Şîroveyên li ser Romana “Zerê”

Ji Koma Xwendinê ya Amedê çend dildarên komê şîroveyên xwe li ser romana “Zerê” de ji me re şandine em jî ji we re parve dikin: Endamên Komê; Pelda Avci, Dilbin, Remziye û Şanyar Adir. Mala we ava.

                                                                                                                                                -Çandname-

 

ZERÊ

Nivîskar: Ciwan Serhadyan

Rûpel: 144

Çap : 2023

Zerê  ji alî Cîwan Serhedyan ve wek çîroka dirêj hatiye nivîsandin. Zerê behsa şerê Osmanî û Ûrisî dike. Ev şer li Serhadê çê dibe. Ûrîs jî, Osmanî jî ji bo berjewenda xwe kurdan nav hewcedariyê de dihêştin.

Karakterên me Zerê,  Cîwan û Hêja ye. Wextê bavê wê tevlî şer dibe bi zordariya dewletê,  xencera xwe dide keça xwe ya Zerê. Zerê û malbata xwe ji ber şer ji welatê xwe koç dibin. Lê Zerê ji ber ku xencera bavê xwe li malê bîr dike,  dizivire û diçe nav gundê xwe. Lê heya Zerê ji mal derê arteşên Ûrîsî tên ber deriyê mala wan. Zerê neçar dibîne ji ber wê  porê xwe jê dike û xwe wek zilama dixemlîne û dikeve destê Ûrîsa.

Zerê demaka dirêj di destê Ûrîs de dimîne. Heya  dikeve nav cila( bêlmêjiya) wê çaxê Ûrîsek fehm dike Zerê keçike û dest diavêje Zerê. Zerê xwe diparêze û bi xencera bavê xwe ji ser masê radike Ûrîsî birîndar dike. Bi lez hespekî siwar dibe û direve. Hesp rê de dimire û Zerê roj bi roj,  meh bi meh  diçe û rastî birayê xwe Hesen dibe. Hesen jî malbata xwe dûr ketiye û li ba axayek şivantî dike. Axa dixwaze Zerê jî li xwe mar bike. Hevjinên axa Fatê û Kubarê vê rewşê dibihîzin. Fatê bitirs û bêdeng e. Lê Kubarê jîr û zana ye. Bi zordarî axa re hatiye zewicandin.  Kubarê alîkariya Zerê dike,  ku birayê xwe Hesen re birevin û herin. Zerê û birayê xwe direvin û dikevin rê. Demekî zordarî û dirêj de tevlî malbata xwe dibin.

Zerê bi navê rastiyê rewşa Kurda tîne berçav. Naverok behsa jinên kurdên azadîxwaz û netirs dike. Nav şerê Ûrîs û Osmanî de li tekoşîna jiyanê xwe dike Zerê.

Romanek,  wek avê diherike ku mirov dest pê dike nikare dev jê berde… Pîroz dikim nivîskarê me…

Pelda  Avcı

 

* * *

 

ZERÊ

Ciwan Serhedyan

Pirtûk di sala 2023 an de hatiye çapkirin. Serlehengê  me Zerê ye. Pirtûk bi nêrîneke rastiyê civakî behsa dema şerên Ûrîs û Osmaniyan dike. Ji ber vê em dikarin ji bo pirtûkê bêjin ku romanek hêmanên dîrokî jî di nav xwe de dihewîne.

Ji aliyê dîrokî ve em binirxînin, dem teqabûlê şerê cihanê ya yekem dike. Dema Osmanî jî her cihî ji bo şer leşkeran kom dike, dikeve nav gundên Kurmancan û kûr û mêrên wan jî dibine cephê. Bi vê awayê di dîrokê de bi nêrîneke rastiya civakî rewşa gel û kesan di şexsê serlehenga me de derdikeve holê. Keçkê pêşî dema ku gundê wê jî ber şer dibe koçber tê bîrê ku xencera bavê xwe ji bîr kiriye. Dema vedigere gund Ûrîs ser gund digere û keçkê xwe wek kurek nîşan dide û dibe hêsîr û dikeve destê Ûrîs. Di nav leşkeran û hêsîrên din de dibe seyîsa hespan. Di vê serbariyê de armanc ew e ku xencera bavê xwe  hilde û paşve vegere,  malbata xwe bibîne. Bi salan destê Ûrîs de dilgirtî dimîne. Di vê navberê de ketina kincan ya keçkê ku cara yekem  diqewîne bala leşkerekî Ûrîs dikişîne li ser keçkê û bi şik û şûphe ew keçikê destdirêjiya wê dike.

Di dawî de keçikê xencera bavê xwe  bi saya serê wî leşkerî  dest dike, wî birîndar dike û direve. Li ser rêya keçikê gelek gundên valakirî û wêrankirî dixuyên. Ev jî rewşa encama ser û civakê nîşanê me dide. Keçikê di vê rêwîtiya xwe de birayê xwe Hesen bi awayekî tesadufî peyda dibe.  Hesen jî malbatê  di pêvajoyê de koçê de wenda dike û xwe li axayekî digre. Sibefira rojê ku dixwaze keçikê li xwe mehr bike ji wan diqetin. Her du li rasta Panosê nêzîkê  Çiyayê Sîpanê malbata xwe peyda dikin.

Di pirtûkê de zordestiya dewlet û monarşî,  şer û koçberî tên vegotin. Ji xeynî van zulman lokal û cehalet,  derûniya şer û piştî şer jî derdikeve pêş. Pirtûk her çiqas devokî nehatibe nivîsin jî hevokên warê xwe wek gotinên pêşiyan û hin peyvên lokal jî hatiye bikaranin .

Dilbin

* * *

ZERÊ

“Zerê”
( Roman)

Weşanên Name
Rp:144
Nivîskar : Ciwan Serhedyan
Redaksiyon: Engîn Olmez

Koma Xwendinê ya Amedê vê carê pirtûka Nivîskar  Ciwan Serhediyan xwend û şêwra xwe jî bi tevlêbûna nivîskar pêkanîn. Min jî wek endamên komê pirtûk xwend û min xwest şîroveyên xwe bi çend hevokan bikim.
Roman di rûpela  heftan de, yanî destpêka romanê de haya me ji karekter a sereke ya romanê “Zerê” çê dike. Zerê bi dotmama xwe re dikeve nav xeyalan û diçe zarokatiya xwe. Navê dotmama wê  Siyaperî ye û ev nav ji min re balkêş  hatibû   û cara yekem bû min ev nav bihîstibû. Zerê qala xencera bavê xwe dike ku li ser xencerê gelek nexşên Kurdewarî hene û xencer gelekî bedew e ku mirov bi hijmekarî lê dinêre.
Rûpelên romanê bi bîranînên Zerê û qewimînên wexta Osmaniyan û Ûris şer kirine çiqas bandor li kurdan kirine tên pêşberî xwendekaran.
Em ji devê karektera romanê ya sereke dibihîzin ku bavê wê û birayê wê Elî Heyder diçin şerê Osmaniyan û  Ûris, ew jî bi malbat û gundiyan re ji ber şer koç dikin diçin cihên ewlehiyê. Dema koç dikin, Zerê lê hayî dibe ku xencera bavê wê ku ji kalikê wê jê re ma ye jibîra kiriye vedigere gund û dikeve destên eskerê Ûris. Beriya  ku Zerê têkeve destên eskerên û Ûris, Zerê şîretên babîra xwe Seyranê bicih tîne û kincên mêran li xwe dike û xencera bav û kalê xwe dixe ber egala xwe, eskerên Ûris wê wek mêr dibînin û wê hêsîr digrin.

Roman bi serkeftiyên Zerê diherike û ew qet xwe naspêre tu kesî, heta eskerekî Ûris lê gûman dikeve ku ew jin e. Piştî ew eskera dixwaze ku êrîşê wê bike, lê ew wê derfetê nade wî, xencera ku ji bav û kalê wê jê re ma ye li rûyê wî dixe û xwe ji nav destên wî xilas dike.

Reva Zerê bi roj û mehan didome heya ku digêje êlek bi navê êla Kemal axa ku birayê Zerê Hesen jî şivanê  êlê ye. Zera reben bi dîtina birayê xwe gelekî kêfxweş dibe, lê axa çav berdide wê ku wê li xwe mahr bike û bike hewiya Fatê û Kubarê.. Di romanê de Kubar karektereka zana ye û Zerê diparêze  ku  nahêle tikeve dahfika mêrê wê Kemal axa…

Zerê û birayê wê piştî vê biryara Kemal axa ji wira jî direvin û piştî gelek zor û zehmetiyan xwe digihînin malbata xwe.

Navên karekteran baş hatine hilbijartin.

Encam: Roman ji hêla honakê de baş e. Karekterên romanê tên ber çavên mirov. Cih û mekan xweş  in, pir diyar bûn. Zimanê romanê xweş e, hema ez karim bibêjim qet peyvên çêker tê de tunene, biwêj  û gotinên pêşiyan di cih de hatine bikaranîn. Li gorî nivîskar mêr bû, qet jin ji aliyê zayendî de kêm nexistibû.

Ez wek endama komê dibêjim mala Ciwan Serhedyan ava be û pênûsa wî her dem li dinê be!

Remziye

* * *

ZERÊ

Cîwan Serhedyan bi “Zerê” ya xwe, rûyekî din a şerê di navbera dewleta Osmaniyan û Urisyetê vedibêje. “Keça mêrxas” û “jina mala” Zerê ji ber xwelîseriya bêpergalbûnê dîl diveke destê dewleta Ûris.

Zerê him mêrxas e him jî jina mala ye. Ango jinek ji bo wek kesayet hebûna xwe li darxe. Divê him jina mala be ( hemû karê jina pêk bine) him jî mêrxas be kû bikaribe xwe biparêze. Ev çîroka dirêj an jî romana sivik ji ber kû dema jiyîna bûyeran eşkereye. Em dikarin wekî çîrokek dîrokî jîîbihesibinîn.

Şanyar Adir

 

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply