kurdî jî wilo be.
Kunyeya pirtûkê:
- Navê Pirtûkê: Henek Menek – Şano
- Navê Nivîskar: Ziver İlhan
- Navê Weşanxaneyê: 40 Kitap
- Çapa 1.: 2022
- Kaxiz: 60 gr. Enso Creamy