Awaza Xerîbî, Tenêtî, Huzn û Kederê: MERYEM XAN

DESTPÊK

Efsûnbaz û sêhrbazên ku dikarin bi dengan meriv di nav melodiyeke huznê, şahiyê, şînê, bindestiyê, azadiyê, trajediyê de bihêlin û piştre nêrîneke wisa bidin meriv ku meriv di heman gavê de lixwe werqile û bikeve nav muhasebeyeke rabirdû û dahatûyê. Meriv kêliya ku tê de be ji bîr bike û heya ku bixwaze dûr bikeve jixwe, ji her tiştê heya ku bigihêje tahma wê dengê, awazê, kilamê û kelamê. Em qala wan dikin, qala kesên ku wek xeyaleke şêrîn bûn hatin hatin hatin û çûn. Em qala hosteyên dengan dikin, xwediyê kelamên qedîm dikin, xwediyê nefesên pak û pîroz dikin. Em behsa yê ku dengan dixin bêje û ji bêjeyan jî deng diafirînin dikin û qala xwe û xwediyê xwe, qala kesên ku di vê hevîrê de xwediyê qurtek av, di vê qêrînê de xwediyê awazek har e di- kin. Em qala dengbêjan dikin…

Deng û Dengbêj

MİRA - Meryemxan 1904'te dünyaya gelen sanatçı Meryem Xan, kürtçe şarkıları ilk kez kaydeden kadın sanatçı olarak da biliniyor ve 200'ün üzerinde şarkı söyledi. Bağdat Radyosu'nda uzun yıllar kadrolu sanatçı olarak çalışanDeng hem tiştek zehf biçûk hem jî tiştek zehf muhîm û mezin e. Ger tenê bi serê xwe be dibe ku ji alozî û gemariyê pêştir tu tişt nebe, lê ger destê xwedî û hunermendê xwe de be, dibe ku zimanekê jî jê biafire.

Di qanûna dinê de her tişt ji xwe re hevotkarek dixwaze, di vê çarçoveyê de deng jî mîna her tiştî ji xwe re hevotkarek dixwaze da ku ji xwe tiştek bide afirandin. Her wiha em dizanin ku deng bêjeyan, gotinan, zimanan, kelam û kilaman ji van jî milletan û dîrokan dikare biafirîne û afirandiye. Li ser rûyê zemîn ji ber ku her tişt bi mirov mane digire, deng jî bi bêjevanên xwe ve mane girtine. Ango deng hebû, divê dengbêjek jî hebûya. Dengbêjê ku me li jor jî got wek efsûnbaz û sêhrbazên dengan. Dengbêjên ku dengan bixin qêrînekê û vê qêrînê heya heya qut nekin ku van dengan di nêv ziman û civaka xwe de her û her biwezînin.

Kurd û Kurdistan û Dengbêjî

Her miletek li gor xwe çandek, adetek, rêyek, rêbazek, rabûn û rûniştinek xwe heye. Çawa ku milletên rojhilatî li gor mîstîsîzma xwe dirûvek bidin dengê xwe, çawa ku milletên rojavayî li gor serbestiya xwe tahmek serbestiyê bidin dengên xwe, wisa jî Kurd li gor bindestî, trajedî, xizanî û bêxwedîbûna xwe xwestine ku ruhek, canek bidin dengê xwe.

Qasê ku milletek tesîra wî li ser dengê wî hebe, ewqas tesîra axa wî miletê jî dikare li ser dengê wî hebe. Kurdistan jî ji vê yekê perçeyek e. Kurdistana ku ji hêlek ve xezîneyeke bê ser û ber be, mêhmandariya ew qas şaristanî û milletên qedîm kiribe, ji hêla din ve axeke ku bi salan li ser xûn riji- yabe, zilm hatibe kirin û hêsir, xûn û huzn tevlihev bûbe ye. Ji ber wê bivê nevê li axeke wiha divê ev efsûnbaz û sêhrbazên han derketa- na û biqêriyana û biqêriyana. Wek mirovek ku çawa tijî be û bi girînek xwe rehet bike, divê Kurdistan jî bigiriya, bizariya û biqêriya da ku rehet bibûya.

Meryem Xan Kî Ye?

meyrem xan hayatıDi sala 1904an de li gundê Dêrgola Botanê a ku vê gavê girêdayê Şirnexê ye hatiye dinê. Li gor hin çavkaniyan jî ku dibêjin li gundekî Nisêbînê hatiye dinê. Navê bavê wê Mihemed Ehmedê Botî ye. Neçûye dibistanê û perwerdehiya xwe li gundê xwe di nav malbat û civata xwe de dîtiye. Dema ku Meryem Xan dikeve deh saliya xwe, herba cîhanê ya yekem dest pê dike. Ji ber wê yekê koçê Qamişloyê dikin. Li wir Celadet û Kamiran Elî Bedirxan dinase û wek malbatî dibin nas û dostên hev. Piştre ji mêrekî mala Bedirxaniyan re dizewice.

Piştî Zewacê Meryem Xan

Dema ku dizewice jî Meryem Xan dîsa distire û klaman dibêje, lêbelê mêrê wê destûr nadê ku bistre û klaman bibêje. Meryem Xan jî dibêje ger ku ez nestrêm ez nikarim debar bikim û bijîm. Dîsa jî mêrê wê nahêle ku bistrê wek sedema vê yekê jî wiha eşkere dike; dibêje ku di malbata me de şerm e ku jin bistrên. Biryarek zor e lê belê dîsa jî Meryem xan biryara jihevcudabûnê dide û hev berdidin. Zor e ji ber ku Meryem Xan hem zehf ji mêrê xwe û mala xwe hez dike hem jî wê çaxê gelek piçûk e. Lewra wê çaxê ji bo keçeke bîst salî dev ji mêrê xwe berdan hem ji hêla civakê ve nex- weş dihate dîtin hem jî ji hêla emrê piçûk ve zor dixuya. Lêbelê sedema hevberdana wê û mêrê wê teqez ev e an ne ev e, nayê zanîn.

Çûyina Zaxo, Mûsil û Bexdayê

GÜNÜN KADINI: Meryem Xan | Ekmek ve GülMeryem Xan dibihîse ku Îngiliz tên li Bexdayê stran û klamên Farisî, Kurdî, Ermenîkî û Erebî berhev dikin wek plak saz dikin û dixine bazara mûzîkê bo firotinê. Ji ber vê ew jî dixwaze here li wir û dengê xwe qeyd bike. Lewra bixwe jî dibêje: “Ezê biçim Bexdayê dengê xwe qeyd bikim, ez dengê xwe qeyd bi- kim, piştre dimirim jî bila bimirim.”

Meryem Xan huzn û xema ku li qamişloyê dadiqurtîne, diavêje hundirê xwe û rêya Bexdayê digire. Lê belê beriya ku biçe Bexdayê tê li Zaxoyê tam 12 salan li mala Yûsif Şemdîn Axa dimîne. Li vir ji ber çi sedemê sekiniye em jî nizanin lê belê li vir jî bi xem, tenêtî û xerîbiya xwe ve kilaman gotiye. 1924an de hatiye û heya 1936an li vir maye.

Li gor hin çavkaniyan jî tê gotin ku heya sala 1930an li vir maye. Piştre çûye Mûsilê û zêde nesekiniye di wir re derbasê Bexdayê bûye.

Bexdat û Mala Dotmama wê ya Elmas Xanê

Dema ku tê Bexdayê pêşî diçe mala dotmama xwe dimîne. Wê çaxê mala dotmama wê cihê siyasetme- dar, nivîskar û rewşenbîr û huner- medan e. Mêrê dotmama wê, Elmas Xanê Îngilizekî dewlemend bûye.

Wê demê hunermendên meşhûr li mala wan dicivyan û hin mûzîkjenan guhdarî dikirin û li ser diaxiviyan. Ango wê demê mala Elmas Xanê wek konserwatûarek bûye. Meryem Xan li mala dotmama xwe kesên mîna Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Nesrîn Şerwan (Şirnexî), Elî Merdan, Tahir Tofiq, Seîd Axayê Cizîrî, Fewzîyê Mihemed dinase. Rojek dîsa dema ku ev civat li wir e Meryem Xan kilamekê distrê, her kes heyrana dengê wê dibe û ji wê rojê pê ve êdî Meryem Xan di dîwan û şevbêrkan de her gav li pêş rûdinê, ji huzunbarî û xembariya xwe kilaman distrê.

Piştî demekê Meryem Xan ji dot- mama xwe destûr dixwaze û diçe li taxa Bab Elşerqî malek kirê dike, li wir dijî.

Plak û Radyoya Bexdayê

Meryem Xan di demek kurt de bi şirketên mûzîkê re dikeve têkiliyê û plaka xwe derdixîne. Wê demê şirketên mîna Beyzafon, Ebol- kelp, Ûdyon ên mûzîkê li Bexdayê xebatên xwe didomînin. Bi vî şiklî Meryem Xan di dîroka Kurdan de navê xwe bi unvanê “Di zaravayê Kurmancî de yekemîn jina xwedî plak” dide nivîsandin. Her wiha di zaravayê Soranî de jî Dayîkî Cemal e. Piştî ku plaka yekem derdixîne êdî hêdî hêdî pey re plakên nû derdixîne. Di her plakekê de kila- mek heye û Meryem Xan êdî dengê xwe qeyd kiriye. Bimire jî ne xem e. Lewra qêrîna wê, awaza wê hê jî disojîne dê bisojîne jî…

Di 1939an de nihayet radyoya Bexdayê vedibe. Radyo ji ber ku hunermendên bi kadroyî bigire, pêşbaziyek li dar dixe. Dengbêjên meşhûr giş dikevine vê pêşbaziyê û Meryem Xan dibe yekemîn kes.

Dengê wê yê zîz bi hesret û jana xwe bi xerîbî û dilsojiya xwe Meryemê dike yekemîn kes û di radyoyê de dibe hunermendeke bi kadroyî. Di vir de gelek klaman berhev dike, nêzî 200 heb kilaman distrê.

Çend Lawij û Besteyên

1-Helîmê 2-Bavê Koroxlî 3-Mihemed Selîm 4- Gewrê (wê nivîsî) 5- Do- mam 6- Mihemedo Ronî (wê nivîsî) 7-YadêRebenê(wê nivîsî) 8-Siwarê me 9- Hesenê Osman 10-Sêvê û Hecî Elî 11-Qumrîk (bi Elmas Xanê re stiriye û wê nivîsî) 12-Grê sîra bi sîr e (Bi Mihemed Arifê Cizîrî re) 13-Hay berde (Bi Hesen Cizîrî re) 14-Lê Lê Weso (Bi M. Arifê Cizîrî re) 15- Heyla li min xerîbê 16- Gulşênî 17- Lê Dînê 18-Gulê wey nar 19- Êmo ( Bi Seîd Axayê Cizîrî û Elmas Xanê re) 20-Mêremê 21-Ya li bin Biyê 22-Mala Faro 23-Qesra Bexemse 24-Bême Bişirîka 25-Meyro

Şexsiyeta Meryemê û Tesîra li ser Dengê Wê

Ew her gav tenê bûye. Ji her hezkerê xwe dûr, di nav hesretek, xerîbiyek, bîr û bîranînek de bûye. Her gav xem û huzn dîtiye û bi saya serê kilaman û bi saya dengê xwe yê zîz van jan û kederan gotiye, vegotiye û striye, striye, striye…

Dibêjin ku Meryem Xan jineke gelek modern bûye û pê re jî bi hest û hestiyariya xwe bi rabûn û rûniştina xwe, bi xwekirin û lixwe- kirina xwe, bi deng û awaza xwe tam jineke Kurd û Kurdewar bûye. Di hevpeyvînek xwe de Mihemed

Arifê Cizrewî dibê ku: “ Cil û bergên Meryem Xanê modern bûn. Lê bi ruh, jiyan û hunera xwe ve Kurd bû. Bi adetên bav û kalê xwe re bû. Kilamên xwe ji dil û dildariya xwe diqêriya. Dema ku bistriya bi temamî bedena xwe dikete nav kilamê.”

Meyremê “Ax Derdoooo derdê dilê min gi- ran e” Meryem Xanê çûye qêrîna wê di guhê min de maye…

Heya dawiya emrê xwe yê ciwan û ciwanîk kilam got, got û got. Tam 200 kilam bi dengê xwe yê sohtîner got û çû.

Di 1949an de di 45 saliya xwe de ew qas derd, keder, huzn û xem û xerîbiyê hişt û çû. Der barê mi- rina wê de dotmama wê Elmas Xan wiha dibêje: “ Di 1949an de nexweşiya gurcikan pê re çêbû. Li Bexdayê di Nexweşxaneya Mîr Îlyasî de tedawî dît û ameliyat bû.

Bijîşkan tu çare nedîtin û di dawiyê de koçê dilovaniya xwe kir.” Dîsa Elmas Xan dibêje: “ Wê salê Mer- yem Xan gelekî xemgîn bû, tenê bû, nedixwest kes biçe bal. Bijîşkê wê, jê re digot: “ Vê xemgîniya li ser xwe biavêje, piçek şad be.” Lêbelê wê her xwast tenê bimîne, di nexweşxaneyê de jî wisa xwestibû. Rojekê bi bijîşkê xwe re dikeve nîqaşê, piştre bijîşkê wê sîleyek diavêjê ‘dîkîşên’ wê diqete û xwînê nikarin bidin sekinandin û Meryem Xan ruhê xwe li wir teslîm dike.”

Meryem Xan li Bexdayê di goristana Şêx Marûfî de bi merasimeke me- zin hate defin kirin. M. Arif Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Mamosta Bakozî, Fewzîyê Mihemed, xebatkarên Radyoya Bexdayê, gelek nivîskar û hezkiriyên wê beşdarê merasima wê ya dawî dibin.

 

DEŞÎFRASYONA ÇEND KILAMÊN MERYEM XANÊ

Mihemedo Ronî: Vê kilamê li ser yarê xwe Mihemedê xwe nivîsî. Mihemedê ku jê hez kiribû lê ji ber bi tabîra wê “fesadiya milet” ku jê qetiya bû. Piştî bîst saliya xwe 25 salan bi Mihemedo Ronî jana xwe kûr kir.

De loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy ax ax de loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy de loy loy Mihemedo Ronî loy loy ax ax

De loy loy Mihemedo Ronî Mi çi goto tu xeyîdî

De gîyayê mêrga li min û Mihemedê mi seridî

De heçî navbeyna min û Mihemedê min de fesadîkê bike De heke mêr bê rebî nezewicî

De heke jin bê rebî newelidê

De heke keç bê rebî ciwanîka xweşya nebî

Ax de loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy de loy loy Mihemedo Ronî loy loy ax…

De loy loy Mihemedo Ronî Ciwanika Mihemedê min î çal e

Di her çar lingê wî bê nal û bê bizmar e Wezê bazinê destê xwe bistînim

De wezê ciwanîka Mihemed derdûkê min nal û bizmar e De wezê pora serê xwe biqurtînim

Wezê ciwanîka Mihemed derdûkê min sed sal e De wekî lawikê min çûn hatin xerîbiyê

Da kesekî nebêje çi kalekî bê fersal e

Loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy ax de loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy de loy loy Mihemedo Ronî loy…

 

Helîmê: Kilameke evînê , niyazek ji eşqê, lê dîsa jî ji serî heya binî huzn û xem tijî Helîmê. Qêrîn û gaziya ji Helîmê re ji pişt ban û çiyayan, ji dever û dor û dûr ve diweze mîna; de were were lê wer Helîmê.

Lêlê were were were were lê wer Helîmê

Lêlê keçikê, dînê, rebenê te kiras sorê lê doreşînê Lêlê xumarê, dînê li ber xelkê tehlê, lê li mi şêrînê De were were lê wer Helîmê

Lêlê Helîm reben wez wa nakim Lê wez wa nakim

Lêlê wezê kirasî melesî kitan lê li xwe nakim

Lolo mîro sibe serê Sîpanê Xelatê berf û bager e ax lê wedar nakim ax ax

De were were lê wer Helîmê

 

Lêlê were were were lê wer Helîmê

Wey keçikê, dînê, rebenê te kiras sorê lê doreşînê Wey dayê rebenê, li xelkê tehlê, lê li mi şêrînê Lêlê Helîm reben li taxa jorîn lê tenûr dada

Lêlê Helîm reben li taxa navîn lê rihana av da

Lêlê Rebê Alemê mirada min û Helîma min ê hasil bike nav doşek û lihêfê ax lê qedîfe da

De were were lê wer Helîmê

 

Gewrê: Windabûnek, dûrketinek, nediyariyek e li ser gewrê, gewra keçaniya ji keçiniyê ku dê vê salê dere dergistiyê. Di temenekê wisa de winda bûyî ku tu dîn bikî vî rebenê Xwedê. Yar gewrê

De yar yar yar yar yar yar gewrê ax

De yar yar yar gewrê şewitiyo gundo gewra min ne diyar e sebra dilê min li gorê te nayê oy oy oy oyoy ax ax

 

Yar gewrê tu çi dikî li çiyayî Li piçke ezdiraba. ?

Min devê xwe avêt neqeba çingal û beraya

Devê min ê jê şemitî kete serê memkê te rebenê cî te negerayî ax De yar yar yar gewrê ax

Ax şewitiyo gundo gewra mi ne diyar e

Sebra dilê min li ber te nayê oy oy oy oy oy oy oy ax ax Yar gewrê wa havîn e dunya li min kela nûkel e ax

Wa havîn e dunya li min kela nûkel e wey Kerîke xemşan o ji xezalan

Berê sala par vî çaxê gewra min ê keçan ji keçîn bû li mala bavê xwe bû ay ay ay ay ax

Lêlê divê sala wê salê dere dergistiyê xwe re cih û karan diemile De yar yar yar yar yar yar yar yar gewrê yar yar oy oy oy ax ax Yar gewrê yar gewrê yar gewrê yar gewrê ax

Yar gewrê wa havîn e dinya li min kelan û dikelije Wa havîn e dinya li min kelan û dikelije

Kerîke xezal mi bi xezalan nikila berîka jêrê dimijmijê ay ay ay ax Lêlê kewa mi rebenê tanekî kirasê me re çitçitand

Wî wî di ser halê min û xwe de digelijî de yar yar gewrê gewra min ne diyar e Sebra dilê min li ber te nayê ay ay

 

Çavkanî:

Oremar, K. http://mehmetayaz.blogspot.com/2010/03/meyremxan-kimdir.html http:/www. wikipedia.org

Göngür, N. “Navdarên Kurd” weşanên doz, Stenbol http://www.siirttenote.com/kuerd-kueltuerue/2896-denge-evina-kurd-meyrem- xan.html

 

Jêgirtin: Ji Kovara Pêngav (2011) hatiye standin – Nivîskar: Kenanê Nado

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply