Bi rastî ji aliyekî ve ez pir bi kêf im ku zêdetir bala hemwelatiyên me ketiye ser Zimanê Kurdî û lê digerin. Lê belê ji aliyekî ve jî bo min diljanî ye ku ew dema peyveke ku nizanibin, yekser dibêjin ”ev peyv tirkî ye.”
Lê belê ev hawe nava Kurdên Rojhilta, Başûr û Rojava de tune. Sedemê wê jî ev e:
Zimanê farisî û yê erebî bûne cîgir û xwe ragirtine. Heweha pixav û tavil jî nakin û rast dibêjin ku filan peyv ne erebî ye lê bûye muste´reb û eşkere dibêjin ku ev peyv ji filan zimanî ketiye nava erebî û farisî.
Lê belê zimanê tirkî ne wisan e; bi derketina Komara Tirkiyê re derketiye holê (1925) û ji gelek zimanên cuda xwe ava kiirye. Ji ber hindê çewa miletên ne Tirk, hemû hatine heşifandin û wan kirine Tirk, peyvên van zimanan jî heşifandine û wan kirine yên tirkî.
Diyar e ku Saziya Zimanê Tirkî ji 1926 hetanî 1965an peyvên kurdî berhev kirine û weke ku ew yên tirkî bin, herweha hinek jî guhartin xistine navê û bi kar anîne, niha jî bi kar tînin û di xwendegehan de bi ciwanên Kurd didin xwendin, haya wan jî pê çênabe.
Ez ê li virê çend peyvên ku niha Tirk bi kar tînin binivîsim û pêşkêşê ciwanên Kurd bikim, da zanibin ku çi hatiye serê Zimanê Kurdî.
Hin ji wan peyvan ev in:
ÇÎM: Ew devera ku giya gurr lê heşîn bûye û axa binî hişk girtiye, li hin deveran jî wisa tûmik çêbûne ye. Bi tirkî jê re dibêjin: “Çîmen”
ÇAYÎR: Devera ku giya pir lê heye û heywan lê diçêrin. Bi tirkî jê re her wekî kurdî dibêjin: “Çayir”
BAXÇE: Ew devera ku hawîdor hatiye dorbendkirin û di navê de darên fêkî, zebze (sewz) û wekî din lê hatine çandin, av yan di navê de heye yan jî ji devereke din tê nave. Bi tirkî jê re dibêjin: “Bahçe”
TIVING: Ev nav ji du devan ku ji yên dulûle re niha jî “dufek” tê gotin. Bi tirkî jê re dibêjin: “Tufek”
DEMAÇE: Ji vê çeka piçûk re li gor ka çend fîşek dikevin cercûrê wê, navine cuda hatine gotin, weke “şeşagir” û “çardexur”. Tirkan ev nav heşifandiye û niha dibêjin: “Tabaca”
TETIK: Di hemû çekên ku têne bikaranîn de, zimanokekî ku bi tiliyê tê kişandin û fîşekê diteqe heye. Ev nav jî ji axaftina zarûka ku dibêjin “tetik/teto” ango dest re dibêjin. Tirkî ev nav zêde neheşifandiye û jê re her wekî kurdî gotine: “Tetik”.
HÊVÎDAR IM KU CIWANÊN KURD XWEDÎTÎ LI MALÊ XWE BIKIN Û PEYVÊN WISA BIDIN JIYANDIN.
Zeynelabidin Zinar
STOCKHOLM 14/06/2013
pencinar.z@gmail.com
ROJEVAKURD.COM