Yek ziman yek mirov, du ziman du mirov…
Lê zimanê dayikê çêtire ji sed zimanê hov
Noam Chomsky dibê;
Fêrbûna zimanê dê
Di dema malzarokê da
Rêziman bicîh dibe di hiş da
Di nav hêst û pejnê pak û paqij û xwerû
Zimanê dayikê bicîh dibe di jêrhişî da, dide rû
Çawa zêr û zîv di nav herî û ritamê da
Ti car bihayî û nirxa xwe nakin winda
Zimanê dayikê jî bi vê şêwê
Dibiriqe wek hîva çarde şevê
Millet bi zimanê xwe pêktîne hebûna xwe
Bi zimanê bav û kala dixemilînin jiyana xwe
Binêrin li Îsrael, binêrin li Ben-Yehuda
Ew yek ferdekî bû, bi ziman berxweda
Xwendin, ol, ilm û zanistê kir bi zimanê xwe
Ji nûva vejand, biriqand stêrka neteweya xwe
Îro em dinêrin li Kurdistanê
Me kurdî avêtiye ser banê
Li Amedê, li paytexta Kurdistan
Kurdîaxêf xuya dikin wek turîstan
Ziman û zıman ku em her dibên ziman
Lê mixabîn napeyîvin pê zarok û ciwan
Jin û mêr, zar û zêç û pîr û kal
Her ferdekî kurd, civakê da bûye lal
Ger me di biçûkî da danîtibûna bingeh
Ku mal û civak û her der bibûya fêrgeh
Di hemû asta jiyanê da zimanê zikmakî
Bi kelecanî cîh bigirta di devê her ferdekî
Felsefe û dîrok û wêje û civaknasî
Ji ilm û olê bigre ta heta derûnnasî
Ku me xwendina xwe kiribûna bi kurdî
Niha, wê em kurd nîn bûna jar û bêxwedî
Wiha gotiyê nemir Cegerxwîn
Bi gazin û gilî û bi nalîn;
“Lê ez çibikim ranabî?
Nizanim wê çawabî?
Kes guh nade saza min
Qîr-qîr û gaz-gaza min”
Wiha xuya dike em kurdê serhişk
Emê pir bi xwe vebidin wek dûpişk
Emre MÛHARGÎNÎ