Dema Cotkariyê

Bihare; amadehî êdî bûna cotkariyê ye. Her kes gêsn û halet, nîr û misase ên xwe saz dikin, li hêviya rehma Xwedê li hêviya baranê dimênin. Çaxê baran têr dibare tirbîs diçe êdî her kes dest bi karên cot dike.

Şilî û serma û herî perçeyeke êdî ji heyata gund. Bûna cotkareki; ga weke ferdekî ji malê tête hesibandin. Cotkar dikare birçî bimêne belê gayê cot lazime her daîm têr be. Roja yek here cot ji êvarê de ka û kizin û giya; bi şîv û paşîv û taştê, gayên cot têr dike.

Piştê nimêja sibehê cotkar bertaştê toyê liser mast dixwe, radibe kerê xwe kurtan dike, li aliyekê nîr û halet, li aliyê din tûrê tov û xwarin û vexwarin û ava destnimêjê bar dike diçe zevîyê.

Hacî Hesen rêsipîyekê gunde. Zor û zehmetiyên bi sala di rû yê wî yê qemihayî û qermiçî de xweya dike. Xezal jina Hacî Hesene. ‘Elî û Ahmed herdû lawên Hacî Hesenin. ‘Eli zewicîye û çend zarokên wî jî hene. belê Ahmed hêjî bê zewace.

Gundî şevên xwe ên sar û dirêj bi şevbêrkan derbaz dikirin. Hacî Hesen piştê nimêja ‘işayê diçe şevbêrkê. Belê îşev ji civatê zû radibe û tê mal. Gazi zarên  xwe dike û tev lê dicivin; dibên keremke bavo.

 Hacî Hesen: Hun dizanin eva mehek zêdeye gundê me û gundên der û dor tev bi pez û dewar ên xwe derketibûn jibona dua baranê. Şikur ji Xwedêre hun dibînin lehî rabû û rehmeta Xwedê têr barî, tirbîs çû êdî dema cote. Sibê rabin herin cotê xwe, tovê xwe bireşênin û tewekula xwe bidin ser xwedayê xwe.

Sibehê bi tavê re Ahmed dest bi karê xwe dike, taştê dixwe, kerê xwe kurtan dike, qûş û paldem û tenga lê dişidîne û li aliyekê nîr û halet li alê din tov û av û xwarina xwe lê bar dike û bi werîs baş dişidêne û berê xwe dide zeviyê ji mal birê dikeve.  Hê çend gav neavêtibû paş wîda ‘Alî dibê Ahmed Ahmed; kekê min êvarê di vegerêde nîr û halet ê xwe li zevîyê bihêle û bûna şewatê barekê êzing li kerê ke bêne da em xwe liber germ kin. Tu dizanî hêjî serma didome…

‘ElÎ: Hindik mabû min jibîr dikir ev tewsiya bavo; hûr bajo, kûr bajo û pir bajo gayên xwe jî newestêne. Ahmed; dengê xwe nake belê ev gotin lê pur giran tê. Bê xwestek serê xwe dihejêne û ji xwere wiha mijûl dibe; hûr… kûr… pur… newestêne… êzing.

Aaaxx ax xwezika ez kûçikê sa bûma ne kiçikê bira bûma. Yan jî ez têjikê marê bûma ne biçûkê malê bûma. Heval û hogirên min tev zewicîne û zarokên wan jî çêbûne belê jibona zewaca min kesek dengê xwe nake.

Dayika min carna behs dike, lê kesek gohdarî nake. Belê jibona xebatê Ahmed keko ye. Cotkarî Ahmed… gêrevanî Ahmed… şivanî Ahmed… aşvanî Ahmed… Ahmed here wê derê… Ahmed were vê derê.

Çi kar û xebatên giran hene li ser milê Ahmede. Şeytan carna dibê van herdu ga an bifiroşe û serê xwe hilde û here cihekî wisa kû kesek cihê te nezane. Lê belê ji kerba dayika xwe ez nikarim… le’net li çavê şeytan.

Bivan xem û xeyalan Ahmed gehişte zevîyê û dest bi karê xwe dike. Barê li ser kerê datêne û kerê berdide çêrê. Gayên xwe binnîr dike û halet bi nîr ve girêdide.

Hoo ho…  hoo ho… ez heyrana milên te (bûna gayê sor) hoo ho… hoo ho… ez qurbana milên te. (bûna gayê reş) Li serê zevîyê xetekê dikêşêne û deh gav wêde nava zevîyê xetek din jî dikêşêne û li hafa zevîyê gayên xwe disekinêne. Tûr ê tov tavê milê xwe bismillah; genim ê xwe direşêne û wiha dibê; ya Rabbî bereketê têxê; ya Rabbî bereketê têxê.

Çend heb çivîk li dora wî datênin û ji tovê hatî reşandin dixwin. Ahmed radihêle kevirekê bona çivîka bifirêne paşê kevirê xwe datêne û wiha dibêje: hûn jî qismetê xwe dixwin. Ger hûn nexwin û xweda jî nekiribe qismet ew şîn nabin. Dibe ku bereket bûna xatirê we be.

 Heta danê nîvro cotê xwe dike û bûna bêhndanê gayên xwe ji nîr difelitêne  û berdide çêrê. Li hafa zeviyê li ser kevirekê nimêja nivro dike û xwarina xwe dixwe. Piştê xwarinê li xwe dihese kû pir betilîye.  Dixwaze  tûr ê xwe dane bin serê xwe û hinekê razê, belê dizane xew ne karê cotkaraye. Radihêle bivirê xwe û li hafa zeviyê ji dara hişk çend şeqa jê dike, hûr dike û barê kerê amade dike. Rudine liser kevir bêhna xwe dide û dikeve xiyalên kûr… bi dengê dayika xwe ji xiyalên xwe ên kûr şiyar dibe.

Xezal: Ahmed Ahmed…

Ahmed: te xêre dayê.

Xezal: lawê min kerê te hatibû mal, min kerê te anî û bûna te min çay jî anî… la…

Ahmed: dayê te wê tiştek bi gota?

Xezal: belê qurbana lawê xwe bim. De ka tu çayê xwe vexwe, ezê jitera bêjim.

Lawê min;  tu dizanî bûna te min dixwest qîza xaltîka te bixwazim, belê bavê te ne dixwest. Min û kekê te ‘Elî bi zorê me bavê te razî kirîye. Vêca bi vê hêcetê ez hatim mizgînîyê dime te.

Ahmed: tu bi xêr hatî dayê, mizgînîya te ya xêrêbe. Di vê malêde ji xeyn te ê min fêhm dike nine. Vê zor û zehmetiyê bûna te ez dikêşînim. Ka rûne. Jixwe cotê min jî hindik maye ez biqedênim em tevda herin mal.

Xezal: Na ez nikarim rûnim. Lazime ez herim, bûna xazgînîyê amadehiyê bikim.

Ahmed: dayê; wê çaxê ezê êzinga li kerê bar bikim ji kerema xwe bibe mal…

Ahmed cotê xwe diqedêne û vedigere mal. Bivî hawayê karên gunda dewam dike.

Çavkanî: bangaheq.com

Nivîskar: Dilevîn Bohtî

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply