Di vê sedsalê de wateya “Romana Gerdûnî” çi ye?

Cîhana edebî ya gerdûnî, di sedsala 16an de dema wêje wekî qada tekoşînê derketîye holê, hatîye avakirin. Çawa ku bazara neftê û zêran heye, bi demê re bazara edebîyatê jî hêdî hêdî geş bûye. Piştî xebatên wergerê (sedsala 19an) zêde bûn, sînorê edebiyata cîhanê berfirehtir bû û Parîs di sedsala 19an de bû paytexta yekem a komara edebî ya cîhanê.

Hebûna bazara edebîyata cîhanê êdî ji alîyê her wêjekarî ve tê qebûlkirin. Girêdayî nêrîna serdest, nav û dengê nivîskarî li her derî belav nebûbe yan jî ew ne navekî gerdûnî be, ew mezin nayê hesibandin. Zehfî nivîskarên ji Afrîka, Asya û Amerîkaya Başûr ên ku berhemên wan nagihîjin xwendevanên navneteweyî, xwe serkeftî nahesibînin. Heta nivîskarên welatên bi hêz ên wekî Almanya, Fransa û Îtalyayê gazinên xwe dikin û dibêjin, em gelekî hewl jî didin lê em nikarin weşangeran peyda bikin ku berhemên xwe bi Îngilizî çap bikin. Anegorî van nivîskaran, serneketina wan a gerdûnî, rûmeta wan a li welatê wan kêm dike. Dema pirtûka nivîskarekî îtalî li New Yorkê çap dibe ew nivîskar xwe serfiraz dihesibîne. Di vê sedsalê de mafên romaneke ku hêj li welatê xwe nehatîye çapkirin, bo welatine din jî têne firotin. Dema ku xwendevanekî berhemeke Murakamî hilda destê xwe, dizane ku ew berhem li seranserê cîhanê di heman demê de tê xwendin. Bi kurtasî xwendevan dibe endamê civaka gerdûnî. Ev helwest cazîbeya pirtûkê zêde dike. Ya rast “wêjeya cîhanê” (weltlitaratur) ne têgeheke nû ye. Ev têgeh, ewil ji alîyê Goethe ve hatîye bikaranîn. Goethe di axaftina xwe de gotîye: “helbest milkê hevpar ê mirovahîyê ye. Di roja me ya îro de tu wateyeke wêjeya neteweyî tune ye, serdema me serdema edebîyata cîhanê ye û divê wêjeya cîhanê ji bo vê serdemê bilezîne û bi erka xwe rabe”. (1)

Li gorî Adam Kirsch, “heta ku afateke şaristanîyê neqewime, êdî ne pêkan e ku em di edebîyatê de vegerine ser wê nêrîna berteng a neteweyî”. (2) Kesê ku cara pêşî daxwaza damezrandina Enternasyonala Entelektuelîyê kirîye, nivîskar Valery Larbaud e. Bi nêrîna wî pêwîst bû ku di edebiyatê de sînorên li ser têgihîştina neteweperestîyê ji holê bên rakirin. Edebîyat, nikare wekî giraveke neteweyî ya îzolebûyî xwe (hebûna xwe) mezin bike. Cîhana edebî ya gerdûnî, di sedsala 16an de dema wêje wekî qada tekoşînê derketîye holê, hatîye avakirin. Çawa ku bazara neftê û zêran heye, bi demê re bazara edebîyatê jî hêdî hêdî geş bûye. Piştî xebatên wergerê (sedsala 19an) zêde bûn, sînorê edebiyata cîhanê berfirehtir bû û Parîs di sedsala 19an de bû paytexta yekem a komara edebî ya cîhanê. Di serdema Franco de jî Barcelona ji bo rewşenbîran bû navendeke girîng. Herweha Barcelona ji bo rewşenbîrên şoreşger ên ku ji derbeyên faşîst ên ji Amerîkaya Latîn direvîn jî, bûbû sitargeh. Piştî Parîs û Barcelonayê, di sedsala 20î û 21ê de London û New York jî ji bo edebîyata cîhanê, bûn navendên bi nav û deng. Kesên biryara romana gerdûnî digirtin, elîtên çandî yên li van navendan bûn û wan biryar dida ka romana gerdûnî çi ye û çi nîne.

Demeke dirêj e nîqaşa romana gerdûnî çi ye û çi nîne, tê kirin. Adam Kirsch vê mijara li nav hev ketî pir bi hêsanî wê ji hev vedike û weha pênase dike: “Romanek gava li ser serpêhatiyên mirovên di sedsala 21ê de difikire an jî dest bi vegotina van serpêhatiyan dike, dibe romaneke gerdûnî”. (3) Romannûsê sedsala 21ê divê serpêhatîya lokal li ser paşxaneyeke navneteweyî dramatîze bike. Bi rastî ew jî hinek caran bi serê xwe têra vê yekê nake. Zimanê ku tê bikaranîn, ajansên navneteweyî û pîvanên xelatan, qedera berhemên edebî dîyar dikin. Bi nezera gelek rexnegiran, kesayetên navdar û dewlemend ên cîhanê biryara romana gerdûnî digirin. Serbarî ser, dîsa ew di edebiyatê de derbirîna wan felaketan dîyar dikin ên ku qet bi serê wan nehatine.

Taybetmendîyeke din a ku bazara edebiyata cîhanê derdixe pêş, bêguman xelatên navneteweyî ne. Edî ev xelatên navneteweyî nirxê pirtûkekê dîyar dikin. Gelek nivîskarên bi nav û deng, berhemên xwe li gorî hêvî û daxwazên van bazaran û xelatan dinivîsin. Tim Parks, di vê mijarê de minakên balkêş pêşkêşî me dike: “Nivîskarên nûjen ên wekî Per Peterson, Gerbrand Baker, Alessandro Baricco, Kazuo Ishiguro, romanên ku tu agahiyên balkêş pêşkêş nakin, hêsan têne xwendin. Kazuo Ishiguroyî di hevpeyvînekê de dibêje, ez bo xwendevanên navneteweyî zimanekî ji metaforan, ji peyvên netewî hatîye şûştin, bi kar tînim. Hin nivîskarên Skandînavî ku ez wan baş nas dikim, ji bo xwendevanên Îngîlîzî ji navên dijwar dûr disekinin, barê wergêran sivik dikin”. (4) Lê dîsa jî ev bazar dev ji vegotinên fantastîk ên cîhana sêyemîn bernade. Gelek nivîskarên ji kolonîyên berê yan jî ji yên ji cîhana duyemîn tên, bo bala cîhana Rojava bikişînin ser xwe, ji neçarî behsa pirsgirêkên welatê xwe dikin. Welat gelek caran bi nostaljîyê tê bi bîr anîn û ew wekî bihuşteke egzotîk tê binavkirin. Axa ku ew berê lê dijîyan dibe nîgaşeke geştîyarîyê. Pêwendîya mijar û bûyeran bi rastî û dîrokê ve tune ye, jixwe ev meseleyek ne girîng e. Edebîyat, nimandina (index) hestîyarî û empatîyê ye. Tu pirsgirêkek di çarçoveyeke dîrokî û civakî de nayê vekolandin. Pirsgirêkên dîrokî yên wekî şer, komkujî, koçberî û zayendperestîyê mîna ku tenê pirsgirêkên dewletên paşverû yan jî yên totalîter bin, tên dîtin. Nasnameyên têne çewisandin, li gorî nêrîna oryantalîst têne pê, yan na pirsgirêka sereke ne hîyerarşî û newekhevîya di navbera nasnameyên cîhanê de ye. Mirov dikare bi saya serê “romana gerdûnî”, derheqê zulmê de bi agahîyan bihese, lêbelê piranîya sedemên bûyeran dîyar nîn in. Di wê de herkes û hertişt bi awayekî helal-zelal dixuye, lê her tişt di cihê xwe de dimîne û ew ji bo guhertinê û rizgarîyê rêyekê nîşanî xwendevanên xwe nade.

Feqet avantaja siyasî ya edebîyatê ev e, ew dikare hinek tiştan betal bike û xeyala hinek tiştan bi mirovî re çêbike, zorê bidîyê û hejê bi hinek tiştan bixe. Bêguman di edebîyata cîhanê de demareke cuda û şoreşger jî hebû/heye, bi zimanê dagirkeran (îspanî, portekîzî, fransî, îngîlîzî) hatibû nivîsîn lêbelê ev edebîyat berdevkê bindestan bû, wê hewl dida ku dîroka kolonyalîzmê ragihîne cîhanê. Bi saya zimanên kolonyal ên gerdûnî ew jî tevî “Komara Edebiyata Cîhanê” bûn. Bi qewlê Salman Rushdie, “dema dagirkerên çermê wan pembe vegerîyane welatê xwe, wan li pey xwe; parlamentoyên xwe, dibistanên xwe, rêyên xwe yên fireh û zimanê xwe hiştin”. Ew zimanê wan, gelek caran mîna çekekê li dijî desthilatdarên cîhanê hate bikaranîn. Berhemên vê kevneşopîya edebî, ji romana gerdûnî ya îroyîn pir cuda ye. Derbarê ya gelemperî de nîn e, berovajî wê ew ji serpêhatiyeke dewlemend pêk tê. Mekan ne cihekî gerdûnî ye, hemû bûyer di jîngehekê de diqewimin. Taybetmendîya herî girîng, têkiliyên civakî û aborî, rêça jîyana takekesî diyar dikin. Di van romanan de hêmana herî girîng a ku ji jîyana kesan pêk tê çi ye? Helbet jîyana lokal e. Hebûna ji dîrokê, aborîyê û sîyasetê bandor negirtibe tune ye. Ev edebîyat tenê ji êş û mexdûriyetê pêk nehatîye, wê serhildan û şoreş jî xistîye rojeva cîhanê. Wê têkoşîna kesên ku dixwazin çarenûsa xwe ya takekesî û civakî biguherînin, pir eşkere raxistîye pêş çavan. Wêjeyeke wisa ye ku ruhê her serhildêrekî têkçûyî di her rûpeleke wê de tê hîskirin. Edebîyata Amerîkaya Latîn a Afrîkayê û Hindistanê bi berhemên bi hêz ên vê kevneşopîyê ve têne naskirin. Pascale Casanova, ji bo van romannûsan vê têgînê bikar tîne: “dizên êgir”. Ev dizîya zimên ji bo nivîskarên ku ji zimanê xwe bêpar mane, tê bikaranîn. Li gorî nivîskarê Cezayîrî Jean Amrouche: “Yên ku hatine mêtîngehkirin ne mîratxurên çandeke dewlemend in, ew dizên êgir in” (5) Ji bo ku bikevine nava komara edebiyata cîhanê, wan bi neçarî bi zimanê mêtînkaran nivîsandin. Duzimanî, jixwe encameke pêwîst a diyalektîka kolonyal e. Wan tu caran mîrateya xwe ya çandî înkar nekirin û wan hewl dan zimanê xwe yan jî bi zimanê xwe yê biyanî bigihînin edebîyata cîhanê. Wan efsaneyên xwe yên neteweyî, çîrokên xwe yên gelêrî û vegotinên devkî li romanên xwe yên nûjen reşandin. Ew mafdar bûn, ji bo ku dîrokeke edebî pêk were, pêwîst e mirov di navbera wêje û dîrokê de têkilîyekê dayne û jê biafirîne.

Romannivîsê ku vê serdemê berhemên xwe ne bi îngîlîzî lê bi zimanekî din dinivîse, nikare bala cîhanê bide ser xwe û nikare xwe bigihîjine xwendevanên li seranserê cîhanê. Îro roj kehaneta Goethe pêk hat, lêbelê “serdema edebîyata cîhanê” bi coş û kelecanî nayê pêşwazîkirin. Piranîya rexnegirên wêjeyê, rengvedana zordestîya (hegemony) îngîlîzîyê him di wêjeya cîhanê de him jî di romana gerdûnî de dibînin. Romannûsê Japonî û pisporê wêjeya Fransî Mînae Mizimûra (2015), di pirtûka xwe ya bi navê “The Fall of Language in the Age of English” de dîyar dike ku gelek zimanên wekî latînî, çînî, erebî û fransî di dîrokê de wekî zimanên navneteweyî hatin pejirandin lê îro roj yek ji wan jî bi qasî Îngîlîzî li cîhanê serdest nebû. Ji ber vê yekê êdî gelek nivîskar berhemên xwe ne bi zimanê xwe yê neteweyî, bi îngîlîzî dinivîsin. Xwendevanên gerdûnî, bo mînak dixwazin ku vegotinên hindistanîyan an jî ya Amerîkaya Latîn bi îmgeyên wan re li hev bikin. Gelek romannûsên gerdûnî jî êdî girêdayî wan daxwazan dinivîsin, gelek caran klîşeyên xwe dubare dikin, bi kurt û kurmancî nahêlin xwendevan û cudahîyên rastîn werine rûyê hev. Romanên ku van klîşeyan ducare nakin, ên xwedî derdekî neteweyî û civakî ne, nagihêjine xwendevanên navneteweyî. Dîsa jî berhemên ku mirov dikare wan wekî “romanê gerdûnî” bi nav bike, ji alîyê mijar û şêwazê ve cihêrengîyeke dewlemend nîşan didin. Di vê çarçoveyê de romana Elena Ferranteyê, “Romanên Napolî” bi tena serê xwe mînakeke baş e. Nivîskar di vê rêzeromanê de çirokeke gelek herêmî vedibêje lê di heman demê de ew bandorên gerdûnî yên kapîtalîzmê û nakokîyên sîyasî yên li welatê xwe jî bi serkeftî nîşan dide. Careke din destnîşan dike ku tu rastîyeke herêmî û neteweyî ji dinyayê der nîn e û dinya jî ne cihekî ji wan deran e yan jî serbixwe ye.

Wisa dixuye ku wê di salên pêş de jî li ser romana gerdûnî, nîqaşên xurt/tund çêbibin. Hêvî dikim wêjeya kurdî jî di demeke nêzîk de ji bo zimanên din ên cîhanê were wergerandin û bibe perçeyeke xurt a edebiyata cîhanê.

Ramazan Kaya

Rexnegir

(1) Eckermann, 2007, r. 219.

(2) Adam Kirsch, Küresel Roman: 21. Yüzyılda Dünyayı Yazmak, Vakıfbank Yayınları, r.11.

(3) Adam Kirsch, hb,. r.10.

(4) Tim Parks, Buradan Okuyorum, Metis Yayınları, r.42.

(5) Pascale Casanova, Dünya Edebiyatı Cumhuriyeti, Varlık Yayınları, r.282.

 

Çavkanî û Lînka  Nivîsê: https://ku.mondediplo.com/2023/05/di-ve-sedsale-de-wateya-romana-gerduni-ci-ye.html

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply