Êşa Ehmedê Xanî

Berhema kurdnasê mezin Ehmedê Xanê ku di sedsala 17an de jiyaye, li ser evîneke xemgîn a di navbera Mem û Zînê de ye ku di roja Newrozê de dest pê dike û bi mirinê diqede.

Ehmedê Xanî tevî ku berhema xwe weke çîrokeke evînî ya klasîk sêwirandiye jî, di beşa sedema telîfê de sedema xwe ya nivîsandina berhemê bi zelalî aniye ziman.  Xanî dibêje mebesta wî ne vegotina çîrokeke evînê ye, tenê hincet e ku xwestekên dilê xwe bibêje.

Xanî ku karê xwe diyarî gelê Kurd kir, ne ji mîrza û siltanan re, karê xwe li gorî berjewendiya tu çîneke ji qatên civakî pêk neanî û li ser berjewendiya mutleq ava bû.

Li gorî helbestvan, her çiqas kurdan navên mêrxas û qehremanan bi dest xistine jî, bi şêwaza edebiyata ku me li jor nivîsiye, serî li ber hev negirtin û serhildana wana berdewam a li dijî hev, bû sedem ku ew teslîmî miletên din bibin.

Ehmedê Xanî vê rewşê bi kîn û nefreta Kurdan a ji şikirdariyê (teqlît û teht) di karê xwe de vedigire û di encamê de jî amaje bi wê yekê kir ku hertim bi hev re di nava nakokiyan de bin.

Helbet ev tehlûke û karaktera ne tenê ye ku Kurd nikanine bibibe yek.

Ji ber ku Kurd û mîrekiyên wan ne xwedî hişmendiya netewî ne, di nav xwe de padîşahekî Kurd hilnabijêrin, berjewendiya mîr û mîrekiyên xwe di ser berjewendiyên gelê Kurd re dibînin…

Di nameya ku ji Yavuz Selîm re li dijî êrîşa mezhebî ya Farisan hatiye şandin de, mîrên Kurdan,
ji ber ku Kurd bi şêwazekî eşîrî ji hev cuda dijîn.  Tenê dema ku em Xweda yek nas bikin û bibin ummeta Muhammed (sxl) em di îtîfaqê de ne.  Ne pêkan e ku em di mijarên din de li hev bikin.  Gotinên wî yên wek “Sunnetullah di nav me de derbasdar bûye” ji ber ku nebûna hişmendiya netewebûnê nîşan dide, balkêş e.  Gelekî cihê hizirkirinê ye ku ev birêzên ku bi hev re nabin, teslîm nabin û ji bo berjewendîyên netewî li hev nayên, bi tevayî razî dibin ku di bin banderê miletên din û desthilatdariyê din de bin.

Ehmedê Xanî dibêje sedema wêraniya kurdan ne şerma xelkê ye, şerma axa û mîrên wan e.
Îro ev şerm û eyb li ser navê kurdan derdikeve meydana siyasî û wek siyasetmedarên ku îdeolojiya xwe yan jî berjewendiyên hizbî li ser berjewendiyên miletê kurd derdixin pêş û li hev nakine.

Alî Ensar Katre

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply