Hejmara Hevdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Hevdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê “Wêjeya Berxwedanê” ye. Ji ber girîngiya wê di jiyana civak û gelên ku dikevin ber dijwarî û metirsiyên çarenûsî de.

Ji pêşekiya hejmarê: “Wêje beşeke ku girîngiya wê ji ya sektorên din ne kêmtir e, bi taybetî di qonaxên çarenûsî yên civak, gel û welatan de, Wêjeya berxwedanê yek ji cureyên wêjeyê yên herî girîng tê dîtin ku bandoreke bêhempa li bîrdanka civakî ya gelan dike, nemaze heger xwedî  naverok û şêwazekî bi nirx û bilind be.

Wêjeya berxwedanê weke pênase; ew berhemên nivîskî yên şêweyên wêjeyî yên curbecur mîna (roman, çîrok, helbest, gotar û…hwd) e, ku fikra xweparastinê (li dijî desthilatdariya li ser civak û welat) û berxwedana li hember dijmin, rave dike. Ji ber yekê têgeha berxwedanê ji bo pênaskirin û îfadekirina vê cureya wêjeyê ji hemû têgehên din rastir û duristtir e, berxwedan bi hevrikiya mirov a ji bo mayîn, hebûn û parastina nasnameya xwe li hember xeteriyên heyî, vê girêdayî ye. Wêjeya berxwedanê ne tenê bi berxwedaniya li dijî kolonyalîzm û dagirkeriyê yan jî dijminekî rasterast ve girêdayî ye, lê gelek şêwe û cureyên wê hene mîna; têkoşîna li dijî mêtingerî, neheqî, gendelî û keysbaziya civakê ye jî.…”.

Di hejmara Hevdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.

Hejmara Hevdemîn a kovara Şermola 156 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

 

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

 

Pêşekî:

– Wêjeya Berxwedanê; Ravekirina Azar û Têkoşîna Welat û Civakê ye.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Analîzên hizrî:

– Wêje û Şoreş.. (Fehîma Deştan)

Dosyaya Hejmarê:

– Nêrînên nivîskaran der barê Wêjeya Berxwedanê de

Lêkolîn:

– Cizîrî û Felsefe.. (Diyar Bohtî)

Hevpeyvîna Hejmarê:

– Li Gel Nivîskar Merwan Berekat e (Aram Hesen)

Pirtûkên Derketî:

– Edebiyata Berxwedanê û Romanek Dema Şer.. (Lokman Polat)

– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Werger:

– Sekvan.. (Liam O’Flaherty), Werger: Hişyar Murad

Çîrok:

Kerfiroş .. ( Abbas Abbas)

Helbest:

– Şehîda welat.. (Ebûdê Mexso)

Serbest:

– Ji gundên Kantona Kobanê(Qebecixê Mezin, Tehlikê, Mezra Sofiyan)..(Şerîf Mihemed)

 

 

 

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply