“şîrove”, “analîz” û “nirxandin”

“şîrove”, “analîz” “nirxandin” wekî sê gav in jî.

Xwendevan serbest e bi her awayî fikir û dîtinên ji xwendinên xwe “şîrove” bike, “nirxandin”lê nayê ferzkirin.

“nirxandin” rasterast “rexnegiriyê” tîne bîra me ku hêvî, divêtî û bendewariyên pisporî jê tê kirin!

Carna xwendevan bi gava duyem re xwe li analîzan digire ew jî normal e lê di gava sêyem de ger xwendevan ne amade be îcab nake gotinên bi îdîayên rexnegiriyê bike çimkî di serî de xisarê dide xwendevaniya xwe, ji kêf û tehma xwendina xwe dûr dikeve.

Şîroveyên ji “xwendinên ji bo xwe” şîroveyên pir hêja ne çimkî tê de mexsed û îdîayên gava sêyem tunebin ew xwendin fotograf û detayên muhîm dide der. Mîsal, carna meriv romanekê dixwîne, pey re dibêje, “filan gotin, tewr an jî dîtinên filan karakterê balkêş bûn.” pir xweş e!

Ast û qedrê xwendevaniya hûr û hûr, a bi têkiliyek ji atmosferek normal û jidil a xwendinê bi destxistina detayên berhemê şikil digire. Ji xwendina berhemekê derbirina tespîtên gelemperî merivan ji xwendina normal dûr dixe.

Derî bîrxistinan dikarim bêjim her şîrove, dîtin, bendewariyên xwendevanan di serî de bo nivîskariyê melzemeyên hêja ne.

Di romanûsiyê de min dît, carna detayek ji alî xwendevanan ve tê bi bîrxistin ew şibakeye da hûn li hin dîmen û rastiyên romana xwe heta a kurdî miqate bin.

Cîhan Roj

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply