Wêjegeh

Nîsan, 2016

  • 16 Nîsan

    Omer Faruk Baran: Ez ne wek rojnamevanekî lê wek kesekî bi wêjeyê re eleqedar diçim cihên şer.

    Omer Faruk Baran an jî pismamê çeleng an jî canısı an jî xwediyê rojnivîska perxudresî an jî xwarziyê Nazîfê xalê xwe yê biçûk. Navê wî hingî dirêj e, ez ê jê re bejim Emer. Her çend ku me hev ji zû ve jî nas dikir, cara pêşîn me di 30ê Adara 2012an de hev dît li Diyarbekirê, di merasîma xelatdayîna …

  • 16 Nîsan

    Dibistan

    Hejmar / 3 / HAWAR  / 1932 / DIBISTAN Dibistan ew dere ko em tê de dixwînin. Wek dibistana gundê me.Di dibistanê de mamhoste û zarowên gundî hene.Ji zarowên dibistanê re şagirt dibêjin. Ez jî şagirtek im . Lewra ko diçim dibistanê û dixwînim.Her rûj subehî şagirtan kitêb, defter û qelemên xwe didin hev û diçin dibistanê.Mamhoste dersa şagirtan dibêjit,şagirt guhdar dibin, …

  • 16 Nîsan

    Mamik- Tiştonek (8)

    Tiştek heye: Şev têt, şemal têt, gah têt gopal têt, ji nik padîşah û siltanan têt. Ew çi ye?(71) Tiştek heye: Ha li nav daran, li nav daran, Sor û zer dike, li nav daran. Ew çi ye?(72) Tiştek heye: Vî alî kaş, vê alî kaş, di nav de topek qumaş. Ew çi ye? (73) Tiştek heye: Dîzika dahniya, ser …

  • 15 Nîsan

    Ew Herne Erş

    Zalim çiqas hov û har bin Ew herne erş wê werne ferş Bi xezeba koremar bin Ew herne erş wê werne ferş   Kufir dayo, zulim nayo Zalim çiqas zulmê bajo Ew herne erş wê werne ferş   Bê edalet dinya reş e Lewra jiyan pê dimeşe Agir ji zalim biweşe Ew herne erş wê werne ferş   Ji heqê …

  • 14 Nîsan

    Îbrahîm Heqê Erzeromî (1703-1780)

    Gelek zanayên Kurd hene ku mora xwe li mêjû xistine, lê mixabin Kurd wan rind nanasin. Yek ji wan zanayên derdemî jî Îbrahîm Heqî Erzeromî ye. Derbarê gorbihişt Îbrahîmî de, çavkaniyeke Swêdî diyar kiriye ku ew roja 18yê Gulana 1703an li navçeya Pasîna Erzeromê hatiye dinyayê û roja 22yê Hezîrana 1780yî jî çûye ber dilovaniyaXwedê. Bavê wî mele Osman ji …

  • 14 Nîsan

    Jiyana Xalîd Begê Cibirî

    Xalîd Begê Cibirî (bi tirkî: Cibranlı Halit Bey) (z. 1882 Gimgim – m. 14’ê avrêlê 1925, Bidlîs) damezrêner û serokê Rêxistina Azadî bû.[1] Di sala 1882‘an de li Gimgima Mûşê hatî cîhanê. Ji eşîra Mala Sur (Mala Sûwar) e. Di dibistanên leşkerî yên Osmanîyên de dixwîne, dibe Mîralay. Ew û Şêx Seîd him lav xaltiyê hev in him jî ew bûrayê …

  • 13 Nîsan

    Ziman (Helbest)

    Yek ziman yek mirov, du ziman du mirov… Lê zimanê dayikê çêtire ji sed zimanê hov   Noam Chomsky dibê; Fêrbûna zimanê dê   Di dema  malzarokê da Rêziman bicîh dibe di hiş da   Di nav hêst û pejnê pak û paqij û xwerû Zimanê dayikê bicîh dibe di jêrhişî da, dide rû   Çawa zêr û zîv di …

  • 13 Nîsan

    Ehmedê Xanî û giringîya zimanê kurdî

    Dewletên dagirker, tu caran bi çavên baş li kurdan ne nihêrîne. Wan her tişt kirîye, wekî ziman, wêje, çand û kevneşopîyên kurdan bidin ji bîra kirin, kurdan asîmîle bikin, bibişkivînin û çawan gel ji rûbarê dinê bidin hildanê. Bê guman ji wan re li hev nehat kurdan ji rûbarê dinê bidin hildanê, lê gelek caran wan karibû pêşî bi pêş …

  • 13 Nîsan

    Dema Cotkariyê

    Bihare; amadehî êdî bûna cotkariyê ye. Her kes gêsn û halet, nîr û misase ên xwe saz dikin, li hêviya rehma Xwedê li hêviya baranê dimênin. Çaxê baran têr dibare tirbîs diçe êdî her kes dest bi karên cot dike. Şilî û serma û herî perçeyeke êdî ji heyata gund. Bûna cotkareki; ga weke ferdekî ji malê tête hesibandin. Cotkar dikare birçî …

  • 13 Nîsan

    Dersxane

    HEJMAR \ 17 \   HAWAR 1933 DERSXANE Me hemî dil dikir û dixwest ko kovareke me hebit. Dîsan herkesî lê yek bûbû, elfabeya kurdî a nû divêt bête belav kirin û herçî xortên kurd hînî wê bibin. Bi sed renc û dijwariyê û paş xebatek e şeşmehîn, me destûra kovareke bi navê Hawarê sitand. Hawar di nav me de daket. …