Tansiyon, ji pestoya xwînê ya di rehên xwînber de tê gotin.
Di pîvana tansiyonê da li pestoya xwînê ya mezin (sîstolîk) û pestoya xwînê ya biçûk (diyastolîk) tê nihêrin.
Ji bo tansiyona asayî, bi gelemperî, rêjeya 120/80 mmHg tê pejirandin.
Li ser rêjeya tansiyonê hinek pêkerên (faktorên) bibandor hene. Çi ne ev pêker?
- Xwarin û vexwarin
- Awayên jiyanê yên ji hev cuda
- Zayend
- Temen (emr)
- Cudahiyên xwezayî û avhewayî
- Hinek cureyên nexweşiyan: Nexweşiyên dil û rehan, nexweşiyên gurçikan û hwd.
- Bêhntengî (stres): Êş û jana giyanî
- Ducanîtî
- Bêtevgerî
Hîpertansiyon: Tansiyona mezin. Li vir rêjeya tansiyonê 140/90 mmHg’î derbas dike.
Nîşanên Hîpertansiyonê:
- Sergêjbûn û serêş
- Êşa sîngê
- Pozxwînbûnî, ji bêvilê hatina xwînê
- Xumam û cot dîtin
- Bêhnçikandin (bêhntengî)
- West, bêmecalî
- Zêde zêde hatina mîzê
- Di nig û çîpan de werm
- Êşa dil, pirsgirêkên avêtina dil
- Xwêdana zêde
Sedemên Hîpertansiyonê:
- Zêde zêde bikaranîna xwê
- Nexweşiya şekir
- Kolesterola zêde: Kolesterol, pirtikên rûnî ne û di nav xwînê de ne.
- Nexweşiyên dil û gurçikan
- Ducanîtî
- Qelewiya zêde (obezîte)
- Bikaranîna xwarin û vexwarinên serxweşker, bikaranîna çixareyê
- Tengbûna cihê dil ê xwînbera sereke (aort) jê derdikeve.
Hîpotansiyon: Tansiyona biçûk. Rêjeya tansiyona biçûk ne misoger e lê bi gelemperî 90/60 mmHg tê pejirandin.
Nîşanên Hîpotansiyonê:
- Sergêjbûn, bêhişketin
- Dillihevketin, dilxelîn
- Tîbûna neasayî
- Kêmasiyên lêhûrbûnê (konsantrasyonê)
Sedemên Hîpotansiyonê:
- Dilhêdîbûn (bradîkardî), dilrawestîn (krîza dil)
- Pirsgirêkên hormonan
- Kêmbûna şekirê xwînê (hîpoglîsemî)
- Kêmvexwarina avê
- Ji laş zêdejêçûna xwînê
- Vegirtina êşan (enfeksiyon)
- Bêxwînî (anemî)
- Kêmbûna xwê
Ji bo pirsgirêka tansiyonê ji kerema xwe re ji pisporan alîkariyê bixwazin. Li gor zanyariyên înternetê û çavkaniyên biguman tevnegerin!
Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon