Di Quncikê Şikefta Tarî De

Pir zor e ew bihara ku tu li bendêyî
û terîfa wî germê dikî.
Tu ketî quncikê ada xwe, û biliyê
fikrên xwe bûyî.
Qey te nizanîbû mêjî qirêjan re bûye xû,
te rihet bernadin.
Xwe nenas hînê jiyana bindestî bûnin
û bi desthilatdaran re hevalin.
Te ji bo xwe wekî xizmetkar û
berheva abirî divînin.
Ji dûrî de bangê te dikin, de rabe,
titûna cixara min qediya, te
xwe li kêderê de dîsa biliyê
nehatinê kiriye.
Xwastekên xwe bi kîn daxwez dikin.
Bi vingîna mozqirtên bi jehrî
te ji quncikê şikeftê de davêjin derve.
Destê te ê nasirgirtî diricifin û çavên
te şîqal girtine navînin.
Xema kesî nîne qidûm di çokên
tede nemanin.
Nêrîna bêkedan de, tu tim cîwanî û
wekî xortekî çeleng biroj cotkarî
û şevên tarî de dora şevîna pez digrî,
ji gurên dijwar sewalan biparêzî,
bûyî payêrvanê bê heq.
Ax sermaya derê biharê hukmên wî
li kezeba mirovan dibe û gurçik
di bedenê de di qefilîn.
De were ey bihara germ bila lebat
di bedena min de qefilandî nemîne,
ji bona bêkesan zindî berxwedim.
Navê gulên renga rengîn, li bê navan
bikin û behn û rengê wan, bibin
oksîjena jiyanê.
Pêşeroja zarokên me bi ewlekarî bin,
dibistan bibin qada perwerde.
Zanistî bibe şeklê jiyana wekhevî, û
dad bibe hekem, hezkirin bibe sirûşta
bi berhevî tu kesekî bê par nemînin.

Behçet Ateş

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply