Agahî-Nûçe

Pirtûka ”Xeleke Xeyalên Bê Ezman” DERKET!

“Dengê pê re diaxivî, bi qijeqij bû, wek kemaneke bêakord bi rexneyan ser û guh lê dirûçikand. Dixeniqî… Gavbigav di hinavê xwe de dikizkizî. Paşê ew kizîn li gewrîyê asê dibû, du qirçîna ewr û ezmanê hestiyar, wê barana di kortikan de digewimî bi xwişînî pêşî lê berdida. Hêsirên wê, ew dilopên kirîstal, biriqandin li xwe wenda kiribûn. Dişibîyan çilkên …

Bêhtir »

Pirtûka “Xezala Kurdan” DERKET!

Di vê pirtûkê da bi dehan çîrok û xebroşkên Cizîra Botan hene. Her keresteya di vê pirtûkê da, bi zimanê xwe yê resen û herêmî çêjeka din dide me. Xezala Kurdan, çîrokeka balkêş e ku navê xwe daye vê pirtûkê. Çîroka Seydik û Şêxigo Malî jî du çîrokên pexşankî û kilamkî ne. Qeto û Keçelok jî hem ji hêla zimanê …

Bêhtir »

Belgefîlmek li ser Çiyayê Agirî tê çêkirin

Çiyayê Agirî li seranserî Tirkiyê û  Bakurê Kurdistanê wek çiyayê herî bilind tê hejmartin. Di salên 1959an de, di çend wêneyên hewayî de hinek dîmenên weke bermayiyên keştiyekê li vî çiyayî hatin tomarkirin. Hinek lêkolîneran îdia kirin ku ew bermayiyên Keştiya Nuh in. Piştî vê yekê beşeke zêde ya lêkolîner, geştiyar û derhênerên belgefîlman berê xwe dan Çiyayê Agirî û gelek …

Bêhtir »

Hejmara Dozdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Dozdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Dozdemîn “Di Wêjeyê De Çîrok” e. Ji pêşekiya hejmarê: ((…Çîrok bi gelemperî weke hunereke vebêjî ya pexşanê tê zanîn ku bi bûyerekê, qewimîneke rastîn an xeyalî vedibêje, ji hêla yek an çend kesan ve di hawîrdoreke taybet de tê meşandin …

Bêhtir »

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê: Konê Reş û Salihê Heydo Xelat kir

JI BO RAYA GIŞTÎ! Di sala 2016ê de ango di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamişloyê li dar ket, HRRKê biryar wergirt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezirîne, û her salekê vê xelatê pêşkêşî dahêner û afirênerekî kurd bike. Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê çar salan bi sponserî û alîkariya welatparêz û …

Bêhtir »

Zeynelabidîn Zinar biryar daye 178 pirtûkên Kurdî binivîse

Nivîskar Zeynelabidîn Zinar piştî zilm û zordariya ku lê hatiye kirin, biryar daye ku heta dawiya temenê xwe xizmeta zimanê Kurdî bike û 178 pirtûkan binivîse. Zeynelabidîn Zinar li ser sedema vê biryara xwe ya nivîsandina 178 pirtûkan, ji K24ê re diyar kir: “Wextê cuntayê (darbeya leşkerî) 8 car ez hatim girtin. 178 roj îşkence li min kirin, daîm digotin …

Bêhtir »

Ji Nivîskar Mehmet Oncu, Bo Zarokên Kurdan Berhemeke Nû “Destana Şêr û Pisikê”

Wexta min li qadê berhemên gelerî berhev dikirin, min tevî gelek berhemên gelerî ên weke çîrok, çîvenok, gelek fabilên hêjayî guhdariyê ên dersdar jî berhev kirîbûn. Ji wan fabilên gelerî min gelekên xweşik di berhemeke bi navê “Kulîlk û Şikevlatû” de weşandin. Ew berhem ji aliyê weşanxaneya “Sîtav” ve hat çap kirin. Paşê min di nav ew fabilên berhevkirî de …

Bêhtir »

Tesla dixwaze wesayîtek bêajotvan hilberîne

Damezrênerê Tesla Elon Musk planan dike ku dîreksiyon bi tevahî ji otomobîlan derxe. Tesla, çêkerê gerdûnî yê herî populer ê cîhanê, xwe amade dike ku biryarek şoreşî bide. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dibe ku Tesla Modela 2yan ne xwedî dîreksiyon û pedalek be. Di heman demê de tê gotin ku dê navgîniya xweser a 400 kîlometre hebe. Sala borî, …

Bêhtir »