Belgefîlmek li ser Çiyayê Agirî tê çêkirin

Çiyayê Agirî li seranserî Tirkiyê û  Bakurê Kurdistanê wek çiyayê herî bilind tê hejmartin. Di salên 1959an de, di çend wêneyên hewayî de hinek dîmenên weke bermayiyên keştiyekê li vî çiyayî hatin tomarkirin. Hinek lêkolîneran îdia kirin ku ew bermayiyên Keştiya Nuh in.

Piştî vê yekê beşeke zêde ya lêkolîner, geştiyar û derhênerên belgefîlman berê xwe dan Çiyayê Agirî û gelek kanalan li Tirkiyê belgefîlm li ser  çêkirin. Niha jî kanala Amerîkî ya bi navûdeng `History Channel` hewl dide belgefîlmekê li ser vî çiyayê Bakurê Kurdistanê çêbike.

Sait Yardimci, Serokê Komîsyona Fîlman a Tirkiyê, diyar dike, “Armanca me ew e ku bi vê belgefîlmê, zêdehiyekê li geştiyariya Tirkiyê bikin. Ji ber ku Agirî bi Keştiya Nûh bi navdartir bû. Dema ev proje temam bû dê di danasîna Agiriyê de rolek girîng bilîze. Hûn dizanin History Chanel kanala herî girîng a belgefîlman e. Ez bawer dikim ku ev belgefîlm dê xîtabî zêdeyî 1 milyar mirovan bike. Bi rastî jî dê belgefîlmek gelek girîng be.”

Li gor hinek baweriyan pîştî tofanê, keştiya Hz. Nuh li serê vî çiyayî rawestiyaye û ji ber vê yekê Çiyayê Agirî weke çiyayekî pîroz tê dîtin, lê heta niha jî ev mijar di nav  lêkolîneran  de cihê nîqaşê ye. Lêkolînerê Amerîkî Andrew Jones ku bi salan e li ser li vî çiyayî lêkolînan  dike, dibêje mijara Keştiya Nuh dê gelek bala cîhanê bikêşe.

Andrew Jones, Lêkolînerê Amerîkî, dibêje, “Ev mijar ji bo rojava û krîstiyanan gelekî girîng e. Li Amerîka xelk dixwazin  bizanin cihê keştiya Nuh li ku derê ye. Li gor pirtûka Încîlê Keştiya Nuh li ser çiyayê Ararat runiştiye. Niha eem li wî cihî ne. Ji ber ku daxwazeke zêde li ser vê mijarê heye gelek kes tên vê navçeyê û li pey keştiyê digerin. Vê keştiyê bala gelek geştiyaran kêşaye. Ew dixawazin cihê wê yê li çiyayê Ararat bibînin. Ji ber van bermayeyan girîngiyeke zêde bi vê derê  tê dayîn. ji ber  vê yekê  jî ev mijar dê gelek  bala cîhanê bikêşe.”

Bilinddahiya Çiyayê Agirî ku weke çiyayê Ararat jî tê binavkirin, ji deryayê 5 hezar û 137 metre ye. Tevî ku pirtûka pîroz a ola Krîstiyaniyê Încîl dibêje  piştî Tofanê Keştiya Nuh li vî çiyayî rawestiyaye, lê  pirtûka pîroz a Îslamiyetê Quran jî dibêje  ew keştî   li ser Çiyayê Cûdî  yê parêzgeha Şirnexê  rûniştiye.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply