Bila jin neqehirin, ev nivîs anku diyalogên li jêr rastiya jiyanê dide rave kirin. Min gelek jin dîtiye ku ji vê jî bêerztir e. Ji bo tu jinê şad û bextiyar bikî, divê jê re hertim tişt bikirî û wê bigerînî.
Jin : Ahmed…
Mêrik : Bibêj
Jin : —-
Mêrik : De ka bibêj!
Jin : Heger leza te heye, ez nebêjim.
Mêrik : Acela min tune, lê ez ê derkevim biçim. De ka bibêj.
Jin : De nebêje ka bibêj, ka bibêj û neyê ser min.
Mêr : Na lê, çima têm ser te. Tu yê tiştek nebêjî?
Jin : Na, tiştek tune. Ma ez ê ji te re çi bibêjim ku?
Mêr : Nexwe min şaş fêm kir. Wisane ez derdikevim û diçim.
Jin : Derkev, derkev. Derkev here, hertim bireve!
Mêr : Na, ez ê îro otobusê nerevînim. Binêr hêj panzdeh deqe maye.
Jin : Bextreş, tu di bin otobusê de bimînî înşellah!
Mêr : Çi?
Jin : Min gotibû ez ê tiştek bibêjim. Lê, wexta te tune ku tu gohdariya min bikî.
Mêr : Ma te negot ”Ez ê çi bibêjim.”
Jin : Here, temam, here.
Mêr : Wey Xwedêyo! Qey min dîsa şaş fêm kir. Ka bibêj, ez gohdarî dikim.
Jin : Him…Maye pênc deqe ku otobus biçe, tu dibêjî bibêj, bibêj.
Mêr : Euzübillahiminnnn. . .
Jin : Çi?
Mêr : Tiştek tune. Ka tu yê bibêjî?
Jin : Ez bibêjim ku tu bi lez birevî û biçî, ne wisa ne? Ez wexta te digrim.
Hevalên te bêriya te kirine.
Mêr : Cana min, ew herroj min dibînin. Çima bêrî bikin?
Jin : Bêrî dikin, dikin. Lewre tu bi dilûcan gohdariya wan dikî. Dema tu diçî kar tu pir dilşad î. Ka êdî li wir çi li benda te ye.
Mêr : Gelek kar li benda min e. Nexwe dê çi li benda min be?
Jin : Ez wan karan zanim. Du ling in, boyaxkirî ne û bi parfûm in.
Mêr : Na lê, diyare derûnîya te xirab e.
Jin : Belê xirab e. Ji serê sibê ve ez li pey te digerim ji bo gotinek bibêjim…
Mêr : Ez jî ji serê sibê ve dibêjim ka gotina xwe bibêje.
Jin : Pirsgirêk jî ji xwe ev e. Tu dibêjî bibêje ez dibêjim, tu dibêjî wis be, ez wis dibim. Di vê malê de heqê gotinê ji min re heye?
Mêr : Xanima min a xoşevîst, ma çima heqê gotinê ji te re tunebe. Min kîngê ji te re gotiye ”wisbe!”
Jin : De ka te wê jî bigotana. Heqê min ê axaftinê jî tunebe. Di vê malê de ev televizyon ji min biqîmetir e.
Mêr : Na lê, ewqas jî nabe. Tu pir dinitrînî, dinepixînî. Min fêm kir, xuyaye tu aciz î.
Jin : Çi? Ewqas jî nîn e?
Mêr : Te bî, nîn e.
Jin : Yanî nêzîkê wê. Min fêm kir. Ez diçim cem Avukat.
Mêr : Çi?
Jin : Ez diçim cem Avukat. Ev îş diqede. Hûûûûûû!
Mêr : Çima tu digrî? Niha min çi got?
Jin : Xwedêyo, pirs jî dike. Ez niha diçim.
Mêr : Diçî kur?
Jin : Di vê mala ku ez tê de bi qasê telefonek jî bi qîmet nînim, ji vir diçim.
Mêr : Wey Xwedêyo. Ma tu mecbûrî her peyvê berevac fêm bikî?
Jin : Oha!…
Mêr : Binêr rinda min. Yanî tu hertiştî şaş fêm dikî, ez dixwazim vê bibêjim.
Jin : Bextreş.
Mêr : Baş e, temam. Ji devê min reviya, bibore. Ez doza lêborînê dikim.
Jin : Ewkê me kêm bû…
Mêr : ————
Jin : Li pey min çîran dikî. Li rûyê min bike.
Mêr : Ez wis bûm.
Jin : Wis nebe!
Mêr : Çi?
Jin : Wis nebe! Tiştek bibêje, nereve. Wisbî ku mijar bê girtin hi…Here karê xwe û şad bibe. Bila jiyan bidome. Na, wisa nabe…
Mêr : Temam, em bipeyivin. Wisane ez naçim kar.
Jin : Çi dikî bike. Ez diçim.
Mêr : Diçî kur?
Jin : Diçim odeya xwe.
Mêr : Êêêêêê?
Jin : Çi dixwazî?
Mêr : Axaftin.
Jin : Rojbaş!
Mêr : Erê, hî, hî, hî!
Jin : ———–
Mêr : Ka bisekine, min henek kir. Ji bo rewş nerm bibe. Negrî lê.
Jin : Hû ,hû, hû!…Tu xwe ji bo min aciz neke.
Mêr : Xwe ji bo kê aciz bikim? Ma tu xanima min nîn î?
Jin : Xwezî ez nebama.
Mêr : Şêrîna min…Tu mezin dikî lê….
Jin : Çi?
Mêr : Tu hinek dinepixînî.
Jin : Ez?
Mêr : ——
Jin : Ez hi…!Ez? Ez dinitrînim, dinepixînim? Eşyan dicivînim.
Mêr : Çi?
Jin : Niha eşyayên xwe dicivînim û diçim.
Mêr : Weha neke lê….
Jin : Berde, çengê min berde. Zilimkar.
Mêr : Temam. Ez têkilê te nabim. Lê neçe. Em bipeyivin.
Jin : Dûr bisekine! Ez ê bangê polîs bikim.
Mêr : Na lê…Ma ez diz im?
Jin : Belê, tu diz î. Te jiyana min, zewqa min a jiyanê dizî kiriye.
Mêr : ———
Jin : Gotineke ku tu bibêjî te nedît. Te zimanê xwe xwar e.
Mêr : Ez difikirim ku min van hemû tiştan kîngê kiriye.
Jin : Nexwe begê me şer û pevçûn dixwaze.
Mêr : Na. Lêbelê…..
Jin : Temam. Tu pevçûn dixwazî. Em şer bikin. Hema çi dibe bila bibe.
Mêr : ———!
Jin ; Ez di rewşa me de tişteke pêkenînê nabînim. Zewaca me diheje, diçire.
Mêr : ——-.!
Jin : Nekene! Ez sond dixwim. Ez ê li Avukat bigerim.
Mêr : Dixwazî bigere, lê….
Jin : Baş e, wisane ez niha telefon dikim.
Mêr : Em bi hevre biçin.
Jin : Pêwîst nake tu bêyî. Ez ê bi texsiyê biçim.
Mêr : Ez jî bêm. Em ê li cil û lîbasan û li çaketê çerm jî binêrin.
Jin : Hiii? Tu jikur bi wê çaketê çerm dizanî?
Mêr : Te di ajanta xwe de nivîsiye ji bo ku te dê îro ji min re bigotana. Min li wir dîtibû. Niha hate heşê min.
Jin : Belê, erê ewk!
Mêr : Min ji dikan re telefon kiribû û çaket siparîş kiribû. Ji bo min helanîne.
Jin : Na, ez bawer nakim.
Mêr : Dema em biçin, em ê ji dikan bigrin.
Jin : Biçin kur?
Mêr : Biçin cem Avukat.
Jin : Him…Belê.
Mêr : Dixwazî em îro neçin cem Avukat. Em dîrek biçin çaket bigrin.
Jin : aaaa, erêêêê, dibe…..
Wergêr : Lokman Polat (*)
(*) Têbinî : Ev nivîs aîdê min nîn e. Dema min kovara çand û wêjeyî ”Helwest” diweşand, xwendevanekî bêku di binîde navê xwe binivîse bi rêya înternetê ji min re şiyandibû û nivîs bi tirkî bû. Pevçûna jin û mêrî bala min kişand û min jî wergerand kurdî. Nivîskarê nivîsê kî ye ez nizanim. Ji bo ku weşana kovara ”Helwest” hate rawestandin, min nivîsê neweşand. Cara yekeme ku di malpera ”Çandname” de diweşînim.