Biwêjên Di Romana Hezkirina Qedexê Ya Ezîzê Gerdenzerî De

“Ji bo ku vegotin xurttir û bi derbtir bibe hinek awayên vegotinê hatine çêkirin. Biwêj jî yek ji wan awayan e. Di kurmancî da biwej pir zêde tên bikaranîn. Biwêj, bi piranî mecazî ne û rewşê dîyar dikin; di wan da daraz tune ne. Dema ku hevok bên parçekirin, ji hev nayên qetandin û yek parçe ne.

Hinek Taybetiyên Biwêjan

1) Biwêj rewşê dîyar dikin, di wan da daraz tune ne.  Mînak: Hevala te pincara kîjan erdê ye? Kê tembûra te şikand? Te got hirç? Em hinekî çavên xwe nerm bikin. Tu ne ji sermê ra dibî ne jî germê ra. Mirov dibêje qey toximê pirparê ne. Binê wî şil e, li bêrîkên wî binêrin.

2) Hinek biwêj ji peyvekê pêk tên; hinek jî gelek peyvan pêk tên. Mînak: Çi ye, te dîsa leva xwe dirêj kirîye. Çima wisa serhişk î? Dîsa ji hev ra xweş dikin. Kuro devbelaşîyan meke. Rûpel; 26. (Bahoz Baran, Rêzimana Kurmancî, Weşanên Wardozê).

Bi vê destpêkê şûnde niha em dikerin biwêjên di romanê Hezkirina Qedexê Ya Ezîzê Gerdenzerî de binivîsin.

 

*Na, ez nikarim, lingê xwe bi lingê wê re bavêjim. (Rûpel; 15)

*Çimkî îro ewan ketine li ser çokan, siba-dusiba ewan ku pişta xwe rast kirin, wê dîsa berê kevçî wê bidine xwe û faşîstan xerabtir bînin serê me. (Rûpel; 17)

*Serî hebe, kum gelekin! (Rûpel; 18)

*Derheqa fikirên Gozelê yên domokrasî û azadîxwaziyê da, bavê wê liser hisehisa ketibû, lê xwe liser guhekî diavêt, yan çi ew nizane. (Rûpel; 26)

*Keviran ji pêşa xwe bavêje, lirex min bikeve, em herin berê hezkiriyê te, bidine te. (Rûpel; 28)

*Behsa gur e, gur hazir e! (Rûpel; 28)

*Pir caran wî dixwest nêzîkî wê be, wê bide xeberdanê, lê tiruş nedikir, qursaxê wî têra wî nedikir, ditirsiya ku ev keç jî mîna Gozelê, pozbilind be û wî têke erd û xwelî. (Rûpel; 31)

*Hinarê navê xortên din li ber guhê hevala xwe dixist, lê Gozelê navê tu xortî nedixwest bîne liser zar. (Rûpel; 33)

*Bavê Gozelê ketibû navbera du keviran; alîkî da gel bû, aliye din serokatiya artêşê ya nijadperest. (Rûpel; 41)

*Çi ye, jibo te temiyên min mîna tirên bizinan bûn? (Rûpel; 60)

*Ewî nikarbû, zefta wî der bû, wî tacî liser xwe derîne û tacekî din dayne liser serê xwe. (Rûpel; 64)

*Piştî deng û besên nebixêriyê, destê Gulistanê ji erş û asîmana qetiya. (Rûpel; 81)

*Hinekî jî xwerazî ne, tu kesî bi aqilmendiyê liser xwe ra nabînin, lê ewan cila xwe li bin bavê xwe ra nakin. (Rûpel; 82)

*Kevirên di pêşa xwe da wê da bavêje. (Rûpel; 85)

*Lê, dema desthilatdarên nû ciyê lingê xwe kirin, ji sozên xwe yên dabûn kurdan, poşman bûn. (Rûpel; 88)

*Qey bêjî, desthilatdarên cihanê yên liser desthilatdaran ra, dest dida, ku gelan rakirina li rûyê hevdu û di cihanê da û pir ciyan, agirê şer vêxistina û wî agirî tim geş bikirana. (Rûpel; 106)

*Hevalên wî jî kerê nikarin kutikê dikarin. (Rûpel; 116)

*Ne ku dûrxistin, lê pê dar û beran raqetînin, ji bo ku şagirtên maîn ra bibe ders û ewan ji me bitirsin, lingên xwe guhên xwe nexin, ber me kirin viqîn xeletî hesab bikin. (Rûpel: 133)

*Em wan dewsa mirov û însana datînin, ewan jî li ser stûkura me siwar dibin. (Rûpel; 133)

*Xwe kerî û korî danîn, li ser guhekî xwe avêtin, ziyankêşî ye. (Rûpel; 137)

*Tenê wisa biaxivin, ku pirç ji ewledê we şîn bibe. (Rûpel; 138)

*Ewan guhê gê da razane û xewnerojka dibînin. (Rûpel; 139)

*Em cîhê badîhewa hûkî dikin mûkî. (Rûpel; 140)

*Hinek her tiştî zanîn, lê xwe li ser guhekî davên. (Rûpel; 141)

*Axiriya min e xerab. Lema dibên: ga nanale, bar dinale. (Rûpel; 141)

*Haya min ji her tiştî heye, lê min nedixwest derê giliya vekim û hêka spîkim. (Rûpel;141)

*Ez minetê ji tu kesî nagirim, heger tu pişta min neşkênî. (Rûpel; 149)

*Ezê tûrikê wê, bidim destê wê. (Rûpel; 149)

*Pişta wê û mêr hinek kesayetiyên desthilardar da germ e.  (Rûpel; 149)

*Ewê vê yêkê têke têl û derziyê va ke, ji bo ku devê min û wê bidirû. (Rûpel; 153)

*Gede ker xwariye, poçik maye. (Rûpel; 155)

*Na, bi vê qoşê, em tu car nagihîjin Mûşê. (Rûpel; 158)

*Li vir, li vî gundî da, bêhna Xalit dernediket, ewî deqe-saet dijimirî, hevt kiras diqetand, heta ders xelas dibûn, çeltê xwe diavêt milê xwe û berê xwe dida gundê xwe. (Rûpel; 159)

*Lê Anahîtê dîsa kerê xwe dajot. (Rûpel; 160)

*Lê, ewî baş zanibû, ku dersdarê anatomiyê jî li dor Aprêsiyanê “dide moza” û dixwaze wê bistîne. (Rûpel; 161)

*Lê berê neheqan ket keleha kevirî. (Rûpel; 164)

*Gur ewqas zû xwe nade li ser însên, rev û bez jî hesabê mirinê ye. (Rûpel; 166)

*Gur xwe li ser guhekî avêt û berê xwe ji Xalit guhast. (Rûpel; 167)

*Wê êşê qalpaxê serî lê radikir. (Rûpel; 170)

*Pişta Xalit şiva kora çavê min ketiye, ez ker û gêj bûme. (Rûpel; 175)

*Lêva Başê pir hindikî bi wî ra rast bû. (Rûpel; 175)

*Ez rica li te dikim, gema wî kaş bike. (Rûpel; 178)

*Çi ye dibe, ku rûn li ser helîsê biçûya. (Rûpel; 178)

*Ewî texmîn kir, ku leva Başê bi wî ra rast bûye û ew jî dixwaze hevaltiyê tevî wî bike. (Rûpel; 181)

*Kê ku dewsa te bûya wê av têkira sola min û vexwara. (Rûpel; 187)

*Ezê daweta dê û bavê te têkim bîra te. (Rûpel; 206)

*Yên pêşberî me sekinîne zo û ferekin, darê di deste şivana da çekên wan çêtirin, pişta wan jî vala ye. (Rûpel; 216)

*Ez û tu emê diranê van bijbêrin. (Rûpel; 221)

*Sûrên çaxê seyê xwe dît, kela girî da qirika wî, ew lê lê bû kerba kirasê li ser canê xwe biqelişîne, porê serê xwe verû, serê xwe kevir û dar bixe. (Rûpel; 230)

*Lê… mêrik bêje di devê xwe da kire girar, paşê fikra xwe xwest zelal bike. (Rûpel; 236)

*Çima em mirîşkê bavê wî ne, ku hêsa me bikuje? (Rûpel; 237)

*Ez naxwazim bibim deyndarê te. Ez naxwazim bikevin li bin tûmê te. Ez dixwazim serbest bijîm. (Rûpel; 238)

*Qîz li bavê hatibû hîlekarî û delkbaziya, kûtê xwe li ber bavê germ dikir. (Rûpel; 241)

*Çawa ketiye taw têwa qîzê. Lêv dirana pêstirin. Lê çawa? (Rûpel; 242)

*Dibên dew xwestin, kodik jî veşartin kêr nayê. Rûpel; 254)

*Vir ji mala Xwedê tu gunehkarî. Te ziman avêtiye devê qîzê, te serî dayê. Qîz dara şikestîye, zû destê mirovan vat ê. (Rûpel; 256)

*Were kevirên pêşa xwe valake. (Rûpel; 257)

*Dawa xwe te li ser serê xwe ra avêtiye, çi ye? Tu dixwazî li ber xelkê xerîb me rezîl bikî? (Rûpel; 258)

*Xebera şîrê spî bike, destê xwe jî wî zilamî bişo. (Rûpel; 259)

*Roja roj da ew û jin poz li hevdu nedikirin û bi adetê dinê ji hevdu dûrketin. (Rûpel; 258)

*Tu pê destê xwe çima dixwazî kapê xezebê bavêjî stukura xwe? (Rûpel; 259)

*Min xewneke xerab dîtiye. Şebeqa sibê da destê min dilê min da ne. (Rûpel; 261)

*Mamêdov bi alozî û ne zelal, bersiva dayikê da, dîsa dev kire cegera bavê Dîlberê. (Rûpel; 263)

*Dibe ku ez tiliya xwe bîn bûm? (Rûpel; 263)

*Bavo, dayê, riyê min bin piyê we da ne, bibaxşînin, heger dikarin qisûra me efû bikin. (Rûpel; 266)

*Dîlberê dît ku perça dilê bavê hinekî danî, ber dilê wî da û hewara xwe dê daxist. (Rûpel; 266)

*Bavê Temir tim temî dida wî, ku wê yekê bîr neke, riya xwe ji lawên wê malbatê dagarîne û tim hişiyar be. (Rûpel; 270)

*Raste, dibe ku kesek nizanbe, min ev xort kuştiye, lê malbeta wan xwe nan pê guha naxwin, wê şika wan here li ser malbeta me û xortekî ji malbeta me jî wê bê kuştinê. (Rûpel; 271)

*Tê bêjî, min nanek xwariye, tenê kerîk daye wî. (Rûpel; 272)

*Na, çawa xuyaye, mîza vî ne zelale. (Rûpel; 272)

*Çi ye, ew dixwaza diranê min bijbêre; armanca min bizanbe? (Rûpel; 272)

*Dilê Temir yê nazik şahidetî dida, ku cewrikê kûçika di hundirê zikê Qero da li ser hevdu ra bazdidin. (Rûpel; 273)

*Kuro, lawo, êdî tu mezinî, destê te bi dar girtiye, dema te ya zewacê ye. (Rûpel; 279)

*Heta ew û hevalê wî yê wextekî tên, jinê sifire rast kiriye, hezar nasnamet û şerava gurcî daniye li ser. (Rûpel; 282)

*Ewan berxê salekê bûn, di gundeki da mezin bibûn, tevî hev çûbûn li ber şer jî û destekekê da qulix kiribûn.(Rûpel; 287)

*Jin nedihewiya, dev kiribû cegera mêr û bernedida. (Rûpel; 295)

*Kevir, ku ji ciyê xwe leqiya, çetin di cîhkî da bihêwire. (Rûpel; 296)

*Gayê reş tu car çermê xwe naguhêze. (Rûpel; 300)

*Çima şiva kora çavên te ketibû? (Rûpel; 309)

*Ew dîsa di sûka û dikanan dernediket; navika wê avêtibûn din ava sûke. (Rûpel; 317)

*Min heta ev hesin kiriye xwîna xwe xwariya. (Rûpel; 318)

*Bizanbe, ku doktorê devvekirî, sira nexweş û ya hevalan eşkere kirin, zû dikeve li ser piştê û ji kar û xebatê tê derxistinê. (Rûpel; 319)

*Dem jî dema helebelê bû, sa xwediyê xwe nas nedikir; şer bû, du netewên cînar berê top û tivigên xwe dabûn hevdu. (Rûpel; 322)

*Dibên: pariyê zêde gewriya mirov da namîne, yan jî: kar nabe qar. (Rûpel; 324)

*Lê çawa tê gotin: hîm li ser bûzê çênabe. (Rûpel; 325)

*Qîzê dixwest xwendekar bistîne, lê dê lingê xwe û yê qîzê kir sola teng, xwezgîniyê xortê xwendekar paşda da û bêrûmet verê kir, keça xwe da xortê bedew û spehî. (Rûpel; 326)

*Ew ditirsia lawên xwe ra her tiştî beje, ditirsiya bav û lawên wî rabin li rûyê hev, şer çêbibe. (Rûpel; 327)

*Lawê wî miriya, ew jî guhê gê da razaye û kêf dike. (Rûpel; 331)

*Hûn guh didin li ser gotinên dayika xwe. Tim wê lingê we kevir bikive. (Rûpel; 332)

*Dibên ew heta niha jî saxe, pê destê xwe dike û pê devê xwe duxe, kêf kêfa wê ye, mêrekî wê yê nû jî heye. (Rûpel; 333)

*Lema tê gotin: Zewaca bê hezkirin, ew mîna hîmê li ser bûzê ye. Hevdu tehmûl nekirin jî şûrê dudev e. (Rûpel; 333)

*Heta roja îroyîn, ez lingê xwe ji warê ew dimîne, nabirim. (Rûpel; 338)

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply