Bertîl(Rişwet)

 

وَلَا تَأْكُلُوا أَمْوَالَكُمْ بَيْنَكُمْ بِالْبَاطِلِ وَتُدْلُوا بِهَا إِلَى الْحُكَّامِ لِتَأْكُلُوا فَرِيقًا مِنْ أَمْوَالِ النَّاسِ بِالْإِثْمِ وَأَنْتُمْ تَعْلَمُونَ (188) البقرة

Bawermendên birûmet!

Bertîl, di dînê îslamê de hatiye qedexekirin û ji gunehên mezin e. Kesê bertîlan dide û distîne, di roja dûmahiyê de, jê re janeke dijwar heye. Bêguman Xuda Teala, ji temamê kiryarên me yên dizî û eşkere agahdar e. Çawa ku Xuda Teala di Qurana Pîroz de dibêje: “Tişta mirovan kirî û ya ku dê hê bikin, ew pê dizane.”[1]Kilîlên cîhana nediyar (xeybê) her li cem Xuda Teala ne, ji wî pê ve kes bi wan nizane. Çi pelekî ku ji darê bikeve ew her pê dizane û çi liba di tarîtiyên zemînê de û çi tişta şil û çi ya ziwa her di kitêbeke diyar (Lewhil Mehfûzê) de ne.[2]Sond be, bi rastî me, însan afirandiye û ya ku nefsa wî jê re dibêje û ya ku dikeve dilê wî jî em pê dizanin û em ji rayê xwînê jî nêzîktirê wî ne.[3] Xuda  Teala ji temamê gotin û kiryarên me agahdar e. Çawa ku ji me re diyar kiriye.

Misilmanên birûmet!

Bertîldayina  di doz û dewan de ji kesên berpirsiyarên karekî re cudahî di nav zanyarên olî de nîn e ku qedexe ye û ji gunehên mezin e. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha ferman dike: “Malên hev di nav xwe de bi neheqî nexwin û ji bo ku hûn hinekî ji malên mirovan bi gunehkarî û şehdezorî bixwin, bizanîn mal nedin desthilatdaran.[4] Pêxemberê me jî di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “ Yên bertîla didin û yên ku distînin di dojehê de ne.”[5] Û di hedîseke din de lenet li kesê bertîlan dide û yê distîne aniye. Çawa ku xwestin, dayin û qebûlkirina bertîlan heram e, her wiha navbeynkariya wan jî heram e. Lê ew kesê bertîlan dide, ji bo destxistina  malên xwe, yan jî ji bo rakirina zilm û zorê û astengkirina ziyanekê, hingê guneh ji yê dide re nîn e. Bes ji yên distînê re heye. Emerê kurê Evdilezîz, digel ku dema xelîfetiya wî kurt bû jî ji ber edaleta wî, di dîroka Îslamê de, ji hêla zanyarên olî û cahilan ve jî weke mehdiyê demê dihat zanîn. Nêrîna wî ya di der barê bertîlan de ewa ku ji hêla Buxarî bixwe ve hatiye tomarkirin ev e: Piştî pêxemberê me û xelîfeyên wî yên Raşidîn, ew xelatên ji kesê desthilatdar re tên dayin, bertîl e. Di kitêbên hedîsê de, bi sedema ku ev nêrîna xwe aniye ziman, bi kurtasî em dikarin wiha bêjin: Rojekê dilê Emerê kurê Evdilezîz diçe fêkiyekê lê di qesra wî ya xelîfetiyê de ne fêkî û ne jî pereyên ku pê bikirin hene. (tê bihîstin ku dilê xelîfe diçe fêkî) Ji Xelîfe re fêkî tê, lê Xelîfe ji wan fêkiyan hebekê hildide û bêhn dike û careke din datîne cihê wê û li xwedî dadigerîne. Yên li cem dibêjin: Pêxemberê me, Ebubekir û Emer xelat qebûl dikirin, tu çima qebûl nakî? Ew wiha bersivê dide: Ji pêxember û xelîfeyên wî re xelat bû , lê ji desthilatdarên piştî wî re bertîl e.

Misilmanên birûmet!

Ji dayîn û standina bertîlan û ji navbeynkariya wê xwe biparêzin. Di temamê îş û karên xwe de di bin ronahiya îman û Îslamê de û li gor emr û fermanên Xuda û pêxemberê wî bi pîvana heqiyê bipîvin. Jin û zarokên xwe bi malên heramê mîna bertîlan xwedî nekin. Ez xutbeya xwe bi wateya ayetekê ji Quranê diqedînim: “Gelî bawermendan! Ji bazirganiyeke ku dilê we be pê ve, di nav xwe de, malên hev bi neheqî nexwin û hev nekujin. Bi rastî Xuda Teala  ji bo we her û her dilovan e. Kî bi êrîşkarî û bi neheqî vê bike vêca em dê wî bêxin nav agir. Ev li cem Xuda Teala hêsan e.”[6]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  El-Beqere 255

[2]  El-Enam 59

[3]  QAF 16

[4] El-Beqere 188

[5]  Camîusexîr hejmara h. 4490

[6]  En-Nîsa 29-30

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply