Ehmedê Xanî û giringîya zimanê kurdî

Dewletên dagirker, tu caran bi çavên baş li kurdan ne nihêrîne. Wan her tişt kirîye, wekî ziman, wêje, çand û kevneşopîyên kurdan bidin ji bîra kirin, kurdan asîmîle bikin, bibişkivînin û çawan gel ji rûbarê dinê bidin hildanê. Bê guman ji wan re li hev nehat kurdan ji rûbarê dinê bidin hildanê, lê gelek caran wan karibû pêşî bi pêş ve çûna ziman, wêje û çanda kurdî bigrin. Ji alîyekî mayîn ve, wan her tişt kir, wekî sîyê bavêjine ser ziman û kelepûra kurdî. Û di vê pirsê de gelek tişt ji wan re li hev hat. Heta nîveka  sedsala XIX an jî, li Avropa, ew nêrîn serdest bû, wekî zimanê kurdî têrê nake û ne hêjaye ji bo nivîsara berhemên wêjeyî û wejeya kurdî ye nivîskî tune. Wê nêrîna bê bingeh û şaş, di bîr û bawerîyên gelek kurdan de jî cîh girtîbû, piranîya wan berhemên xwe; çi wêjeyî, çi zanîyarî bi zimanên dagirkeran: ereba, farsa û tirka dinivîsîn.

  1. Xanî yê rewşenbîr û pêşewitîyê gelê xwe, nikaribû vê neheqîya dîrokî texmîn neke û yekemîn bingehê neteweperwerî, nasîonalîzma E. Xanî, zimanê kurdî ye. Ji bo zarokên kurdan bi zimanê kurdî bixwînin û zimanê erebî tê bigihîjin, ew “Nûbuhara biçûkan” dinvîse, ji bo zaneyê dînê îslamê bingehê wî dînî bi kurdî şirove bikin, “Eqîda Îmanê” dinvîse û dawîya dawî sertaca berhemên xwe, destana “Mêm û Zîn” bi kurdî dinvîse û derd û kulên bindestîya kurdan, bi kurdî tîne ziman.

Çawan E. Xanî bi xwe di destana “Mem û Zîn” de dinvîse, wî ji 14 salîyê dest bi nivîsarê kirîye. Eger em bîr bînin, wekî wî dor 56-57 salan jîye, usane bêtirî çil salî nivîsîye. Mirovekî xwedîyê wan zanebûnên kûr û berfireh, hostayê helbestê yî mezin, nikaribû pey xwe tenê çend berhem bihîştana. Çawan tê xuyayê ji bêxemî û bêxweyîtîya kurdan, gelek berhemên E. Xanî yê mezin unda bûne, yan jî hê nehatine dîtin. Ne dûr e di pirtûkxanên Rojhilat û Rojava de hê jî berhemên E. Xanî bên peyda kirin.

Yekemîn lêkolîner û wergêra “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî bi zimanê rûsî, dok. prof. M. Rûdênko, besa çend berhemên ser poêtîkayê û felsefeyê jî dike, lê ka ew çi lêkolîn in û li ku tên parastin, tu malûmatîyan nayne.

Berhemên mezintirîn şayîr û rewşenbîrê kurdayî sedsalîyên navîn, E. Xanî, di dîroka wêjeya kurdî de cîhekî giring digrin û rûmeta wan di nav gel de gelek bilind e. Wî karibûye bi rêya berhemên xwe bîr û bawerîyên xwe, ku ji bo dewrana wî gelekî pêşketî bûn, bigihîne gel.

Û E. Xanî yê nemir, berhemên xwe tenê bi zimanê kurdî nivîsîn û bi wê kirina xwe, di tarîya dewrana xwe de, bû şemdaneke geş.

Sadiq Behadîn Amêdî di pirtûka “Hozanvanêt Kurd” de, sê helbestên E. Xanî çap kirine. Ji wan helbestan yek ji çar malikan pêk tê û her malikek bi zimanekî hatîye nivîsar; ya yekemîn bi erebî, duyemîn bi farsî, sêyemîn bi tirkî û çaremîn bi kurdî[1]. Bi bawerîya me şayîr û rewşenbîrê mezin bi vê helbestê xwestîye bêje, wekî wî dikaribû berhemên xwe bi erebî, farsî, yan jî tirkî bînvîsyana, çawan gelek kurdan kirîye, lê tenê bi zimanê kurdî nivîsîne.

  1. Xanîyê mezin bi “Mem û Zîn” a xwe zimanê kurdî gîhande rada zimanên Rojhilatê ye wê demê. Ev yek ji armancên wî bû, ku wî bi hosatatî pêk anî.

Ferhenga Erebî – Kurdî, “Nûbuhara Biçûkan” bi helbestkî hatîye nivîsar û berhemeke şayîr e giring e. Ew di “Nûbuhara biçûkan” de 954 peyvên erebî bi kurdî şiro vedike. Çawan şayîr bi xwe di dawîya pirtûkê de daye xuyayê, wî ew pirtûk sala 1683 an nivîsîye.

“Nûbuhara Biçûkan” di rastîyê de, yekemîn pirtûka zimanê erebî bû, ji bo zarokên kurdan. Ew usan jî yekemîn ferhenga kurdî ye. Ev jî nîşaneke wê yekê ye, ka şayîr giringîke çawan daye zimanê kurdî. Bi vê berhemê E. Xanî usan jî wek zimanzan tê naskirin.
Li Kurdistanê xwendin wê dewranê bi zimanê erebî bû û rewşenbîrê mezin, xwest zarokên kurdan bi alîkarîya ‘Nûbuhar’ ê hê baş dersên xwe tê bigihîjin. Çawan ew di “Mem û Zîn” de dinvîse, hêvîya wî bi nivşa wî ne mabû, wî dixwest rêya azadîya gelê xwe bide ber nivşên nûhatî. Wî bi hêvîke mezin li nivşen dûarojê dinhêrî, ji ber vê jî pirtûka xwe ji bo wan dinvîse.

 Ji paş hemd û selewatan

 Ev çend kelîme ne ji lûxetan

 Vekxistin Ehmedê Xanî

 Navê “Nûbuhara Biçûkan” lê danî

 Ne ji bo sahîbrewacan

 Belkî ji bo biçûkêt Kurmancan[2].

Gor M. Emîn Bozarsalan, E. Xanî yê nemir bi nivîsa wê pirtûkê gihîştîye armanca xwe. Ser vê pirsê mamosta dinvîse: “Dema ku xwendina kurdî li Kurdistanê serbest bû, zarûkên kurdan piştî xwendina Qur’anê, “Mewlûd” a kurdî, ya Melaê Batêyî, piştî wê jî “Nûbuhara biçûkan” dixwendin . Zarûkên kurdan ew ferhenga hêja û şirin gelek dievandin û bi zewqeke mezin ew dixwendin; hin zarûkên kurdan, tewra ew jiber jî dikirin”[3] .

“Nûbuhara biçûkan” ji 14 beşan pêk tê. Her beşek bi şîretekê, yan rênîşeke ji bo mamostan dest pê dibe. Li vir em tenê du nimûnên ji wan şîreta bînin:

“Hetta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf

Di dinîyayê tu nabî ne meşûr û ne marûf”.

  1. Xanîyê mezin xwestîye bêje; eger tu guh nedî xwendina xwe, tu nabî mirivekî hêja. Yan jî:

Herçî kesê ilmekî, qenc xwendîye

Dewlet e, ger wî bi esil zanîye.

 ‘Eqîda Îmanê’ berhemeke kurt e, ji 73 beytan pêk tê. Di vê berhema xwe de E. Xanî ser bingehên dînê îslamê dinvîse û çendek pirsên bi dîn ve têkel, şiro vedike.

Çawan dîyar e, bingehekî dînê Îslamê zimanê erebî ye. Heta tê gotin, wekî guneh e ‘Quran’ ê wergerînin bi zimanên mayîn. Ji ber vê jî gelek pisporên dînê Îslamê berhemên xwe bi zimanê erebî nivîsîne. Jimara kurdên usan jî ne kêm bûye. Em ê li vir tenê navê sê kesên navdar bînin, ku di cihana îslamê de çawan zaneyên mezin hatine nas kirin: Îbn al Atîr (sala 630/1233 koçî dawî kirîye), Îbn Xallîan (681/1282 koçî dawî kirîye), Abûl-Fîda (672-732/ 1273-1331)[4].
Artêşên Îslamê ne tenê dînekî nû anîn, lê usan jî bandor, tesîreke mezin ser seranser jîyana gelan, berî gişkî ser zimanê wan, hîştin. Li Kurdistanê xwendin bi erebî bû; xwendina bi zimanekî mayîn, ew jî gava gilî dihat ser pirsên dînê îslamê, guneh dihat dîtin. Lê E. Xanî yê mezin berhema xwe, ya di derheqa dînê îslamê de, dor 300 sal berê, bi zimanê kurdî nivîsî. Ev jî bi serê xwe şorişek bû. Bi vê berhema xwe wî da kivşe, wekî dînê îslamê dikare bi zimanê kurdî jî bê xwendin.
Em ji bîra nekin, wekî heta îro jî li Kurdistanê mirovên dîndar hene, ku gor bawerîya wan gerek xwendin bi zimanê erebî be[5].

Berî E. Xanî, Mêla Ehmedê Batêyî (1414-1495) “Mewlûd ” bi zimanê kurdî nivîsî bû, lê tu nîşan tunene, wekî haya E. Xanî ji wê berhemê hebûye. Ew di “Mem û Zîn” a xwe de, ji navên şayîrên berî xwe, tenê navên Feqîyê Teyran, Meleyê Cizîrî û Elîyê Herîrî tîne.

Yek ji mezintirîn armancên E. Xanî ê nemir ew bû, wekî destaneke kurdawerî, ya ku bûyarên wê li Kurdistanê pêk hatibin, lehengên wê kurd bin û bi zimanê kurdî nivîsar be, pey xwe bihêle. Û wî bi nivîsara destana “Mem û Zîn” ew armanca xwe, mezintirîn daxweza dilê xwe, pêk anî. Ka ji bo çi wî destana xwe bi kurdî nivîsî ye, ew di beşa destanê ye VI a de dinvîse:

“Şerbeta xwerû berda, tort vexwarî,

Zimanê kurdî yê wek mirarî,

Gîhand hev, vêkxist, xist dûzanê bi awayekî têgihîştî,

Û di vê rê da cefa kişand, ji bo xizmeta giştî[6].

Xanî ka giringîya cawan dide zimanê kurdî, em ji van rêzên ji “Mem û Zîn”, destana ku Hecî Qadirê Koyî ‘xizna cewahira’ nav dike, pê dihesin:

Ev fêkî welew ku ne gihîştî û avdar e,

 Kurdî ye, ev qas bes e û li kar e.

Gor M. Rûdênko, “E. Xanî, çawan tê xuyayê, gelek zû texmîn kir, wekî bi pêş ve çûna gele çandeyî, wê pêk neyê, eger ew bi zimanêkî mayîn binvîse; bi zimanê dagirker û stemkaran.[7]”

Belê, şayîr û rewşenbîrê kurdayî nemir, Ehmedê Xanî, bêtirî 300 salî berê, giringîya zimanê kurdî û nivîsara bi wî zimanê têgihîşt, lê heta îro jî gelek bîrekorên me xizmeta zimanên dagirkera dikin.

 Tosinê Reşîd/Riataza.com

[1] Sadiq Behadîn Amêdî, “Hozanvanêt kurd”, Çapxana Korî Zanîyarî Îraq, Bexda, 1980, rû. 314.

[2] E. Xanî “Mem û Zîn”, wergêra tîpên latînî û kudîya xwerû m. Emîn Bozarsalan, “Deng” Uppsala 1995, rû. 19.

[3] Dîsan li wir, rû. 16.

[4] Reşo, H : Kronolojiya nivîskarên Kurd li Kurdistana Bakûr. Kovara “Hêvîya Welêt”, 1 ()1965: 3, rû. 7.

[5] Ferhad Shakely, ‘Kurdish nationalism in Mam û Zîn of Ahmad-î Khanî’. Kurdish Institute of Brussels, 1992, rû. 38.

[6] Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” , Wegêrê tîpên latînî û kudîya xwerû, M. Emîn Bozarsalan. “Deng” Uppsala, 1995, rû.181.

[7] M. B. Rûdênko, “Oçêkî Srêdnîvêkovoy Kûrdskoy lîtêratûrî”, Konrast, Sankt- Peterburg, 2014, rû. 134.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply