Pira Gindêhere (Cendere)

Li Kurdistanê hejmarek pireyan hene ku ji layanê hendesî ve wek yêkin. Hema hema kopiyên yêkin ji layanê bikaranîna amîran ve bigre heta dirêjahî û panetîya wan wek hevin. Gelek gotûbêj li ser van pireyan hene. Taybet çîrokên mîtolojîk, dişibin hev û din. Dema kurd qala çîrokên xwe dikin, bes keçên xwe dikin qûrbanê wan pireyane. Lê dema bi şêwazeke zanistî em ser disekinîn: Desthilatdaran ji bo keçên xwe ango xatûnên xwe, ev pireyene avakirine ango bi meremên leşkerî durist kirine lê navê keç ango jinên xwe li van Pireyan kirine.

Pireya Gindere: Li Bakurê Kurdistan Navçeya Kolik (Kehta) ya Semsurê ye. Yêk ji pireyên herî kevin yên cîhanê ye ku Evro jî tê bikar anîn. Mîratek mezin ya dîrokîye ku li vî bajarê Kurdan yê Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin. Navê wê Pireya Kurdî Gendêrê  ye. Navê xwe ji Çemê “Gendê” digre. Rê wek derbaze Pire bikar anîne û bûye Gendêrê.  Lê Tirkan guhêrîne û navê Cendere lê kirine. Cendere jî pênaseyekî gelek bê wete ye. Çemê Gindê yanî Çemê di nav Gindan de derbaz dibe. Nav çîyayên biçûk (tepe) de derbaz dibe.

Yanî Bi Weteya “Gindê Rê”: Bi zimanê kurdi dema li ser çemekê re pîyade derbaz dibin dibêjin: “Li ser Gendêr here…” Di nav demê de hatiye kin kirin ku koka Gindêrê ji çûnê, derbaz bûnê hatiye yanî “Here” dest nişan dike.

Ev Pire di cîhek stratejîk ya bazirganiyê de hatiye avakirin ku bajarê antîk Perî jî, li heman deverê ye. Ev Dever herêma Desthilata Melikatiya Komageneya Kurdî bûye. Pir, di serdema Roma de hatiye avakirin. Lê ji ber ku rêyek bazirgani bûye dîroka xwe digehîne serdema Hîtîtan. Serdema İmparatorîya Roma de ev pir hate nûjen (193-211) kirin. Paşê navê wê kirin Pira Septîmîus Severos.

Ev Pire:

– Li Ser 2 kemberan hatiye avakirin.

-7 Metre Ferehe

-30 Metre Bilinde

– 120m Dirêje

– Duyem pira mezine ku di Serdema Roma de hatiye avakirin.

– Pire bi kevirên birî ve û bê xerç hatiye avakirin.

Taybetmenditya Pira Ginderê, xerç bikar ne anine û bi şêwazeke sade avakirine. Di herdu serên Pireyê bi hev re hatiye girêdan û nîveka wê wek kendalekê bestane. Pire wisa avakirine ku li hemberî bûyerên xwezayî, karasat, erdhejan xwe rabigre. Pira Dîrokî, 55 km ji navenda bajarê Semsurê dûre. 2 Qezayên Bajarên Semsûrê Kolik û Sincik ê bi hev ve girê dide.

Ev Pireye hem ji aliyê hendesê, amirên bikar anîne û şekil û şemala ve wek ya Pira Delal ya Zaxo ye. Dema mirov van herdu pireyan Rû bi Rû dike. Dibîne ku ya heman serdemê ye û weke ku heman hostay dursit kiriye, hizir dike. Hem cografya Devera Zaxo hem jî coxrafya devera Semsorê gelek dişibe hev û din. Çemê Ginderê jî hem mezinahî hem jî hecma va dişibe çemê Xabîrî.

Pira Ginderê: 120m dirêje Pira Delal 115m bilinde

Pira Ginderê: 7m Metre Ferehe Pira Delal 5 m bilinde

Pira Ginderê: 30 Metre bilinde Pira Delal 16m bilinde

Di navbera Pira Ginderê û Pira delal de bes 2 cêwazi hene. Ew jî Pira Delal çavkaniyek zanistî li ser avakirina wê re heşta ser ne hatiye peyda kirin. Bes got gotên devkîne ku wek ku dema Ebasiyan de hatiye çêkirin. Lê ev ne raste. Ji ber ku hendeseya wê şêwazê Kurdî-Romaî ye. Lê Cewaziya li ser Pireya Ginderê ewe ku bi latini kîtabek li ser Pirê hatiye nivîsin ku piştrastiya Serdema İmparatora Roma ye. Her wiha bi zimanê latîni ser keviran hatiye destnişan kirin ku İmparatoru Roma Septimius Severus ev pire (193-211) jiber xatira Kurên xwe û Jina xwe avakirîye. Li Ser Derbazeyên Pireyê 4 Stunên bilind aliyê Sincikê hatine saz kirin ku wek xelat dîyarî Kurên Xwe, Stunên layanê Kolikê jî ber xatira Hevjîna xwe avakirine. Di nav demê de 2 stûn hatine xera kirin û evro bes 2 stunên Hevjîn ê mane.

Pira Ginderê piştî İmparator Septimus Severus dimire desthilatdariyê radestî her du Kurên xwe Caracalla û Geta yî dike. Geta Birayê xwe Carasalla ber çavê dayika xwe sere wî jêdike û desthilatdariyê dixe destê xwe û bi tenê bûye Serokê İmparatoriya Roma. Dema layangirên Birayê wî cilên reş xwe kirin Geta bêzar dibe û tevkujîyek mezin encamp dide.  Ev pêzanîn di pertukên zanistî de jî hatiye piştrast kirin.

Ev devera Em qala wê dikîn Herêma Melikatiya Kurdî ya Komagene ye ku 5 bajarên mezin di bin kontrola wen de bûye.

Evro ev Pire: Heta 5 tenên giraniyê jî dikarin ser re derbaz bibin. Heta îro jî ev Pira Ginderê wek xwe maye û hatiye parastin. Hatin û çûn jî heta sala 2002ê edî Hikûmeta Tirkiyê biryar stend ku ji bilî giraniya 5 tenan, tirimbêl ser re derbaz nebin û di 500m  nêz Pira Ginderê pireyek nû avakirine.

Nivîs: Dennîs Dargul-Basnews.com

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply