Çîroka Xezalok û Delalok

Hebû tunebû carek ji caran rehme li dê û bavên guhdaran. Bizinekî hebû bihemle bu, xwedê cêwikek dayê. Bizinê navê yekî kir Xezalok û navê yê din jî kir Delalok. Dayîka wan wa xist mal de û ji wan re got; Ezê biçim çêrê heta ez werim ji kesekî re derî venekin. Dema ez pepikê xwe nişa we bikim derî ji min re vekin. Heger ez pepikên xwe nişa we nekim ji kesekî re derî venekin. Bizin radibe ser xwe û diçe çêrê gurî jî pê dihesê û tê mala wan, derî dide. Xezalok dibêje; ka pepikê xwe nişa me bike. Gurî pepikê xwe nîşa wan dike. Xezalok dibêje ev dîya me ye Delalok dibêje na ev ne dîya me ye. Xezalok dibêje ka binêre eve pepikên xwe jî nişa me dike. Delalok dibêje welle ev ne dîya me ye lê Xezalok dibeze diçe derî vedike. Çawa diçe derî vedike gurî dikeve hundir û tê her dû kan li ser hev dixwe. Xezalokê jî dixwe û Delalokê jî dixwe. Gurî derî li pişt xwe dide û ji mala wan diçe. Dîya wan tê li ber derî, derî dide tu kes derî venake. Dibêjê :

Xezalok, Delalok derî ji dayîka xwe veke

Şîr hatiye guhana gîya ma li ber dirana

Welle pêşî dibêjê lê kesek derî venake. Radibe li ser xwe boçekî li derî dide. Derî diçe serê malê. Dinêre ne xezalok û ne jî delalok. dibêjê cîranên xwe kî Xezalok û Delaloka min xwarîye. Cîranên wî dibêjin welle gurî hatîye xwarîye. Bizin diçe li ser banê gurî dim dim dike û gurî jî dibêje;

Ew kî ye li ser banê min dim dim dikê

Jina min hevîr dikê, kurê min tîtinê dikê

Pîrka min nexşê çêdikê, ez jî guhê xwe bidim,

Bizin dibêjê ; Ezim li ser banê te dim dim dikim. Te Xezaloka min û Delaloka min xwarîye gurî dibêje; min nexwarîye. Bizin dibêje ne xwe were em biçin bo Mele Silêman radibin ser xwe diçin ba Mele Silêman. Derdê xwe ji Mele Silêman re dibêjin. Mele Silêman dibêje; emê diranên gurî hemûyan bikşînin û emê we berdin meydanê. Qiloçên biznê jî tîj dikin û wan berdidin meydanê Bizin boçekî zikê gurî dide. Dema boçekî zikê Gurî dide Xezalok û Delalok ji zikê Gurî derdikeve. Dîya wan dibêje hûn çûbûn kudê?Xezalok û Delalok dibêjin em çûbûn mala mamê xwe kefçikê qutu qutu nîsk dixwariya.

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply