Amîn Me’lof (Nivîskar)

Nivîskar Amîn Me’lof 1949’ê li Lubnanê ji dayîk bû ye. Piştî xwendina aborî û civaknasiyê dest bi rojnamegeriyê kir. Ji 1976’ê vir ve li Parîsê dijî. Di weşanên cur bi cur de quncik nivîsî û rêvebertî kirî ye. Niha dema xwe ji nivîsandina pirtûkên xwe re vediqetî ne.

Me’lof, efsaneyên çanda derdora Asyayê û Derya Spî, geleke baş dizane û wan di berhemên xwe de bi serkeftî dinexşîne. Ewul bi pirtûka xwe ya Les Croîsades vues par les Arabs (l983, Bi dîtina Ereban Seferên Xaçperestan) hat nas kirin. Ev pirtûk li gelek zimanan hat wergerandin û di wan zimanan de jî serkeftî bû. Pirtûka wî ya duyemîn (romana wî ya ewul) Léon l’Afrîcaîn (Lêoyê Afrîkayî) sala 1986’ê hat weşandin û xelata dostaniya Fransiz û Ereban stand. Ew pirtûk, îro “klasîk” tê hesibandin.

1988’ê de dema romana wî ya duyemîn Samarcande (Semerqend) hat weşandin bi coş hat pêşwazîkirin û li gelek zimanan hat wergerandin. 1991’ê Les Jardîns de lumîére, 1992’yê Le ler Sîécle aprés Béartîce, hat weşandin. Romana wî Le Rocher de Tanîos ya sala 1993’ê de hatî weşandin û xelata Goncourt stand. 1996’ê Les Echelles du Levant, hat weşandin û pey re cerabeya wî ya bi navê Les Identîtés Meurtrîéres, sala 1998’ê de derket. Me’lûf, 2000’î de Le Pérîple de Baldassare, weşand. Evîna ji dûr ve ya ji bo operayê nivîsandî, lîbrettoya wî ya ewul e û ji alê mizûkjenê Finlandî Kaîja Saarîaho ve hatiye beste kirin. Orîgînes (2004), berhema wî ya dawî ye.

Amadekar: Kurdjan Sorî

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply