Erê destebirakê min şaş nemîne eva dinya ye.
Carînan meriv siwar e, carînan jî peya ye
Carna hespa meriva meş – meş dibeze
Carînan jî refesa diavêje meriva digeze
Carna orxe dibe qûşa xwe tu hespa naxîne
Carînan jî giran dimeşe xwe bi canîyê dixapîne
Carna rihwan dibe hemberî xwe kesî nas nake
Carînan jî li ser pişta xwe titûna te xilas dike
Carna tu nav malan şivekî digerî mîna merivê dîn
Carînan jî tivingê tevî fîşeka didî navbera xwe û zîn
Carna tu li ser text û tacê xwe yî şewqê te qiloz e
Carînan jî barê te takêş û giran e pişta te kilûz e
Carna çerxa te vedigere keys dikeve fersal dibînî
Carînan jî mecal tuneye hespa xwe ra nal nabînî
Carna tu toledezgîn vedigerî çerxa govendê digerînî
Carînan jî tu kesîb dikevî zîn dibînî berzîn nabînî
Carna tu hefsar dibînî lê nikarî gemê bibînî
Carînan jî tu xwe nava dikana koşkar da dibînî
Carna tu bêtaqet dikevî nikarî tenga zîn bişidînî
Carînan jî tu yapiltax xwe porê hespê ra digihînî
Carna dibe şîqeşîqa hespa te tu didî çargaviya
Carînan jî nikarî gav biavêjî dimînî benda rêwiya
Carna dêlbijiyê hespa te hûrik- hûrik tên girêdanê
Carînan jî tevî hevsar bêxwedî dimîne li meydanê
Carna guliyên hespa te dibin mîna keçeke çarde salî
Carînan jî por pêva namîne tu lê dinhêrî dûrîva dinalî
Carna zengoka zîn diqete tu ji hevala dimînî
Carna jî tu dibî serekê siyara pêşiyê dikişînî
Carna hespa te serê tewlê tê giredanê
Carînan kes hespa te nake nava garanê
Carna hespa meriva ji malhebûna dinê hor dibe
Carînan jî, ji feqîrî û tunebûna dinyayê jar dibe
Carna cemekî xurca te rûnê nivîşk cema din hingivê kewarê ye
Carînan jî heke kevirek nebe giranî, tayê heqîba te li xwarê ye
Carna alifê hespa te ka û cehê vejibartiye
Carînan jî hîrehîra wê ji bo qirciyê binê dangî ye
Carna hespa te, te digihîne mexsed û miraza
Carînan jî destkeş dikî berê xwe didî berjêr û hevraza
Carna dûyê te bilind dibe li ser zîn kolozê xwe xwar dikî
Carînan jî tu di bin zîn da stûye xwe xwar dikî
Carna hespa meriv nayê zeftê serî ji te distîne
Carînan jî tewla hespê di destê te da dimîne
Carna hespa te şeveder e li ser loda dimîne
Carînan jî diweste sist dibe benda însafa te dimîne
Carna rêya kir û kaş li ber meriva xweş dike
Carînan jî rêya rast ber çavê meriva reş dike
Carna hespa te tewla xwe radike difilîte
Carînan jî meriv qet sika wêya jî nakute
Carna tu li ser zîn sitrana dibêjî, dikî galegal
Carînan jî rihê te dikeve navbera bizmar û nal
Carna hespa te dikesire dawiya siwara dimîne
Carînan jî pêşiya siwara balgîyê bûkê derdixîne
Carna tu tevî refê siyara hespê orxe dikî didî meydana
Carînan jî tu guhê gundê xelqê de dilikumî mîna nezana
Carna tu şekir dikî heqîba xwe belav dikî topaya dewatê
Carînan jî tu dibezînî xebera nebixêriyê digihînî cimaetê
Carna hespa meriva, meriva ra dibe war û sitar
Carînan jî te naşêwire dikşîne nava koma neyar
Erê destebirakê min binivîse eva dewran e
Carna derba mîratê sivik e carînan jî giran e.
Yûcel Aslan (koçer) 03.06.2017 Stenbol
Şîroveya ku ji bo vê helbestê hatiye kirin: (M. Huseyîn Aksaç)
Birayê hêja! Mala te ava û dest xweş.
Destên derd û kul nebînin.
Ev helbest;
1) Pir bi rêk û pêk hatîye nivîsîn,
2) Di helbestê de ahengek kûr û xweş heye.
3) Hevokên vê helbestê bi xemleke
xurt hatîye hûnandin.
4) Ev, helbest bi peyvên kurdî yên resen hatîye xemilandin û nivîsîn.
5) Helbestvan sedî sed SER’HEDÎ YE.
6) Helbestvan ji malbateke civatnase.
7) Helbestvan bajarî nîne, yanî ne
niştecî yê bajarane.
8) Helbestvan çand(kultur)a kurdî ya qedîm baş nas dike û dizane.
9) Malbata helbestvan pir hesp
xwedî kirine.
10) Di malbata helbestvanda siwarên pir baş hebûne. Dibe ku,bi xwe jî siwarek baş be.
11) Helbestvan xwedî xezîneke
xurt ya peyvên herêma SER’HED ‘Ê
ye.
Têbînî:
Piranî ya peyvên di vê
helbestê de li gelek herêmên
Kurdistana bakûr nayên zanîn
û nînin jî. Çima dibêjim ji ber
ku, herêma SER’HED’Ê xwedî
folkloreke dewlemende. Deng_
bêjîya SER’HED ‘Ê pir xurte(qewîne)
Ev jî ji xweza ya SER’HED ‘Ê tê.
Peyvên di vê hebestê de yek
ne têda hemîyan yek bi yek
dizanim. Ew, peyv jî dibe ku, ji
mij ve ye li derveyê welatim
loma min ji bîr kirîye.
Lê mixabin wek SER’HEDÎ YEK
pir xemgînim. Ew kurmancî ya
SER’HED’Ê ya pak û paqij îro
nemaye. Gelek xirab bûye.
Wek numûne:Anlamîş nabim,
Savûnmîş nakim, bağlamîş dikim,
Qizmîş bûm, kirlemîş bûye.
Mixabin, Mixabin xemgînim!
Dagirkeran bi daliqandinê, bi
kuştinê, komkujî yê em xilas
nekirin lê bi pişaftinê xilas kirine.
Birayê hêja carek din dest xweşîyê
li te dikim. Bi hêvîya berdewamî ya
berhemên din li gel silavên germ
yên biratî yê. Bi mîne di xêr û xweşîyêde.
Mın gelek eciband sihet we xwesh be…