ziman

Gulan, 2021

  • 26 Gulan

    Hejmara Dehemîn a Kovara Şermola Derket!

    Hejmara Dehemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Dehemîn “girîngiya şanoyê” ye. Ji ber Şano, di pêşketina û şaristaniya neteweyan de xwedî girîngiyeke taybet e, her wisa ew amûreke ronîkirin û rexnekirinê ye û di vejandina raman û çandê jî xwedî rol e. Di Hejmara Dehemîn de berhemên …

  • 23 Gulan

    TANSÎYON

    Tansiyon, ji pestoya xwînê ya di rehên xwînber de tê gotin. Di pîvana tansiyonê da li pestoya xwînê ya mezin (sîstolîk) û pestoya xwînê ya biçûk (diyastolîk) tê nihêrin. Ji bo tansiyona asayî, bi gelemperî, rêjeya 120/80 mmHg tê pejirandin. Li ser rêjeya tansiyonê hinek pêkerên (faktorên) bibandor hene. Çi ne ev pêker? Xwarin û vexwarin Awayên jiyanê yên ji …

  • 22 Gulan

    Werger û Wêjeya Kurdî

    Destpêk Têgeha ku em Kurmancî jê re werger, soranî wergêran û zazakî çarnaye dibêjin beramberî peyva latînî ‘translatio’ û ‘translatum’ e ku ew jî wateya ‘transfer’ê dide. Di peywenda wergerê de jî jixwe ew transfer aşkera ye. Têgeha wergerê hem dikare qada mijarê ya giştî terîf bike û hem jî dikare behsa berhemê (metna ku hatiye wergerandin) bike, û dîsa …

  • 21 Gulan

    KÛÇIKÊN CEMO

    Li gundê ku navê xwe Avaşor bû, ku ewte ewta kûçikekî li ku dihat, yekser digotin, “aha, Cemo dîsa kûçika bera hev dide.” Ku çawa dengê ezanê dihat, mele; ku qala kerî dibû şivan dihat bîra her gundîyekî, kûçika jî Cemo dihanî hişê canik û camêra. Ev şuhreta tinê li ser Cemo nema bû. Wî, pirranî dema xwe bi kûçikan …

  • 18 Gulan

    Xalid Begê Cibrî û rêxistina Azadiyê û serhildana milî ya 1925an

    Di dîroka Kurdistanê de dema ku ji serhildana milî ya Kurdistanê ya 1925an bê qalkirin, du navên dîrokî û hêja derdikevin pêş. Yek ji wan Xalid Beg e. Yê din jî, Şêx Seîd Efendî ye. Xalid Beg serokê rêxistina Azadiyê (Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê) ye. Şêx Seîd Efendî, serokê Tevgera 1925an e. Seroké Rexistina Azadi Xalid Beg û hevalê wî …

  • 17 Gulan

    SALOKE

    Zelîxa ku herkesî jê ra digot Zelxo, li ber zayînê bû. Her ferdekî Mala Şehînê Salokê, hêvîya xwe bi zarokê di zikê dayîka reben de ye ve girêdabû. Ku keç be, malik wêran e; ku kur be, coş û seyran e. Barê zikê Zelxo ya jina ducanî, li gor barê li ser milê wê siviktir bû. Wê baş dizanibû ku …

  • 16 Gulan

    SILOYÊ SÊWÎ Û SILÊMAN AXA (folklor)

    Dibêjin, lawikekî sêwî yê heşt-neh salî hebûye. Bêkes û bêxwedan bûye û tiştekî wî jî nebû ku xwe pê xwedî bikira. Rîspiyekî got Lawikê Sêwî: – Lawikê delal, here li gundekî ji xwe re golikvanî yan gavanî bike. Lê yekcaran here Medresê bixwîne jî. Lawikê Sêwî rojekê dema berbangê ji xewa li ser milikê tenûrê şiyar bûye û berê xwe …

  • 15 Gulan

    KÛÇIKÊ POSTAVAN

    edrî kurê Mihemed bû. Navê kalikê wî jî Elî bû. Loma navê wî bi, “Bedrîyê Mihemedê Elî” dihat ser zimana. Bedrî, li Deşta Surucê, tam li ser sînor, ku Binxet diqede û Serxet dest pê dike, li gundekî ku ji deh malan pêk dihat jîyana xwe didomand. Navê gundê wan Kevireşka Jor bû. Çima ev nava dabûne gundê xwe, nayê …

  • 14 Gulan

    Ji Koma Xwendinê ya Berken Bereh Panela Online

    Koma xwendinê ya Berken Bereh li Batmanê ji alê dildarên Zimanê Kurdî ve di 2018an da hatiye sazkirin û bi rêk û pêk karên wêjeyî û xebatên Zimanê Kurdî dike. Endamên vê komê heya niha gelek pirtûkên Kurdî di nav xwe da xwendine û nirxandine. Koma Xwendinê ya Berken Bereh niha jî bi mûnasebeta Cejna Zimanê Kurdî  di 15’ê Gulanê …

  • 14 Gulan

    Komeleyên Kurdan yên dema Osmaniyan

    Di serê sedsala bîstemîn de li gor lêkolînên me ji dehî zêdetir komelên ku ji hêla Kurdan ve hatine damezirandin hene. Ev komele bi destê malbatên mezin ên Kurdan ên ku li Stenbolê wextekî dirêj jiyane û dîsa ji hêla xwendekar û rewşenbîrên Kurdan ve hatine damezirandin. Komeleyên Kurdan di nav ewlehiyê de û di demên hikûmatên nû ên huriyetperwer …