Ehmedê Xanî, Mem û Zîn û Berhemên Wî yên din

Ehmedê Xanî, nivîskarê berhema Mem û Zînê ye û em ê vê mesnewîya wî bi destana Memê Alan re berawird bikin. Berî ku em dest bi analîza mesnewîya Mem û Zînê bikin divê em li vir bi kurtasî li jîyana nivîskarê wê binêrin. Lewre wekî ku em ê di beşên pêş de behs bikin jîyan û fikrîyata Ehmedê Xanî sîrayetî berhema wî jî kiriye. Feqî Huseyn Sagniç ji bo jidayîkbûn û rabûna Xanî wiha dibêje: “Ehmedê Xanî, di sala 1651ê de li gundê Xanê ji dayik bûye û di heman gundî de zarokatiya xwe borandiye. Di temenê şeşan de, li bal bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Dû re derketiye medreseyên Kurdistanê; xwendina xwe domandiye û bûye wêjekarekî pir mezin.”[1]

Li gor Adak, Xanî li Bazîdê medreseyek ava kiriye û heta wefata xwe li vê medreseyê dersdarî kiriye.[2] Adak, li ser wefata Xanî di pêşgotineke çapa Mem û Zînê de wiha dibêje: “Xanî, li gorî nêrîna ku kêm zêde tifaq li serê çêbûye di sala 1121/1709an de 57 salî li Bazîdê wefat kiriye. Derheqê wefata wî de îfadeya ‘Tare Xanî ila Rebbihi’ hatiye gotin ku ev îfade bi hesabê ebcedê sala 1121/1709 nîşan dide. Ev îfade bi zimanê Erebî ye û di Kurdiya Kurmancî de tê vê wateyê: ‘Xanî bi bal Rebbê xwe ve firî.’ “[3]

Xanî, sê berhem li dû xwe hiştine. Ya pêşî Nûbihara Biçûkan (1683) e ku Selîm Temo di pêşgotineke çapeke Mem û Zînê de dibêje ev berhema Xanî, ji yekem metna pedagojîk a cîhanê ya Emilea Jean Jacques Rousseau 79 sal kevntir e.[4] Ya duyem Eqîdeya Îmanê (1687) ye, ya sêyem Mem û Zîn (1695) e. Xanî, ji van berheman her duyên pêşîn di medreseyan de ji bo zarokan dane xwendin. Turgut Karabey dibêje, armanca Xanî ji vê yekê ew bû ku zimanê dînê îslamê yê erebî û esasên îmanê yên îslamê bi zimanê zikmakî yê zarokên kurd bi wan zarokan hêsantir bide hînkirin.”[5]

Di edebîyata kurdî de berhema pêşîn a kevneşopîya ferhengên menzûm berhema Ehmedê Xanî ya Nûbihara Biçûkan e.[6] Ev berhema Xanî ji sedsala 17an dest pê kiriye heta îro li medreseyên kurdan tê xwendin.[7] Li gor hin çavkanîyan, Xanî ji bilî van sê berhemên xwe, çend parçeyên din ên helbestan jî nivîsîne. Wek mînak, Zeynelabidîn Zinar di berhema xwe ya Nimûne ji Gencîneya Çanda Qedexekirî de hin qesîdeyên Xanî, di nav heşt bendan de dide.[8]

Ji berhemên Xanî ya ku herî zêde xebat li serê hatine kirin û bandora xwe li dewrên piştî xwe hiştiye Mem û Zîn (1695) e. Mem û Zîna Xanî di 1856an de ji hêla Mele Mehmûdê Bayezîdî ve wek pexşan jî hatiye nivîsandin. Bayezîdî, mesnewîya Xanî ji forma helbestbûnê derxistiye û ev berhem wek çîrok nivîsîye. Ji vî alî ve jî Mem û Zîna Xanî ji bo yekemîn pexşana çîrokî ya kurdî bûye bingeh.

Kurdologên bîyanî çawa ku li ser destana Memê Alan xebitîne, li ser mesnewîya Mem û Zînê jî xebitîne. Yek ji van, konsolosê rûsî A. Jaba ye. Jaba, kesê yekem e ku Ehmedê Xanî bi dinyayê daye nasîn.[9] Piştî Jaba, gelek lêkolînerên din ên bîyanî li ser berhema Xanî xebitîne.

Gava ku di destpêka sedsala 20î de çapemenîya kurdî hêdî hêdî dest pê dike û geş dibe, di navbera salên 1898 û 1920î de gelek rojname û kovarên kurdî derdikevin. Kurdistan, Rojî Kurd, Jîn hin ji wan çavkanîyan in ku ji hêla rewşenbîrên kurd ên wê demê ve tên derxistin. Di van salan de berhemên klasîk ên kurdî carên ewil ji hêla van rewşenbîran ve tên çapkirin. Di nav berhemên klasîk de berhema ku nivîskarên kurd herî zêde xwedî lê derdikevin Mem û Zîn e û rojnameya ewil a kurdî, Kurdistan, hê di hejmara duyem de dest bi weşandina Mem û Zînê dike.[10] Piştî vê rojnameyê jî hin beşên Mem û Zînê di kovarên vê pêvajoyê de tên weşandin. Cara ewil di nîsana 1919an de heşt formeyên vê berhemê ji hêla Kurd Asari Tedkik Cemiyyeti ve tê çapkirin û di hejmara 16an a kovara Jînê de îlana projeya çapkirina Mem û Zînê wek mizgînîyekê tê dayîn. [11]

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin


Çavkanî: 
https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/

[1]Feqî Huseyn Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2002, r. 394.

[2]Adak, 2013, r. 225.

[3] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn Metnê Kurdî & Wergera Tirkî Kürtçe Metin & Türkçe Çevirisi, Weşanxaneya Nûbihar, Stenbol 2014,  r. 6.

[4] Ehmedê Xanî, Hemû Berhem, Kawa Nemir (Edîtor), Weşanxaneya Lîs, Stenbol 2008, r. 11.

[5] Turgut Karabey, , Ahmed-i Hani(1651-1707) Hayâtı Eserleri ve Mem o Zîn Mesnevisi”, A.Ü. Türkiyat Araştırmaları Enstitüsü Dergisi, Sayı 30, Erzurum 2016, r. 59.

[6] Mustafa Öztürk, “Manzum Sözlüklerden Sübha-i Sıbyan ile Kürtçedeki İlk Manzum Sözlük  Nûbehara Biçûkan Arasında Bir Karşılaştırma”, The journal of mesopotamian studies, Cilt 1, Sayı 1, Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, Mardin 2016, r. 6.

[7] H.b., r. 11.

[8]Zeynelabidîn Zinar, Nimûne ji Gencîneya Çanda Qedexekirî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Swêd, 1991, rr. 93-104.

[9] Rohat Alakom, “300 Saliya Koçkirina Ehmedê Xanî”, Kovara Zend, Rêzepirtûk 6, Stenbol, bihar 2007, r. 21.

[10] Mesûd Serfiraz, “Di çapemenîya Kurdî ya Dewra Osmanî de Helbesta Kurdî”, Kovara Wêje û Rexne, Hejmar 1, Dîyarbekir, rêbendan-sibat-adar-avrêl 2014, r. 9.

[11] H.b., r. 151.

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply