ZIMAN ÇI YE?

Ciwanên Hêja?
Ev tiştê ku em jê re dibêjin ZIMAN, bûjena ragîhandinê ye ku ji bav û kalan bo mîratxuran wek mîrat maye. Ji ber hindê, kesê ku lê xwedîtî neke, ew ji koka xwe dûr dikeve û nabe mîratxurê bav û kalên xwe. Kesê ku nebe mîratxurê bav û kalên xwe, nayê zanîn ku ew ji kurê ye û çi kes e. Ji ber hindê ziman ev heyîn in:
Ziman, mîrata bav û kalan e.
Ziman, rihê nijadî ye.
Ziman, adana ajarê ye.
Ziman, nişaya jiyanê ye.
Ziman, nasnameya her kesî ye.
Ziman, rûmet û nirxa mêjûyî ye.
Ziman, serbilindî û ciwanmerdiya heyînê ye.
Ziman, nasîn û xwenasiya reha azbatê ye.
Ziman, peyitandina hebûna nijadî ye.
Ziman, diyarîyeke taybetî ye ku Xwedayê mezin wek xelat daye mirov.
Ziman, dema bête bikaranîn, hebûna mirov jî tê domandin.
Ziman, gava neyê bikaranîn, mirov hem weke kes, hem jî weke nijad dibe goristan.
Xwedayê dilovan, me hemiyan ji wê goristanê biparêze…
Zeynelabidin Zinar
Stockholm 12/ 10/ 2013
pencinar.z@gmail.com
(Ev nivîs ji rûpela Zeynelabidin Zinar ya fêcebokê hatiye wergirtin)

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Dersên Rastnivîsê I 8

Şaşîyên ji romaneka bi kurmancî: ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA WÊ LI BAJARÊ RAGAYÊ DI XETERÊ DA …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *