Li Kurdistanê self kolonîzasyon: Wek teknolojiyeke kolonyalîzmê ‘aqlê protez’

Di van demên dawî de nîqaşên li ser “gerdûnîtî”, “nasname” û “neteweperweriyê” tên kirin teoriya “kolonyalîzm”ê ya ku hema bêje hatibû jibîr kirin dîsa anî rojevê. Sotîneriya van mijaran ji nîqaşên derbarê Kurdistan û Kurdên li rojhilata navîn xwedî çirokeke qedîm in û bûne girêkek, tê çavdêrî kirin. Rejîmên otorîter yên li tevahiya cîhanê bilind dibin û bi taybetî jî wehşeta li rojhilata navîn ku saeta wê ya demokrasiyê her bi paş ve diçe nîqaşên faşîzmê jî bi xwe re anî. Lê kolonyalîzma ku yek ji wan cureyên herî hov ê faşîzmê ye ev sed sal e li her çar parçeyên Kurdistanê li ser dikê bû. Bes heta ku faşîzm li metropolên xwe nexist, şaristaniya spî (herî pir jî şaristaniyên Fars, Ereb û Tirk) derbarê Kurdan de her bêdeng mabû. Aime Cesaire [1] ê ramanger/helbestkar, dê bi alîkariya surrealîzm û psîkanalîzmê li rehên rûyê vê tarîtîya “gerdûnîtîya spî” ya ku wek kabûsekê li ser Efrîqa, parzemîna Emerîkayê û gelên din mexel hatibû, bigeriyana û bi manîfestoyeke dîrokî dê dîsa Efrîqayê bigihanda ronahiyê. Wek Aime Cesaire, xwendekarê wî F. Fanon [2], A. Memmi [3] an jî Steve Biko [4] û gelek nivîskarên jin ên Efrîqayî yên ku li ser femînîzma post-kolonyal dixebitîn, awayê xebitîna mekanizmaya koloniyê deşîfre kirin û amrazên girîng yên rizgariyê dan destê Efrîqayîyan. Di qada edebiyatê de jî Aime Cesaire dê têkiliya efendî û kole bi lîstika Shakespeare a bi navê “Bager” ji çavên Efrîqayîyan ji nû ve binivîsanda û dersek bida quretiya spî. Mînakek din jî têgehên wek “arezûya sêgoşe”, “arezûya metafîzîk”, “arezûya mîmetîk (öykünmeci)”, “arezûya teqlîdker”,” “arezûya navbeynkarî bûyî” û hwd. yên ku Rene Girard çêl bi wan kiribû bo fêmkirina biyanîbûnê alîkariya me kirin.

Dema ku em bi Efrîqa û tecrubeyên koloniyê din re berawird dikin nîqaşa koloniyê ya li Kurdistanê nîvco û gidil bû. Lê şerta pêşîn a rizgariya ji vê kabûsê ewilî di rûbirûmayîna fikirîn ya vî kabûsî re derbas dibû. Koletiya ku lê hatibû ferzkirin, bibû wek rêgezeke rasteqînîyê û heta gelek caran ji dêvla tirsa azadbûnê, konfora koletiyê dihat tercîh kirin. Mafên xwezayî/gerdûnî yên wek nasname û mafê tayinkirina çarenûsa xwe, bi awayekî berdewam ji hişmendiya dîrokî hate dehf dan. Xala bingehîn a ku divê ji hêla Kurdan ve were nîqaşkirin; hewla fêmkirina xebitîna vê mekanîzmayê û di asta mîkro û makro de hewla dîtina hîmên vê mekanîzmayê ye.

Di sedsala dawîn de Kurdistan gelek caran hatiye dagirkirin, bi komkujî û etnosîdan ve hatiye talan û terbiyekirin. Yên ku ji ber dizî û talanê mabûn bi deriyên muzeyên dewletê ve hatibûn daliqandin, erdnîgariya Kurdistanê ji Dêrsimê heta Helepçe û Mahabadê wek koleksîyoneke qirkirinan ma. Ev, trajediyeke Kurdan e ku ji sedsala 20an derbasî sedsala 21an bûye. Helbet a ku hatiye talankirin ne tenê ziman, edebiyat û dîroka Kurdan e, di heman demê de talankirineke mirovî ye (dehumanization). Ji keçên wenda yên Dêrsimê heta bi 5000 jin û zarokên Kurdên Êzîdî yen li ser navê Mislimantiyê ji hêla Daişê ve hatine revandin, asta wehşeta vê talankirinê li ber çavan radixîne. Di şerên 1em û 2em ên cîhanê û di şerên din ên etnîkî de jî jin û zarok bi taybet ji ber du sedeman bûne armanc; jin û zarok ji bo anîna ser çokan(etnocide/kavimkırım) û komkujiyan wek amraz tên hilbijartin. Bi taybetî jî armanckirina zarokan di heman demê de bo cîbicîkirina wehşetê di bîrê de ye. Ev yek li Kurdistanê bi awayekî gelekî sistematîk ketiye dewrê. Mixabin ji ber ku cîhana fikrî ya Kurdan têra xwe ne xwedî hişmendiya welatî ye û ji ber qelsbûna heyî ya hişmendiya neteweyî, deriyekî her vekirî bû ji bo vê talankirinê.

Lê dagirkeriyeke fîzîkî û kolonyalîzm her tim rasterast hevdu nagrin û ev bi tena serê xwe bo çewisandinê ne bes e. Çikû kolonyalîzm ne talankirineke bi taybet a carekê ye. Kolonyalîzm pergalek e û pêwîstiya wê bi konsolîdekirinê heye. Yek ji wan rêbazên konsolîdekirina kolonyalîzmê jî pergala fikirîna mirovên kolonîyê ye, yanî dagirkirina mejîyê wan e. Ligel tifing, pola û mikroba [6] ku dagirkeriya fîzîkî pêkan dike, derewên şaristanî-humanîzmê û Încîl jî pêwîst bû. Rewşa li Kurdistanê jî ji vêya zêde ne cuda bû. Ji bo fetihkirinê Qur’an (xutbeyên ku li mizgeftan tên xwendin) an jî bi ayetên îdeolojiyan re diviya bû çand û nirxên Kurdan, berî her tiştî jî bircên hişmendiya Kurd bihata topbarankirin. Mirov dikare bibêje ku ji umetparêz û gerdûnparêzên sosyalist ên ku şovalyeyên bi sertîfîka yên cîhana kolonyal in heta bi lîberal û femînîstan beşeke gelekî mezin kêm-zêde peywira xwe bi cih anîbûn. Divê mirov qebûl bike ku îro di hişmendiya Kurdî de qewarên mezin hatine vekirin. Yek ji wan amrazên girîng yên dagirkeriyê jî bi rêya dibistanên ku karxaneyên kolonîyê ne hate meşandin. Lê paradoksa vê perwerdehiyê ew bû ku xetereya hişyarkirina kolonîyê û mirovên kolonîyê jî di xwe de dihewand. Pergala kolonyal vê problema xwe bi “aqlê protez” ê bi taybetî bo mirovên kolonîyê îcad kiribû, çareser dike. Cihên ku aqlê protez lê şîn dibe û teşe digre bi taybetî mizgeft, dibistan, zanîngeh, weşanxane û discoursa entelektuelî ye. Aqlê protez ê ku pergala kolonyal ew hûnandiye û rih pê daye, wek aqlê dagirker/yên din ku wan bi deyn û wek organeke çêkirî daye mirovên koloniyê, di nava tevahiya organîzmayê de bi liveke xwezayî naxebite û hebûna xwe bi destkarî û heqîqetê berdewam dike. Ev destkarî, destkarîyek e ku di lehê dagirker û eleyhê koloniyê de hatiye sazkirin bo ku aqlê protez bi awayekî domdar bibe sedema xwe sabotekirin û xwe-xapandinê. Li gor vê gelek pratîkên ku kolonî lê hayil nebûye (yên di lehê xwe de difikirin û li dijî kolonîyê ne jî di nav de) û bêyî haya koloniyê jê hebe ku di lehê kolonyalîstan de dixebite, em rûbirûyî rastiya self kolonyalîzmê ne ya ku kolonîkirina xwebixwe ya koloniyê derdibire.

Aqlê protez, ew aqil e ku sînorên wê, dînamîk û têgihanên wê ji hêla pergala kolonyal ve hatiye diyarkirin û palandin. Him li Kurdistanê di asta makro de rasteqînîya objektif ango wek aktorekî, hebûna hişmendiya civakî him jî di asta mîkro de rasteqînîya xweser a takekesan bi gotineke din hişmendiya takekesî hatiye berevajîkirin. Ji ber vê yeke gelek caran tê dîtin ku kolonyalîst heqîqetên ku di rastiyê de ne aidê wan bin jî weke ku aidî wan be li wan xwedî derdikeve. Mînaka herî baş a vê rewşê ev e ku piraniya Kurdan xwe ne wek kêmar an jî kolonî dibinin lê xwe wek hêmana bingehîn a komarê dibinîn (illusion). Ji aliyê din ve pergala kolonyal ji bo ku çewisandina xwe bidomîne dê hewl bide rêbazên nû bibîne bo li wan cihên aqlê organik lê desthilatdar e an jî lê şîn dibe, aqlê protez bi aqlê organîk ve îkame bike. Divê ev were diyarkirin ku bi şîdeta tazî ya yên ku hatine kolonîzekirin berterefkirina aqlê protez ne pêkan e. Pergala kolonyal ji bo rê li ber hişmendiya neteweyî bigre bi saya çewisandina fikrî serî li her cure manîpulasyonan dide. Mekanên fîzîkî di koloniyê de ne tenê mekanên hêzê ne; di heman demê de mekanên razber ên hatine hilberîn, wek mînak mekanên zanatîyê an jî mekanên hatine pêşkarîkirin yên têgihanê, bircên çavdêrîkirinê ne, yên ku ruhê koloniyê di bin çavdêrîyê de dihêlin [2, r. 179]. Wek mînak gerdûnîtî, li dijî çêbûna peymaneke antî kolonyal demildest dikeve dewrê û bi gotina Clastres [7, r. 196] ji koloniyê tê xwestin ku qîma xwe bi aşîtîya gerdûnî ya ku azadiya wê dixe eleyhê wê bîne û dîsa jê dixwaze ku xwe ji şerekî giştî ya ku wekhevîtîya wê ji holê radike re bihêle. Dikare were angaştkirin ku li Kurdistanê rêgeza gerdûnîtîyê ne tenê teqlîdkirina yê serwer e, ew di heman demê de reva ji rastiya xwe ye û wek amrazeke ku îkamekirina rastiyan bi ûtopyayên din re tê dîtin û tê bikaranîn.
Mirov dikare bi sedan mînakên têgihanên hatine afirandin bide. Lê ya herî girîng rabêja “biratîyê” ye ku ji rastgirên radîkal ên pergalê heta bi çepgirên radîkal ve gelekî tê behskirin. Divê were destnîşankirin ku roleke girîng a vê rabêjê heye bo re-kolonîzasyon û de- kolonîzasyonê. Wek mînak dema Kurd behsa biratiyê dikin zêdetir behsa biratiya Tirk û Kurdan, ya Ereb û Kurdan an jî ya Faris û Kurdan tê kirin. Nîqaşa rabêja biratiyê ya di navbera Kurdan bi xwe jî cihê xwe ji dijminatî û nefreta ku di navbera Kurdan de ye dihêle (jixwe nefret kirin/biyanîbûn). Lê eşkere ye ku bi rêzik û rêgezên ku aidê sedsalên berê ne çareserkirina pirsgirêkên îro ne pêkan e. Di roja îro de rêzikên wek “biratî”û “qencayî” cihê xwe ji rêzikên wek “qebulkirin”, “edaleta civakî” û “wekhevî” yê re hiştine. Dibe di nava neteweyekê de ji hiqûqa malbatê, ji mafê dayikbûnê, ji hiquqa welatîbûnê an jî ji hiqûqa navdewletî were behskirin lê behskirina hiquqa biratiya di navbera netew, qewm û heta ya di navbera kesan de ne pêkan e. Li Kurdistanê “hiquqa biratiyê” fonksiyona hiquqa koloniyekê dibîne.

Pergala kolonyal di hundir mantixeke gelekî sîstematîk û rasyonel de mekanîzmayên ku dê berdewamiya wê biparêze hildiberîne. Yek ji wan qadên herî çalak a pergalê, kolonîzekirina pergala fikirînê ya koloniyê bi rêya şîddeta epîstemîk û mental e. Ji bo ev yek were kirin jî divê avayî û saziyên ku teşeya fikirînê li wan pêş dikeve bi awayekî sîstematîk bi taybetî jî şopên bîrê yên serhevdeya dîrokî/nirxê zêdekî yê çandî were jêbirin. Ziman yek ji wan amrazên herî girîng yê vê çewisandinê ye. Wek mînak bi qedexekirina zimanê koloniyê re ji hêlekê ve kolonî ji amrazên parastinê tê mehrûmkirin û ji hêla din ve jî têkiliya wê ji çand û dîroka wê tê birrîn. Mirovê koloniyê yê ku mehkumê discoursa zimanê dagirkeran bûye xwebaweriya xwe wenda kiriye û êdî amade ye ku bi pergala fikirînê ya dagirkeran ve were girêdan (öz-değer yıkımı?). Di merhaleya ku em gihîştinê teknolojiyên nû (wek mînak rêze fîlm) bêyî ku pêdivî bi qedexekirina ziman were dîtin, dibe amraz bo xwe bi xwe asîmîle kirina Kurdan (self assimilation/self colonization).

Kurdan sedsala dawîn li hember van metodên sîstematîk yên kolonyalîzma ku li dijî wan tê sepandin wek pêvajoyeke berxwedan û de-kolonîzasyonê derbas kirin. Pergala kolonyal a ku ji ber pratîkên de-kolonîzasyonê tûşî tehrîbatê hatibû û ji eyar ketibû bi teknolojîyên dagirkeriya nû dîsa dest bi restorekirina kolonyalîzma piralî û re-kolonîzasyonê kiribû. Hewce ye heqên destkeftiyên ku Kurdan di nîşandana berxwedaneke gelekî ciddî ya di pêvajoya de-kolonîzasyonê de bidestxistine were dayîn. Lê dikare were berpêşkirin ku vê pêvajoyê xaleke girîng kêm hiştiye ku ev jî nîvcohiştin an jî îhmalkirina pêvajoya avakirina hişmendiya neteweyî ye. Gava ku têkoşîna di navbera re-kolonîzasyon û de-kolonîzyonê bi awayekî tund dewam dikir, self-kolonîzasyona ku li rûerdê xuya nabe lê ji kûr ve wek dînamîkeke hundirî dixebite ji bo koloniyê xedar e. Pergala kolonyal êdî pratîkên dagirkeriyê ne rasterast lê bi rêya koloniyê (xwe wek nerasterêkerê pratîkên kolonîyê ?) dide xebatê û cihê xwe qewî dike.

Mêtingeha ku marûzî şîddeta mental û epîstemîk ya pergala kolonyal maye, him wek tevahiyekê di asta makro de him jî di şexsê takekesan de di asta mîkro de wek encameke bi bandor ya vê şîddetê xweseriya xwe û xwebaweriya xwe wenda dike û vediguhere objeyekê (subjeya tebatî). Lewma divê ne li hêviya encameke geleke baş a hewldanên de-kolonîzekirina ku di bin çewisandina pergala fikrî ya kolonyalîzmê be.

Li hember berxwedanên di pêvajoya de-kolonîzekirinê, şîddeta mental a li mekanên şênber û razber bi demê re formeke zêdetir rafînekirî girtiye, bi gotineke din ji “Kurdê pîs” veguheriye “Kurdê nijadperest”. Weke ku Boudrillard gotiye, em dikarin çavdêrî bikin ku ev şideta têgehî ji mîsyoneran an jî ji nexweşiyên perokî zêdetir ruxîner e [9]. Formên şidetê yên wek “feodalîte”, “eşîret”, “cehalet” ku berê bi giştî di beşeke mezin a rêxistinên civaka sîvîl, weşanxane, zanîngeh û çapemenîyê de bi têgihanan dihate sepandin di serdema nû de cihê xwe ji têgeh/lêkolînên wek “ensest”[10] “zewaca di zarokatiyê de”, “şideta bo jinê” ku tê hewldan bo bi Kurdan ve were wekhevkarîkirin hiştine. Di vê mijarê de femînîzma kolonyal jî di ser malbat û jinên ku ragirên çandê ne kolonyalîzma çandî bi şêweyeke rafîne dimeşîne[11], [12]. Mirov dikare bibêje ku kolonî di laboratuwara fantazîyên kolonyal de ewilî bo kadavrayê tê veguhastin piştre jî xebat li ser tên kirin. Ev operosyonên têgihanên nerênî yên ku nasnameya Kurdî, çand û hişmendiya wê di asteke ciddî de marûzî wan maye şideta binyadî ye. Beşeke girîng a akademîsyenên Kurd ên ku di cîhana akademiyê de para xwe ji vê zextê girtine di bin vê şidetê de li her cihê ku nîqaşê lê dikin têne vexwendin bo ku sonda “ez neteweperwer nîn im” bixwin. Û di dawiya dawîn de dikare bibe enternasyonalîst, femînîst, sosyalîst, umetparêz lê nikare bibe Kurd! Teqlîd/heyraniya serdestan a ku li aqlê protez hatiye kodkirin, di cîhana fikrî ya Kurdî, zanist, edebiyat û di hunerê de rewşeke gelekî berbelav e. Beşeke mezin a cîhana fikrî ya Kurdî akademîsyenên xwe, edebiyatvanên xwe, hunermendên xwe û berhemên wan, biçûkdîtin, bêqîmetkirin û bêîtîbarkirina li gor têgihan û arezûya serdestan di rewşeke gelekî hatiye hundurîkirin de ye. Ji xeynî vê bi awayekî din di cîhana serdestan de bi tu awayî cihgirtin qet ne mimkun e. Lewma beşeke mezin a cîhana fikrî ya Kurdan heta niha bi discoursa kolonyal ve hatiye girêdan û nekariye bersiveke xurt û bi discoursa antî kolonyal bide.

Wene: Hieronymus Bosch

Nîqaş û Encam

Wek encam beşeke mezin a Kurdan nekarîne binhişiyên xwe yên ku mercên kolonîbûnê ew afirandiye têra xwe ronî bikin û nekarîne dînamîka hundir a ku di berdewamkirina kolonyalîzmê de roleke gelekî girîng lîstiye (belkî jî diyarker) derxin asta hişmendiyê. Analîzkirina piralî ya vê yekê bi qasî ku qeware û fikra sereke ya vê gotarê derbas bike têvel e.
Kolonyalîzm wek bizaveke bêkokkirin û bênasnamekirinê (dehumanisation), pergaleke ku bûye sedema tehrîbat û ruxînên cidî. Talankirina welat û çandê mînakeke baş e bo vê yekê. Di encama vê yekê de çanda gelek miletên hatine zincîrkirin, hat çopandin û ew miletên ha ji cîhana şaristaniyan hatin derxistin (acculturation). Tişta hatiye serê çanda Aztek, Maya, Efrîqa, Mezopotamya û Kurdan jî ev e. Mixabin serîlêdana têgehên luks ên teorîyên ku yekî ji rê derdixin têra nuxumandina ruxînên çandî û tehrîbatên nasnameyê nake.
Weke ku Taylor digot “ dema nasnameyeke zexm tunebe mirov li tenişta qeyranekê ye, ne tenê bextreş e hema bêje ji tevgerandina normal jî neçar dimîne. Demên ku mirov di bin xetereya wendakirina nasnameya xwe de ye wek qeyran tê pênasekirin” [13, r. 271].

Li Kurdistanê çand û nasnameyên di bin zexte de bûn, tûşî trawmayeke tund bûn. Ev rewşa ku rê ji qelsbûna hişmendiya etnîk/neteweyî û xwebawerîyê re vedike, çewisandina fikrî jî hêsan kiriye.

Hewla xilaskirina bîra civakî û nirxên çandî ji muzexaneyên serdestan ên ku veguhezîne goristanên etnîk ji meraqa tiştên entîke ya bindestan nayê, hemû hewl têkoşîna tiştên ku hatine dizîn ji bo îadekirina xwediyê wan ê rastîn e. Lewma nobedarên neteweyên serdest ji bo ku van hewlan têk bibin bi naletlêanîna argumanên wek “hoveberî”, “dij gerdûnîbûn”, “dij zanistîbûn”ê ve beriya ku dest bi dêlindêzeke “ricmkirina şeytên” a ku dixwazin xwediyê van hewlan qurban bikin, ji ber ruxînen ku ew bûne sedem pêdiviya wan bi merasîmeke “derxistina şeytên” a ku dê bo xwe bikin heye. Bi rastî jî cihên herî baş ên ku dê humanîzm û gerdûnîtî lê were ezmûnkirin kolonî ne. Zehmet e mirov bibêje van herduyan wek li kolonîyê din, li Kurdistanê jî ezmûnek baş dane. Berevajî vê yekê di destê rastê yên waizên kolonyal de Încîl-Qur’an, di destê çepê de teorîyên humanîzm û gerdûnîtîyê re kedxwariyê meşrû dikin û di heman demê de vê kedxwarinê jinûve hildiberînîn jî. Li pêşber cîhana fikrî ya Kurdî, ku tê xwestin di çoleke kolonyal de were hepskirin peywirên gelekî dijwar ên bi taybetî divê li dijî aqlê protez ê teknolojiyên kolonyalîzmê analîz û teoriyan were pêşvebirin hene. Pêvajoya li pêşiya me dê bibe serdemeke taqîkirina şiyana cîhana fikrî ya Kurdan di vê mijarê de.

Werger ji Tirkî: Seryas Gulixan
Gazete Duvar
Sharo I. Garip

Çavkanî

[1] A. Cesaire, Barbar Batı, Doğu Kitabevi, 2015.
[2] F. Fanon, Siyah Deri Beyaz Maske, 2015.
[3] A. Memmi, The Colonizer and the Colonized, 2010.
[4] Andile Mngxitama, A. Alaxendar und N. C. Gibson, Biko Lives: Contesting the legacies of Steve Biko, Palgrave Macmillan, 2008.
[5] T. Adorno und M. Horkheimer, Dialektik der Aufklärung, Fischer Taschenbuch, 2017.
[6] J. Diamond, Tüfek, Mikrop ve Çelik, 2016.
[7] P. Clastres, Vahsi Savaşçının Mutsuzluğu, Ayrinti , 1992.
[8] N. Şarman, Nivîsên Çapnebûyî.
[9] J. Baudrilard, Üretimin Aynası, 2013.
[10] Milliyet, „Her dört evde ensest,“ 2009. [Online]. Available: http://www.milliyet.com.tr/-her-dort-evden-birinde-ensest-iliski-yasaniyor–gundem-1146301/. [Zugriff am 2018].
[11] S. Avar, Dag Ciceklerim, Berikan Yayınevi, 2004.
[12] T. Saylan, „Radikal,“ [Online]. Available: http://www.radikal.com.tr/yorum/turkiyenin-kani-cani-yibolarda-2-791001/. [Zugriff am 2018].
[13] C. Taylor, Wie viel Gemeinschaft braucht die Demokratie, Frankfurt am Main, Deutschlnad, 2002, r. 271.
[14] M. Horkheimer, Zur Kritik der instrumentellen Vernunft, 1974.

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply