Mamik- Tiştonek (8)

Tiştek heye: Şev têt, şemal têt,
gah têt gopal têt,
ji nik padîşah û siltanan têt.
Ew çi ye?(71)

Tiştek heye: Ha li nav daran, li nav daran,
Sor û zer dike, li nav daran.
Ew çi ye?(72)

Tiştek heye: Vî alî kaş, vê alî kaş,
di nav de topek qumaş.
Ew çi ye? (73)

Tiştek heye: Dîzika dahniya,
ser xaniyan.
Ew çi ye?(74)

Tiştek heye: Quncikê tarî,
berf lê barî.
Ew çi ye? (75)

Tiştek heye: Xişt mişt,
çû li pişt derî rûnişt.
Ew çi ye?(76)

Tiştek heye: Hiltînim digirî,
datînim nagirî.
Ew çi ye?(77)

Tiştek heye: Arqulik darqulik
deh û du qulik.
Ew çi ye?(78)

Tiştek heye: Girêbest e,
li qîzikan dest e.
Ew çi ye?(79)

Tiştek heye: Ga yê vilo,
heft cilo.
Ew çi ye?(80)

Bersiv:

 

71- hîv
72- tawî
73- pirtûk
74- zîpik
75- afir
76- sivnik
77- zincîr-rêzil
78- leganî
79- gêzî
80- pîvaz

Seîd Veroj – kovarabir.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply