Bi mûzîka Kurdî zaravayê Zazakî ji nemanê hat rizgarkirin

Rêxistina Navnetewî ya Perwerde, Zanist û Çandê  (UNESCO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, sala 2012ê zaravayê Zazakî ku zimanê axavtinî yê zêdeyî du milyon kesan e, xiste nav lîsteya zimanên wenda, lê bi rêya muzîk, stran û hunera Kurdî, ew zaravayê han qonax bi qonax ji nemanê hat rizgarkirin.

 

Hunermendê Kurd, Dogan Çelîk 20 sal e bi rêya album û stranên cuda hewl dide ku bi rêya muzîkê zaravayê Zazakî zindî bike û bihêle kêfa xelkê jêre were.

 

Mamostayê Beşa Zaravayê Zazakî li Zanîngeha Munzurê, Huseyîn Çaglayan    behsa sedema serekî ya wan metirsiyan li ser zaravayê Zazakî dike û dibêje, berê ji bo peydakirina derfeta kar xelk dihatin neçarkirin ku tenê bi zimanê Tirkî biaxifin, xelk jî bo fêrî vî zimanê Tirkî bibin li nav male jî her bi wî zimanî diaxivîn.

 

Welatiyê bi navê Arslan Yildiz jî amaje bi wê yekê dike, ku tenê di dema serdana gund û avahiyan de yan wextê merivên wan ên gundan serdana bajêr dikin, bi zaravayê Zazakî diaxivin.

 

Zaravayê Zazakî zimanê dayîkê yê piraniya xelkê bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye ku Kurdên Elewî ne. Lê di salên navbera 1993-1994 de gund û avahiyên Dêrsimê bi destê hikûmeta wê demê ya Tirkiyê ve bi zorê hatin valakirin û xelkê wan jî koçberî bajaran bûn.

 

Ji ber rewşa dijwar a jiyanê û qedexekirina zimanê Kurdî xelk hat neçarkirin ku bi Tirkî biaxifin. Bi vêna jî bi dehan sal axaftin bi vê zaravayî nehat kirin û ber bi nemanê ve çû.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply