Pirtûka ”Xeleke Xeyalên Bê Ezman” DERKET!

“Dengê pê re diaxivî, bi qijeqij bû, wek kemaneke bêakord bi rexneyan ser û guh lê dirûçikand. Dixeniqî… Gavbigav di hinavê xwe de dikizkizî. Paşê ew kizîn li gewrîyê asê dibû, du qirçîna ewr û ezmanê hestiyar, wê barana di kortikan de digewimî bi xwişînî pêşî lê berdida. Hêsirên wê, ew dilopên kirîstal, biriqandin li xwe wenda kiribûn. Dişibîyan çilkên ji cihokan bipekin.”

Nivîskar, dilê xwe berdaye navenda hişê xwe û hişê xwe tev li hev kom kirîye, berdaye dilê xwe, wisa her duyan bi hev re, linavhevhevdayî bi hev re diherikîne. Loma, peyv, nola çilkên cihokan dipekin, dikevine ser kaxezê, loma ne bi zimanekî hişk, ne bi zimanekî nerm û ne jî bi zimanekî maskûlen çîrokê vedibeje.

Nivîskar vegotina çîrokeke bi kronolojîyekê, bi teşeyekê ve grêdayî ji xwe re nekirîye xem sereleheng, bûyer, dem û dewran neafirandîye, eynikeke neşkestî danîye pêşberî civaka xwe û bi realîzmeke realist çîroka “keçikeke dê û bavekî bê kur” bi dêwilan ji bîrê kişandiye û berdaye cohikên xwe berdide çemê nivîsbêjîya kurdî.

Roman, her çi qasî gelek teybetmendîyan bihewîne jî li ser wan teybetmendîyan gêre nake. Hêmayên klasîzmê, yên modern û heta yên postmodern bi kar tîne. Ji bikaranîna biwêjan heya gotinên pêşîyan, termînolojîya gund û bajêr bi hev re distire û nane romanê li tenûreke dadayî, wî hevîrê bi haveyn tirş dike, dipêje. Belkî çîrok xwendeyan zû nekêşe nava xwe lêbelê çirok xwe bi hesanî berdide hiş û dilê xwendeyan.

XELEKE XEYALÊN BÊ EZMAN
Ji jineke Kurd romaneke bê sînor

Nivîskar: Gula Almastê
Weşanên NA-Roman
254 rûpel
Sal 2021
1000 heb çapbûn

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply