‘Piştî lêkolînên min ên derbarê Melayê Cizîrî, min dît ku Mela ji bo hizra Kurdî xwedî roleke mezin e. Ev rol ji du aliyan ve tê dîtin. Ya yekem, Mela pêşîkeş û serokê helbest û edebiyata Kurdî, nemaze zaravayê Kurmancî bû. Ji zemanê Mela ve û heya îro jî helbestvanên …
June, 2016
-
3 June
Ez Ev im (Helbest)
Ciwanê hêja û keça dilovan Dizanî ev im ez li vî warê xopan Herdem disêwirim lê nayê ziman War bûye kavil, rakirin li me tofan: Xwişk û bira dipeyivin bi ezmanek cuda Dilipikin ew ne li gor toreyê, bi Xweda Têkdane hemî pîroziyên xwe weha Ax û wax dikim, lê …
-
2 June
Li Ser Giringiya Zimên Hin Gotin û Helbest
Helbet ziman ji bo neteweyan tiştê herî girîng e. Neteweyên zimanê xwe ji bîr kirine, ji holê rabûne. Ji ber vê çendê jî divê em çand û zimanê xwe tu carî ji bîr nekin. Min li ser girîngiya zimên ji we re hin gotin, helbest berhev kirin. Kerem bikin û …
-
2 June
Qêrîna Hestên Min
li xewa şevên bêxewiyê serê xwe datînim ser balîfa bîranînên pînekirî û dikevim nav xeyalên kûr û tûj pişta xwe dispêrim bayê felekê û li demên gemar temaşe dikim ey mirovahî celadên çavsor bi tanq û topan min dorpêç dikin guleyên qaleş li ser bedena min dibarînin dîwarên jêrzemîna tarî …
-
2 June
Gelo Mehmet Oncu Kî Ye ?
Mehmet Oncu, di sala 1961’ê de, li taxa Xarxarê ya Semsûrê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Nivîskar, ji sala 1983an û vir de, li ser folklora Kurdî dixebite û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs …
May, 2016
-
31 May
Yar – Cegerxwîn
Yar ku ne mêvanê te bî, ma tê bi mizgînê çi bikî Dayê ne rêzanê te bî, ma tê bi dûrbînê çi bikî? Carek li cem te rûnenî, şekir nexe nav wî kenî Bê gorî û bê ezbenî, ma tê bi şêrînê çi bikî? Yar wek kevoka xweşkedî, serbest û …
-
30 May
Zarema bihara Avestayê ye!
Dema govara Zarema dest bi weşanê kir endamên komxebatê di warê nivîsê de hîn nû bûn û di nav wan de kesên xwedî tecrubeyên dirêj tune bû. Fahriye Adsay a berdevkê komxebata govara Zarema ragihand ku têkiliya wê û govargeriyê bi govara ‘Wêje û Rexne’yê destpêkiriye, lê di demek kirt …
-
30 May
Pirsname – Yücel Aslan
Bi pirsan xwe vebêje (20 Pirs? – 20 Bersiv √ ) 1.Peyva ku herî jê hez dikî? Yücel Aslan: Dilê min 2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Yücel Aslan: Ez herî zêde ji mûzîka Rewanê hez dikim, van rojan jî Şeroyê Biro strana hekîmo guhdar dikim 3. Ti bo te nirxa …
-
27 May
Hêvî
Heya ku koka hebûna te Ne hêrfê Ne rizê Ne bê kilxana ber tekerêd valahiya serdemê Û termê bihna te Ji rûyê gozemînê Koça xwe ya dawî Berve asîmanên bê sînor bar nekê Ji kolanên çerxê Bi rê nekêvê Ewê herdem li benda Roja ku di hulma te de avahiyan …
-
27 May
Bingeha çîrokên min çanda me ye
Di demên 90’î de ku dema em hêj zarok bûn daxwaziya me ya herî mezin guhdarkirina çîrok û lorînên dayîkan bûn. Taybet jî di şevên dirêj yê zivistanan de li ber germahiya sobê serî li ser çokên dayikan li ber van çîrok û lorînan em radiketin. Ew çîrok û lorîn …