Romana iraqî û çêja vegêrranê

Roman wek yek ji janrên giring ên edebiyatê, xwedî xislet û taybetmendiya xwe ye û dibe yek ji şêwazên vegêrranê yên herî giring be, çimkî vegotin û piştî wê jê vegotinzanî ew beşa giring a her romanekê ne ku dikare bi rêya wê teksteke baş ji teksteke din bê cudakirin.

Eta Mihemed derbarê hunera vegotinê de dibêje: “Tişta ku mirov çêkir vegotin bû. Dîroka mirov ji wê kêlîkê dest pê dike ku karî biserhatiyekê vegêrre û êdî ji cîhana ajelan veqetiya.”

Di kitêba “Vegotinzaniyê” de jî Haşim Ehmedzade wisa qala vegotinzaniyê dike: “Vegotinzanî raveya teksta vegotinê ye ji bo diyarkirina vebêjerê veşartî, eşkere, derveyî yan navxweyî yê tekstê.”

Lewra heke em bixwazin nirxandinê ji bo ciddiyeta her tekstekê ji “çîrok û romanê” bikin, bêşik divê em li şêwaza vegotina wê mêze bikin. Tevî ku ji bo vegêrrana her çîrok û romanekê şêwazên cuda û curbicur hene, lê em dikarin bi giştî çend cureyan ji şêwazên naskirî yên vegotinê destnîşan bikin.

Şêwazên vegotinê

Yekem: Şêwaza vegotina kevn: Ev şêwaz yek ji berbelavtirîn rêyan e ku gelek ji nivîsevanên cîhanê peyrew kirine û beşeke zêde ya romanên bi navûdeng ên cîhana wêjeyî bi vê şêwazê hatine nivîsîn. Ew jî pabend e bi nivîsîna (destpêk, navîn û dawî).

Duyem: Şêwaza vegotina nû: Ev şêwaz heta radeyekê li gor dîroka peydabûna romanê nû ye û bêtir bi derketina romana modern re peyda bû, ku ew jî bêtir vegotin e bi zimanê kesê axêver û zimanê berpeyv “mixateb”, yan bi bikaranîna şêwaza monolog û pêş û paşxistina demê û çêkirina cihên xeyalî û fantazî. Ji bilî van jî, şêwazên me yên vegotinzaniyê jî hene ku ew jî em dikarin bi şêweyeke giştî li ser du beşan parve bikin:

A. Vegotinzaniya destanê: Ji rêveçûna zimanî ya rasteqîne ya bûyeran pêk tê.

B. Vegotinzaniya gotarê: Ji wan destkariyên ku di destanê de hatine encamdan ji bo pêşkêşkirina vegotinê pêk tê.

Her yek ji van şêwazan ne cure û şêwazên dawî ne û çêdibe nivîsevan ji bo vegêrrana çîrokên xwe çend şêwazên din jî biceribînin.

Romana iraqî û çêja xwendinê

Tevî ku ji ber wê hemû rewşa xerab a siyasî ku hikûmetên Iraqê bi ser gelê Kurd de anîn, hergav navê Iraqê ji piraniya me re ne navekî hezkirî û nêzîkî dilan e jî, lê ya rast edebiyat tiştekî din û derwazeyeke din e ji bo dubare têgihiştineke nû ya vê bîr û nerînê.

Çimkî wek romannivîsê iraqî yê diyar Muhsin el-Remlî di bersiva pirsa hevpeyvîneke min pê re de got: “Ew hemû karesatên ku bi ser gelê Kurd û gelên Iraqê bi giştî de hatin, ji aliyê hikûmet û desthilatekê ve hatin kirin ku ji aliyê gel û xelkê ve nehatibû hilbijartin, lewma gelê Iraqê ji wan bêrî ye û hergav pêwendiya Kurd û ereban di esas de pêwendiya hevxwînî û hevwelatî û însanî ye.” Lewra çêdibe edebiyat rêyek be ku vî aliyê rasteqîne yê bedew nîşanî me bide.

Di dema borî de û di dirêjiya wan rêze-bernameyan de ku min ji xwe re wek xwîner danîne, min çend romanên iraqî yên wergerandî bo zimanê Kurdî xwendin. Wek romana “Kuştina Yê Kitêbfiroş” a nivîskar Seid Mihemed Rehîm û “Paşayên Qûmê”, “Tûtinvan” û “Baba Sartre” yên Elî Bedir û “Kerek Li Ser Çiya” ya Ebdilsetar Nasir û “Frankenstein li Bexdayê” ya Ehmed Seidawî û “Rojnivîskên Segekî Iraqî” ya Ebdilhadî Seidûn û “Kuştin li Bexdayê” ya Sînan Anton û romanên Muhsin el Remlî wek “Baxçeyên Serok, Xurmeya Li Ser Pêçiyan û Pirtikên Belawela.”

Her yek ji van romanan xwediya vegêrraneke taybet a tije tehm û çêj e û hemû jî berhemên piştî hilweşîna dîktatoriyetê li Iraqê ne.

Xwendina van çend romanan bala min kişand ser gera li dîroka romana iraqî û wisa li min kir ez ji niha bi şûn de li her cihî romana nivîserekî iraqî bibînim tavilê bixwînim, ku bê guman tekane hokar ji bo vê yekê ew şêwaza bedew a vegêrranê û ew teknîka bihêz e ku nivîserên niha yên iraqî di nivîsînê de bi kar tînin. Bila em vêga hinekî vegerin destpêkên dîroka romanê li Iraqê.

Dîroka romana iraqî

Tevî ku bi sedema wê dîroka reş a dîktatorî, kuştin û qirrkirinê ku li navçeyê û bi taybetî li Iraqê hebû, ne mumkin bû bi taybetî û bi şêweyeke rast temamiya dîroka janran bê tomarkirin û çavkanî û nerînên cuda hene, lê li gor hin jêderan, dîroka belavkirina romanê li Iraqa kevn vedigere salên (1909) ku ew jî romaneke wergerandî bû bi navê (Edalet bingeha hukmdariyê ye) ku di rojnameya (Seda Babil) de, bi awayê xelekan hat belavkirin.

Bêguman bi dû wê de jî çend hewldanên din hebûn. Lê sala 1921 ji bo cara yekem berhema nivîsevanekî iraqî bi navê “Ji Bo Zewacê” hate belavkirin ku gelek kes vê romanê wek destpêka romana iraqî bi nav dikin. Bi dû vê de jî her yek ji “Mesîr el-Çehfaw” di 1922an de û Celal Xalid di 1928an de hat.

Lê bi baweriya şarezayên wêjeya iraqî, yekem romana iraqî ku di warê hunera romanê de bê hejmartin û xasiyetên vegêrran û hunera teknîkî tê de be, romana “el-Nexle wel Cîran” e ku sala 1966an hat belavkirin. Niha heke ji bo bêtir ronkirina mijara me em romana iraqî li gor salan kategorîze bikin, em dikarin wê dîrokê li ser sê qonaxên giring dabeş bikin, bi vî awayî:

Qonaxên romana iraqî

1. Salên 1921-1975: Ev qonax wek destpêka dîroka derketina romana hunerî ya iraqî tê zanîn û tê de nêzîkî 25 romanan hatine nivîsîn û belavkirin. A herî giring ji wan romana “Xurme û Cîran” e ku sala 1966an hat belavkirin.

2. Salên navbera 1975-2003: Ev qonax dikare wek qonaxa ketin û paşvekişîna romana iraqî bê binavkirin. Bêguman ew jî ji ber wê hemû zulm û zora ku dîktatoriyê li Iraqê pêrew lê kir û azadî, bi taybetî azadiya nivîsînê qedexe kir û wêjevan wek her çîneke din a civakê bi vê sedemê çewisand.

3. 2003-2015: Dikare ev qonax wek qonaxa geşbûn û pêşveçûna romanê li Iraqê bê danîn, çimkî nivîser û wêjevan li hundir û derveyî Iraqê, bi azadî berhemên xwe dinivîsin û belav dikin, bi awayekî li gor hin jêderan tenê di navbera salên 2003-2014an de nêzîkî 470 romanan li Iraqê hatin belavkirin. Ev hejmar jî bi hemû têbîniyên li ser şêwaza hunerî û vegêrrana wan, cihê destxweşî û dilxweşiyê ye ji bo romana iraqî di warê pêşveçûnê de.

Ez di navbera wan romanên ku min di vê demê de xwendine, tenê du romanan wek nimûne werdigirim û hewl didim hinekî li ser asta vegêrranê di van herdu romanan de rawestim.

Yekem: Romana “Rojnivîskên Segekî Iraqî”

Ev roman ji nivîsîna romannivîs Ebdilhadî Sadûn e û bi wergereke bedew a Faruq Cemîl Kerîm bo ser zimanê kurdî wergerandiye û navenda Endêşe sala 2018an de çap û belav kiriye.

Nivîser romana xwe li ser 30 beşan dabeş kiriye. Her yek ji wan beşan goşeyeke nû ya bûyerekê ye ku tê de karakterê sereke ku segeke, wek vebêjerê hertiştzan temamiya çîrokan vedigêrre.

Bêguman ev dabeşkarî jî hewldaneke şareza ya nivîsevan e ji bo lîstina bi xwîner re, da di dema xwendinê de bêzar nebe û ji bûyerekê pêngav ji bo bihîstina biserhatiya bûyereke din bavêje.

Çîroka vê romanê behskirin e li bîreweriyên “segekî” ku çawa piştî hilweşîna dîktatoriyê ew û xwediyê xwe jî li şûna azadî û bidestxistina jiyaneke birûmet, ji ber bêser û beriyê tûşî jan, bêtar û aqûbet neman jî dibin.

Çîroka vê romanê yek ji bihêztirîn biserhatî ye ku nivîser bi rêya wê wêneyeke pir ron a desthilata dîktatorî û paşê berberiya mîlîşya û komikên çekdar berçav dike.

Ew jî bi şêweyekî pir bedew, balkêş û hunerî di vegêrran û tevna pêkvegirêdana girêkên bûyerên nav çîrokê. Ev roman diçe xaneya curek ji wê hewldana cîhanî ku di dinyaya edebiyatê de nivîseran hewl daye çîrokên xwe bi rêya karakterên ajel vegêrrin.

Diyartirîn nimûne (Çewlika Ajelan a George Orwell û Metamorfoza Kafka û pendên kitêba Kelîle û Dîmne ya hekîmê hindî Beydeba û Kerek Li Ser Çiyayekî ya Ebdilsetar Nasir in).

Nivîser bi rêya vegotina bîreweriyên segekî, ji me re dibêje, ne tenê mirov bûn qurbaniyên destê dîktatoriyê. Lê belê ajelan jî pişka xwe ji wan bêtaran wergirt û hemû zindîwerên wî welatî qurbaniyên destê celadekî hov bûn.

Duyem: Romana Baxçeyên Serok

Ev roman ji nivîsîna (Muhsin el-Remlî) ye. Wergêr (Rencder Cebar) bo ser zimanê Kurdî wergerandiye û ji aliyê weşanxaneya Çarçira ve sala (2018)an hatiye çap û belavkirin.

Ev roman behskirin e li desthilata dîktatorî li Iraqê û nîşandana tawanên rejîma Beisê derheqê gelê xwe, vekirin û eşkerekirina cih û şêwaza wan tawanan e piştî nemana wê rejîmê.

Nivîser di vê romanê de heya asteke bilind şêwazeke bihêz a vegêrranê peyrew dike, bi awayekî ku xwîner di dema xwendina bûyera tawanan de tevzînok bi laşê wî de tê û bêhemd dibe beşek ji karakterê nav çîrokan û li hember bêwijdaniya celadan xwêdan digire.

Ev jî şarezatî û şiyana nivîser di hunera vegêrranê de nîşan dide. Vegêrran di vê romanê de pirdeng e û ji vebêjerekî bêtir heye ku her yek ji wan beşek ji çîrokê ji goşe-nerîneke cuda vedigêrre.

Vegêrran di van herdu romanan de bi şêweyê vegêrrana kevn hatine nivîsîn, an ku şêwaza “destpêk, navend, dawî” di wan de hatiye peyrewkirin.

Lewma ev herdu roman û xwendina wan, yek in ji şahidên zindî yên tawanên hovtirîn dîktator di dîroka Iraqê de û belgeyên bihêz in jî bo têgihiştina hokara şikestin û paşvekişîna romana iraqî di qonaxa duyem de ku me li jor qal  kir, an ku qonaxa salên 1975-2003.

Dîsa hêza hunerî ya van berheman jî belge ne bo têgihiştina pêşveçûna lezgîn a roman û edebiyata iraqî piştî nemana rejîma dîktator.

An ku qonaxa sêyem û geşbûna edebiyatê bi giştî piştî salên 2003. Tevî ku têbînî li ser gelek romanên nivîsandî piştî salên 2003 jî li Iraqê hene û bi nêrîna gelek kesan beşek ji wan romanan ber bi geşkirina ruhê mezhebgerî û bihêzkirina ruhê tolsitandinê, dûr ji etîkên edebî gav avêtine. Lê tevî van hemûyan jî romana iraqî niha di destpêka geşbûn û gavavêtina ber bi asoyeke ron û geş e.

Roman bandoreke çawa li ser mirov pêk tîne

Colin Wilson berê gotiye: “Kartêkirina romanê li ser çanda mirovatiyê ji temamiya tezên Darwin, Freud û Marx zêdetir bû. Li wê gorê ku mirov bûnewerekî mijûl û aloz e di jiyanê de û xwediyê ruhekî westiyayî ye bi destê keftûleft û kêferatê. Dibe ku xwendin, bi taybetî xwendina romanê yek ji wan tiştan be ku hin rihetiyê bidin ruhê wî. Çimkî “Roman ji janrên wêjeyî yên din kêrhatîtir e bo çûna nav cihên tarî û nediyar û girtî yên dinyayê, ji bo eşkerekirina wan cihên ku di civakê de pêwîst e bên eşkerekirin û çavê mirov di ketwar de wan nabîne, yan ketwar nikare wan eşkere bike.”

Lewma roman wek hunereke evra roj bi roj geştir dibe. Haşim Ehmedzade derbarê giringiya romanê ji bo mirov de dibêje: “Di dinyaya îro de vegêrrana romanvanî ewqas berbelav bû, ku zehmet e mirovê xwende yê serdemê bikare li derveyî vê janrê bê sawêrkirin. Bi maneyeke din, hem nivîsîna romanê û hem xwendinê yan guhdarîkirina li romanê bû taybetmendiyeke sereke ya hebûnê.”

An ku xwendina romanê ji bo mirovê modern yek ji pêştirîn pêdiviyan e berî gelek pêdiviyên din. Bextiyar Elî dibêje: “Roman hawara wan hemû kesan e ku kes dengê wan nabihîze.” Li vê gorê jî em dikarin bêjin roman di dinyaya niha de pencereya nêrîn û hizirên mirov e bo dîtin û têgihiştina bêtir ji dinyayê.

Çima hilbijartina van herdu romanan?

Çi têkiliyeke xwendina van romanan bi dinyaya me ve heye? Mirov mîtî bûnewerekî gerdûnî hergav çend rê û şêwaz bo xwenîşandan an bo gihandina peyam û daxwazên xwe cerbandiye, bi taybetî di gihandin û nîşandana wan hemû zulm û neheqiyên li beramber wî hatine kirin, çi li ser asta takekes yan komê be.

Heke di dinyaya me ya niha de ragihandin bi taybetî (TV) û nemaze jî piştî hatin û peydabûna kanalên ezmanî bo mirovê niha yek ji wan rêyan bin, bê guman wêje û huner ji kevn de şêwazeke pir fireh û bihêz bûn bo wê mebestê. Bi taybetî hunera şano di kevn de û sînema di niha de.

Em dikarin romanê jî wek janreke giring a edebiyatê binav bikin. Çimkî roman qadek ji kaxezê ye, ku mirov dikare xewnên xwe tê de ava bike û cîhanekê biafirîne ku di ketwarê de nîne. Milan Kundera dibêje: “Romannivîs nexşa hebûnê dikêşin.”

Lewma roman yek ji derwazeyên gihandina peyama mirov e, çi wek tak an kom û peyama miletekî, her wek ku em di xwendina gelek ji wan romanan de dibînin ku piştî hilweşîna rejîma Beisê di wêjeya iraqî de hatin nivîsîn û cuda ji dîroka siyasetvanan, pir bi bedewî û rohnî çend aliyên wan hemû tawanan berçav kirine ku wî dîktatorî derheq gelên Iraqê de bêyî cudahî kir.

Lewma ji bo têgihiştina dîroka pêncî salên borî ya Iraqê, tenê xwendina romanên wê bes e.

Em wek Kurd beşek ji dîroka vî welatî ne û qurbaniyên vê dîrokê ne, lewra xwendina van romanan ji me re pêwîst û giring e.

Xwezî nivîsevanên me jî nola nivîsevanên iraqî sûd ji wan hemû çîrokên lişûnmayî yên piştî Beisê bidîta û di berhemên romanên hêja de careke din dariştana.

Ev herdu roman nimûneyên romanên bilind ên edebiyata nû ya iraqî ne, ku ez piştrast im xwîner çêjê ji xwendina wan dibîne û çêdibe wek asoyên nû yên edebiyata bilind û bedew a iraqî çav li wan bê kirin.

Ji aliyê Şaxewan Sidîq ve hatiye nivîsandin û Besam Mistefa veguherandiye Kurdiya Kurmancî-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply