Çîrokek ji devê bavê min Melle Muhammed: ARRAF (PISPOR)

Melayên welatê me her yek di berîkên wan (cêvên wan) de bi sedan çîrok û serpêhîtîyên ku divê mirov tomar bike(qeyd bike) û jê sûd werbigre hene.

Bavê min Mela Muhammed jî Xwedê me bide xatirê duayên wî, yek ji van alimên Kurdistanê ye ku di Medreseyan de perwerde dîtiye û ji wê ava teberik wexwarîye.

Gelek caran bavê min ji me re çîrok û serpêhatîyên sûdwer dibêje. Lê mixabin ji ber ku em zêde bi karê dinya derewîn ve xeriqîne, em wan çîrokan tomar nakin. Par zivistanê wan rêjên pandemîyê ên giran de ku taybet kalemêr ji mal dernediketin, em li dora bavê min kom dibûn me digot bila bêhna wî teng nebe. Wî jî ji me re hîn çîrok an serpêhatî vedigot. Yek ji wan çîrokan gelek bala min kişand û min hingê ew nivisand. Niha dixwazim bi destura we ji we re parve bikim.

Demek ji demên berê zilamek bazirgan/tucar di rêwîtîyekê de hêştira/deveya xwe wenda dike. Li çolê li hêştira xwe digere. Pêrgî/rastî sê zilaman tê û ji wan pirsa hêştirê dike. Yek ji wan kesan dibêje:

“Ma gelo hêştira te rehwan e?

Zilam dibêje:

“Belê hêştir rehwan e.”

Zilamê dî/din dibêje:

“Ma gelo dûvê hêştirê hebû an na?”

Zilam dibêje:

“Nexêr duvê hêştirê tune ye”

Zilamê sêyemin jî dibêje:

“Ma gelo barê hêştirê dims e?

Zilam şaşmayî dimîne dibêje:

“Belê barê hêştir ê dims e. Naxwe/Ew çax hûn diz in. we hêştira min dizîye.”

Her sê zilam xwe didin ber sonda dibêjin nexêr em diz nîn in. Lê bazirgan ji wan bawer nake dibêje hûn ê li gel min werin em ê herin dîwana mîr hûn derdê xwe ji mîr re bêjin.

Her sê mirov ji boy ku bêsucîya/mesûmiyeta xwe bidin dîyar kirin, pêşnîyara/teklîfa bazirgan qebûl dikin û diçin dîwana mîr. Zilamê bazirgan hemû bûyerê yek bi yek ji mîr re dibêje.

Mîr ji her sê zilaman rastîya bûyerê/hedîseyê dipirse. Ewna ji mîr re dibêjin:

“Em ne diz in, lêbelê em di rê de pergî rêça hêştirek rehwan hatin. Ajalên/heywanên rehwan rêça wan ji yên dî cuda ye. Her veha di seranserê rê de mêş kom bibûn. Mêş tenê li cihê ku şêranî lê hebe kom dibin. Û di rê de rêx li ser hev kom bibûn. Hêştirên ku duvê wan tunebin rêxê belav dikin.”

Piştî ku mîr guhdarîya zilaman dike; ji bazirgan re dêbêje. Wele ev camêr diz nîn in. Ewna tenê mirovên arraf in. Tu here ji xwe re li hêştira xwe bigere. Mîr her sê zilaman di koşka xwe de dike mêvan. Ji xulamên xwe re dibêje sifreyeke dewlemend amade bikin û qedrê mêvanan baş bizanibin. Dema ku sifre amade dibe mîr li paş derî mêvanên xwe dizîka gûhdarî dike.

Yek ji wan dibêje; Ew goştê berxê ye ku bi şîrê se/kûçik mêtîye. Yê dî dibêje; hevîrê nan jinek di nexweşîya heyzê de sitraye. Yek dibêje ev tirîyên ji rezê goristanê ye. Yek jî dibêje; mîrê me pinc e.

Mîr li paş derî gelek hêrs dibe, bangê şîvanê xwe dike, jê dipirse bê ka berx bi se daye mijandin an na?

Şîvan dibêje belê ji ber ku şîrê mihê kêm bû min berx bi se da mijandin. Duv re mîr bangê xidama malê dike jê dipirse bê ka dema hevîr sitra bi heyz bû an na? Xidam dibêje belê. Duv re bangê rezwan dike dipirse ev tirî ji kijan rezê bû, rezwan dibêje ji rezê nav goristanê ye. Duv re diçe bal dîya xwe jê dipirse dibêje dayê rastîya vê bûyerê çîye? Dîya wî dibêje; kurê min bavê te zarok jê çênedibû. Ez carek bi xûlemek re razam û bi te ducanî/hemle bûm.

Mîr şûrê xwe dikşîne tê bal mêvanan dibêje de îcar bêjin we ji ku ev tişt zanîn?

Mêvan dibêjin; goşt li ser avê diket. Pezên ku bi şîrê se bimêjin goştê wan bi ser avê dikeve. Behna axek giran ji tirî dihat. Tenê rezên ku li gorîstanan li ser goran şîn dibin bêhna wan giran dibe. Ji ber ku hevîr baş nehatibû sitrandinê nan sist bû hingê me zanî jinik bi heyze. Jinên nav heyzê de bişta wan diêşê û nikarin zêde hevîr bistirên. Bes boy gotina dawî bê deng dimînin ji mîr ditirsin. Mîr hêrs dibe dibêje gotinên xwe biqedînin. Mêvan dibêjin; me zanî tu pinc î, lewre li gor edetên me tenê kesên pînc li gel mêvanên xwe ve li ser sifrê rûnanên û paş derî gudar dikin.

Mîr kisek zêr dide wan û dibêje ji vê deverê dûr bikevin hûn diçin ku biçin, bes bila kes raza/sirra min nehese.

Derbar Rojbîn Ozkan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply