Hozanvan – Helbest

Zarok pirsî û got:
Ma ez dikarim bi çivîkê bigirim?
Mamoste got:
Di pêşî de
Ka em çovên şîrêzê yên kesk bînin.
Zarok got:
Ev in çovên şîrêzê yên kesk.
Ma dikarim bi çivîkê bigirim?
Mamoste got:
Ka sibehê em herin ba darê
Zarok got:
Ev dar e
Û ev jî sibeh e
Ma dikarim bi çivîkê bigirim?
Mamoste got:
Ka em di pêşî de
Çovên şîrêzê yên kesk li ser darê biçespînin
Zarok got:
Me çovên şîrêzê yên kesk li ser şaxan çesipandin
Ma dikarim bi çivîkê bigirim?

Mamoste got:
Çivîkî dikeve ser şîrêza kesk
Ka em jê derînin
Û têxin hundirê rekehekê.
Zarok got:
Me çivîk ji şîrêza kesk rizgar kir
Ev e rekehek
Ma dikarim bi çivîkê bigirim?
Mamoste got:
Na
Zarok got:
Çima
Nikarim bi çivîkê bigirim?
Mamoste
Piştî ku peyvan cilê reş bi ser xwe de berda
Got:
Çivîkê can da.
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Helbest ya Hozanvanê Libnanî Joseph Harb e.
Wergerandin ji zimanê Erebî Majêd a Mihemed.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *