Hejmara Dehemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya hejmara Dehemîn “girîngiya şanoyê” ye. Ji ber Şano, di pêşketina û şaristaniya neteweyan de xwedî girîngiyeke taybet e, her wisa ew amûreke ronîkirin û rexnekirinê ye û di vejandina raman û çandê jî xwedî rol e.
Di Hejmara Dehemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.
Hejmara Dehemîn a kovara Şermola 194 rûpel in, bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin.
Naveroka Beşa Kurdî Ya Hejmara Dehemîn
- Pêşekî
– Girîngiya Şanoyê.. (Desteya sernivîskarîyê) - Analîzên hizrî
– Mêtîngerî hunerê jî înkar dike.. (Abdullah Ocelan) - Dosyaya hejmarê
– Girîngiya Şano û Dîroka Wê Li Kurdistanê.. (Beşîrê Mele Newaf) - Lêkolîn
– Xanî û Nêrîna Wî Ya Li Ser Pêdiviya Rêbertiyê… (Diyar Bohtî) - Hevpeyvîna hejmarê
– Li Gel Derhêner û Şanoger “Şalîko Bêkes” Ye (Aram Hesen) - Jin û çand
– Pergala Hevserokatiyê .. (Nejbîr Elî) - Pirtûkên derketî
-Nirxandinek der barê Pirtûka Barry Sanders “Öküzün A’sı: Elektronik Çağda,Yazılı Kültürün Çöküşü Ve Şiddetin Yükselişi” .. (Elîf Gûn)
-Pirtûkên derketî.. (Desteya sernivîskarîyê) - werger
– Zayînek li ser textekî kesk.. (Nîzar Qebanî, Wergera ji erebî: (Welîd Remzî Bekir) - Huner
ـEz insan im.. (Fatma Ehmed)
ـŞîrovekek Der Barê Şanoya Promisyosê Zincîrkirî De.. (Şama Mihemed) - Çîrok
– Valentayîn.. (Rûken Hisên) - Helbest
-Dil Sar e…. .. (Hozanê Girkundê)
-Kulên Dilan.. (Karîna Osêyan)
-Man û Neman.. (Hişyar Murad)
-Yariya Bêbext ..(Cemîl Xoce)
-Waweylê jiyan ..(Şivîn Hecî)) - Serbest
-Rastiya Şoreşê (Lîlav Îsa)
ـGundê Hecqasma.. (Şerîf Mihemed- Welîd Bekir)
Li ser xêrê be