Di Civakê de Cihê Jinan

Jin bingeha civakê ne. Jin di navbera malbat û civakê de weke pirekê ne.  Ji ber vê yekê jî di civakê de cîhê jinan gelekî girîng e. Dînê îslamê jî gelekî girîngî daye jinan. Heq û mafên jinan parastîye.

Berîya îslamê tu heq, maf, qedr û qîymeta jinan tune bû. Berîya îslamê jin weke malan dihatin firotin. Keseyetîya wan tunebû. Heta mafê wan ê jîyînê jî tune bû. Berîya hatina dînê îslamê yanî  di dewra cahîlîyê (nezanî) de ‘ereban zarokên xwe yê keç bi saxî dixistin bin axê. Lê belê piştî ku dînê îslamê hat ev çanda ‘ereban ji holê rakir. Heq û mafên jinan da wan.

Bi rastî di navbera jin û meran de xeynî xûyakirinê tu cûdahî tune ye. Yanî weke hevdû ne. Heta Pêxemberê me (s.x.l) di hedîsekê xwe de wiha kerem dike ‘Bê gûman jin û mêr weke hevdû ne.’ Xwedê Te’ala di sûretê Nahl ayeta 97. De wiha kerem dike: ‘’Jin û mêr ji wan kî weke mu’mînan ‘emelên qenc  bike emê miheqeq jîyaneke xweş bi wan bidin jîyîn.’’  Dîsa di surêtê Maîde ayeta 38. De Rebbe me wiha kerem dike: ‘ yê ku dizî bike jin an mêr ferq nake wê cezayê bibîne.’ Dîsa di sûrêtê nûr ayeta 2. De Xwedê Te’ala wiha kerem dike: ‘ jin an jî mêr kî zina bike wê ceza bibîne.’ Yanî em li vir dibînin ku dînê me tu cûdahî nekirîye navbera jinan û zilaman. Helbet di xûyakirin, hêz û xebatê de ne weke hevdû ne. Lê belê ji alîyê mirovî de weke hevdû ne.

Belê dînê îslamê gelekî qedr daye jinan. Dema ku em piştî îslamê rewşa jinan dinerin. Jin her tim di pêşde ne. Mesela ewilî Hz. Xedîce bawerîya xwe bi dînê îslamê û Resûlê Xwedê anî.Yanî jinekê ewilî bawer kirî ye. Di dîroka îslamê de şehîda ewil dîsa jin e. Di navbera sehebeyan de herî zêde Ebû hûreyre (r.a) hedîsê Pêxemberê me rîwayet kirîyê. Piştî wî  herî zêde hedîs Hz. Aîşe rîwayet kirîye. Dîsa hz. Aîşe dersên fiqhê dane. Hz. Aîşe di ‘ilm, îrfan û meseleyên jinan de gelekî pêş ketîye. Dîsa jineke weke Hz. Aîşe fermadarî kirîye. Heke dînê îslamê jin bixista malê wê çawa xanima pêxember fermandarî bike? Wê çawa di alîyê ilm û irfanê de xwe pêş bixe? Birastî ew kesên ku ji alîyê jinan de dînê îslamê rexne dikin divê bersivên van pirsan bidin.  Birastî em dikarin ev mînakan gelekî zêde bikin. Dînê îslamê berpirsîyarîya herî zêde daye zilaman. Mesela jin ne mecburin ku bişixûlin lê belê heke bixwezin dikarin bişixûlin û pereyên xwe jî nedin zilamên xwe. Zilam mecbura ku ji alîyê aborî ve li malê xwe û zarokên xwe binêre lê jin ne mecbure. Em dikarin bibêjin ku li gor dînê me di civakê de jin cîhekî gelekî girîng digrin.

Herweha mînak gelek zêde ne. Mînakeke din jî meseleya nifş domandinê ye. Herkes dizane ku zarokên Resûlê Xweê yê lawik tunebûn. Dibe ku Xwedê Te’ala him ji bo mirovahîyê re bibe mînak him jî zarokên keç bixe pêş zarokên lawik neda pêxemberê me (s.x.l) herweha nifşa Resûlê Xwedê qîza wî Hz. Fatima domandîye. Yanî nifşê Resûlê Xwedê ji zarokên hz. Fatima nevîyên wî hz. Hesen û hz. Hûseyîn dewam kirîyê. Yanî nifşa mînakê mirovahîyê Resûlê Xwedê jinekê domandîyê. Ev mînak tenê jî nîşanê me dide ku dînê îslamê gelek qedr daye jinan. Bi rastî dînê me jin ji bin axê derxistîyê û anîyê cîhekî bi qedr û bi qiymet. Lê belê mixabin di roja me de jî jin bê qîymet in. Heta zilam dibêjin ji ber ku ez zilamim nifş ji ser min dewam dike. Yanî weke jin ne tiştekin tenê zarokan tînin.  Mixabin vîya jî ew kesên ku dibêjin em bawermendin dikin. Ez bawerim ev jî yan ji şaş fêm kirina dînê îslamê ye, yan jî ji nexwendinê ye.

Herweha dînê me zêdetir qîymet daye jinan. Mesela Xwedê te’ala  bi navê jin (Nîsa) sûret şandî ye. Lêbelê bi navê zilaman neşandîye. Ev jî nîşanê me dide ku dînê me qîymet daye jinan. Ewilî dînê îslamê jin weke mirovan dît û qedr qîymet da.

Herweha her jin di heman demê de dayîk e, xwîşke, xanima malê ye. Li gor rîwayeta Ebu hureyre (r.a) rojekê zilamek hate cem Resûlê Xwedê û wiha pirsî; Ey Resûlê Xwedê ez ji kê re qencîyê bikim? Resûlê Xwedê wiha kerem dike; ‘ ji dîya xwe re. Zilam dibe paşê Resûlê Xwedê dîsa dibêje ji dîya xwe re. Zilam dîsa dibêje paşê? Resûlê Xwedê dibêje ji bavê xwe û paşê jî ji merivên xwe yê nêz re bike.

Dîsa li gor hedîseke rojekê zilamek tê cem Resûlê Xwedê û jê dipirse; ’Ya Resûlê Xwedê ez dixwazim tevlî şer bibim, ez ji bo vê mijarê bi we bişêwirim hatim.’Resûlê Xwedê wiha kerem dike: ‘ dibêje dîya te heye? Ew zilam dibêje erê heye. Resûlê Xwedê dibêje wê bernede lewra bihûşt di bin lingên dayîkan de ne.’ Birastî dînê îslamê ewqas girîngî daye dayîkan e ku ji bo dînê îslamê cîhê herî pîroz xistîyê bin lingên dayîkan. Ev mînak jî gelekî balkêş e.

Birastî heke em weke misilmanan jîyana Resûlê Xwedê ji xwe re bikin mînak û dînê xwe baş bizanibin û baş di jîyana xwe bijîn ez bawerim hemû pirsgirêk wê çareser bibin.  divê em li jîyana Resûlê Xwedê baş binêrin û ji xwe re bikin mînak…

 

Derbar Fatma Güneş Savluk

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply